Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Dilşad
 
Raborî
2010-12-31 22:46
:: Dilşad
info@kurdigeh.com
Tişta ko mirov ji xwe herî dûr dibîne û dihesibîne ; belê ji aliyekê ve herî dûr û ji aliyekê ve herî nêzîk; raborî ye…

Dema behsa raborîyê tê kirin kûrahîyên dîrokê tê bîra mirov. Gelo raborî ewqas dûr e? Na nebewer im. Çimgo tiştên di navbera saniye, salîse û herwiha ji salîseyan kintir wextî de bê serê me û biçe ji raborî ye...

raborî ji dil borî ye?

Ma ew çend peyvên min nivîsandî di raborîyê de man?

Min dinivîsand ko nemîne raborîyê de.

dibêjin raborîye.

Lê heta kirkirikên hestîyê xwe dijîm vê raborîyê.

Lê dibêjin borîye, raborî ye.

Wê gavê min digot xwezî wext dirêjtir bûna, lê xwezîyên min jî raborî bûn. Her yekî ji wan bûbûn raborîyek.

Belê xewn û xeyalên min jî borî bûn.

Wan jî xwe li ber raborîyê negirtibûn.

Wan jî her çi qas nû bin jî cihê xwe di refên raborîyê de girtibûn.

Gelo kesek dizane cihê vê raborîyê? Kesekê kariye pêşiya wê bigire?

Da ko wê pêşiya wê bigirim ez ê kengê wê bibînim? Min ê ew çawa bisekinandaya?

Belê, min zanî… raborîyê tenê bi vi awayî dikarim bisekinînim; ez û dahatûyê li hev bên. Yekser wisa dê bikarim wê rawestînîm. Dera hêj raborî negihîştiyê, li dahatûyê ez ê bikarim pêşiya wê bigirim.

Ez ê dahatûyê bibînim û bi wê re peymanekê danim, hîn raborî negihîştî me. Em ê li hemberî raborîyê dek û dolaban bigerînin. Em ê diwarekê çêkin. Diwarek raborî nekare jê bibore… Wê raborî bimîne li paş wî dîwarî û wê negihîje min û wê ji min nebore. Êdî wext dê ne ewqas kurt be ji bo min. Çimko dê wext nebore. Rast e raborî pir nêzîkî me ye,lê dahatû li kû ye? Gelo pir dûr e? Çima heya îro min ew nedîtiye? Ma di navbera wê raborîyê de peymanek veşarî heye? Ma guhê xwe dide raborîyê û xwe vedişêre? Li kû tên ba hev û dikin û dibêjin… kengê, li kû? Ne ev der û gav a ez li ser bim? Dahatû li kû ye? Hîn raborî negihîştî min gelo ez ê bikarim wê bibînim.

Û dema raborî ji we borî hûn jî dê bibin raborî.

Dilşad, Gundikê Melî

Edîtor: Dilşad, xwendekarekê zanîngehê yê beşa dermansazîyê ye. Bi 20 saliya xwe ve dilê wî bi kurdiyê dijene. Mûzîka Kurdîgehê bi jenîna dilê wî dewlemendtir e.

Tu li ser xêrê hatî jenîngeha dilê me yê kurdîhez.

>> Dilşad, Gundik, 2011