Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Dilşad
 
[nivîsar] Mayin
2011-09-23 15:27
:: Dilşad
info@kurdigeh.com
‘’Dema li şûna bêhna kulîlkan bêhna barûtê ket axê…

Dema li şûna kenê zarokan gurmedirma topan hat…

Dema tilîlî hêdî ne ji bûkên salê re hatin avêtin…

Dema yên karîn biçin çûn û ji xwe re xelas bûn û yên mirin ji kîsî xwe çûn



Ha hingê ji yên bi paşde mayin re bi tenê mayin dimîne’’


[ Ev helbest Miradê Gundikî ji bo kurtefilîma Mayinê nivîsandibû û ji bo faragmana wê xwendibû.]

__________________________________________

Ez û dostê xwe Erold Nîcke li stenbolê rûniştîbûn. (Erold Nîcke 35 salî ye û îngiliz e). Eroldî got min ka kurtefîlma xwe ya Mayinê berdê em ê seyrê bikin…

Piştî me seyra Mayinê kir min ji Erold Nîckeyî pirsî

- Kekê Erold tu dibêjî bi paş de ‘’mayin’’ hesteka çawe ye? Gelo cezayekê pîs e an jî serkeftineka mezin e?

Eroldî wek her demî ji min re got :

- Dilo!
Bapîrê min şerê cîhanê yê 2 yê dîtîbû û ji malbata me ew bi tenê mabû sax û her wekî bersiva te bide her dem behsa mayinê dikir û wiha digot:
‘’ Mayin hestekê gelek ecêb e. ji alîyekê ve cezayekê mezin e ji ber ko mirov dayîk û bavê xwe, xwişk û birayên xwe, jin û zarokên xwe cîran û dostên xwe…. wenda dike. Û ew bi tenê dimîne ser vê dinyayê ko cezayekê ji vê mezintir ez bawer nakin hebe. Ji aliyek din ve serkeftinek mezin e ji ber ko top û tifengên dijminan ne karîye te bikuje. Tu hêj li ser pêya yî û dijmin jî vê dibîne. Ev yek serkeftineka mezin e.

Lê Dilo ez ê tişteka dî ya bapîrê min herdem ji min re digot ji tere bibêjim, digot şerê esas ne yê bi top û tifengan e, şerê esas şerê ‘’mayinê’’ ye. Şerê top û tifengan jî ji bo mayinê tê kirin. Ka feke dîroka xwe bav û kalên te her dem ji bo mayinê şer kirîne. Dihatin kûştin, dihatin qetilkirin lê tu caran dest ji alaya mayinê neberdan. Heta îro jî em wê alayê dihilgirin. Niha ew alaya di destên te de, neberde û nede tu kesan. Û ji bîr neke rêya azadîyê bi mayinê re diçe

Belê dilo te îro disa bapîrê min li bîra min anî.

Hey gîdî Bapîro hey…

Dilşad
_____________________________________

Têbînî:

Mayin yek ji sê kurtefilîmên min e ko min û Diyar Bayramî derhêneriya wan kiriye. Ji beriya mehekê me li Gundikê galaya ‘’ kurtefilîmên kurdî yên Gundikê Melî’’ çêkiribû û ji 400 kesan zêdetir gundiyan bi hev re lê temaşe kiribûn. Me xwendekarên zanîngehan yên Gundikê eve çar kurtefilîmên kurdî çêkirin û me niyet heye ko em her sal filîmên nû û ji bo wan jî galayên nû biçêkin.

[ Kurtefilîmên kurdî yên xendekarên Gundikî: Mayin, Raborî, Kaniya Lîço, Ji heriyê … ]
_________________________________________




__________________________________________________