Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Murat Bayram
 
[çandî] difs - dims - doşav: gelo gav û gav çawa tê çêkirin?
2011-09-03 15:37
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Malpera Kurdîgehê dîsa weke gelek caran li ser mijareka ji çanda kurdan lêkolînan dike...

Vê carê Kurdîgeh da ko bersiva "gelo difs(dims,doşav) çawa tê çêkirin"ê bizane ket ser rêyên rezên Kurdistanê.

Kurdîgeh bû mêvana rezê "Nêvavan" (Nêvava:gundekê Botan yê nêzîkî Çiyayê Cûdîyî ye)

Kurdîgehê wêneyên çêkirina difsê gav bi gav girt û ji bo we xwendevanên hêja amade kir.

Kurdîgeh dê di demekê nêzîk de VÎDEOya çêkirina difsê jî li rexa çepê ya xwe belav bike.

__________________________________________________



Nêvava wek gelek gundên Botan yek ji wan gundên ji ber şer û nexweşiyên 1992yê hatî berdan e. Ji ber wê yekê Celîl û birayê xwe yê biçûk ji gundê cîran heta wî gundê wêran bi meşê diçin...

Celîl û birayê xwe bi hespê xwe ve ketiye ser rêya rezan.

Bavê wî û du kurên xwe ve li rezan li hêviya wan in.
__________________________________________________



Ew pêşiyê tiriyan ji mêwan dikin û bi kelikan li derekê kom dikin.

__________________________________________________



Ev der "cirnik" e. Celîl û birayên xwe tiriyan dikin di telîsan de û diavêjin di cirnikê de. ew dê biçin ser telîsan û bi wî awayî ava tiriyan dê jê bê dotin û ew av dê bi bilûloka(boriya) li binê cirnikê birije di zerikên duçembil de.
__________________________________________________



Birayê Celîlî ho baş li ser telîsên tiriyan digere û bi wî awayî ava tiriyan jê didoşe.
__________________________________________________



Celîlî ax û fehm(xwelî) kiribû li binê cirnikî û dibêje ko ew ax û fehm bi fûranê dîsa ji nêv difsê diçe û bi xwe re difsê paqij dike.
__________________________________________________



Bavê Celîlî her dem agirê zerikê xweş dike.
__________________________________________________



Piştî hat wê astê ko hêdî kew(kef) ji ser zerikê neçe. Hêdî îşê doşavê qediyaye. Ji bo cemidandinê tê hiştin.

Paşê doşav tê xwarin ...

......

Nêçîrvan û Miradê Gundikî

.......