Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Ayhan URMÎYE
 
[îronî] Opirasîyana jin revandinê çawa bû ? - şorba rijîyayî û kezî û biskê werîyayî …!
2011-10-13 20:24
:: Ayhan URMÎYE
info@kurdigeh.com

Gencên me hez dikin zû herin eskerîyê da ko bêjin belê kurê filan
kesê jî mezin bûye , yan dayîkên wan bibêjin ko kurê min yê delal çûye
Stenbolê kar bike û heta payîzê zêrê xwe yê bikire …!
Yan dê bibêjin maşala mala kurê Xatûnê Xwedê sax û silamet bike çend zîrek e ber ko hemû
zêrê xwe ji bo zevicînê kirîne …!

Babo evîn bû evîndarîya berê qîz û xurta bû evîna xwe kilam digotin , xurta şeh pêşkêşê evîna xwe dikirin û qîza jî desmal didan van , vê demê telefon çinebû û evêndara bi rêya
neynûkê îşaret didan hev , yê niha diçin kafî şopa lê yên berê diçûn
ser kanîya gundan, ber vê kilama welê min go ava kanîya gundê dotmama
mîn şerbet e , hate holê …! .

îja em bizanin zevicîna berê çava bû …?
Wê demê Destikatî mode bû ( destik kesek bû ko dizîve kiçek dilêvand ko
mesela kurê filan kesê pir baş e û di gel wî bi revandî here
) ..!
pîştî kiçek xwe bide revandin , tişta ku evil tê gotin : Wele dayîka
wî dizanî , belê babo dayîkê he xwe baxçika keça xwe danî ... hela
dibêjin nextê keça xwe jî istandîye , babo her roj di mala wan de bû
çava nedizanî ?

dayîkê belengaz a niha jî gava kiçê wan bi revandî diçin dîsan sûçdar in …? Elbet dibe ko mêrek jî destikatiyê bike lê
pir kêm lê mêr hindekî neyar in mesela mêrek xweşik û bedev li ser
hesaba xwe diçû keçê xelkê direvand ji bo bira , kurmam , pismam û
hevalên xwe …?!
Yanê ew kiç dikir evîndarê xwe paşê direvand û li mala

ko revandîyê de dihat gotin ey qîzika xweşik min tu bû ewê tileyî
revandî ..!
li gor te çawan e ?

Wele ez yêkê nas dikim ko heya niha 17 kiç ji bo xelkê revandine …! Ya

Rebî Xwedê tu xêra Wî nenivîse Xwedêyo çêlê Wî şîr nedin .

Dema jin revandinê normal di siet 11’ên şevê heta 3 ‘ ê bû ,
opirasîyon belkî çend şeva devam kiriba ta ku bigehîje encamê …!

Wekî mînak kesekê digot : gava ko ez çûm evîna xwe birevînim em 8 kes bûn
ko 6 ji van çekdar bûn ( hebûna çekê garantîya revandinê bû ) em 2 kes
jî çûn keçikê birvînin me xwe di bin barqona mala wan de veşart û em
bendê man derkeve lê mixabin dayîka wê hat , demsal zistan bû û berê
jî gel di mala xwe de tuwalet çinebûn û milet hema kurekê de ,
kendalekê de tişta xwe dikirin , dayîka eşqa min jî xîret nekir here
derve yanê hevsele nekirin , hema ser berqonê ciza xwe kir û em kirin
şêlav ..!

kesek din jî bas dikir : di şevek ku baran dibarî ew çûne
revandinê , gava refa keçkan hat hevalê wî hawar da got de bigre hat de
bigre hat , min gotê kuro dîno ma ez se me …! keçikê reben tirsîyan û
revîn , ber ko her der tarî bû rebena hemû keftin di nav çalek tejî av
…! Kesekê re gotin kuro cano tu çima nazewicî ? nebe tişta te çinebe ?
gelek kerbê wî vebûn û sond xwar ku sibê kijan kiçka gund were pêşîyê
evê birevîne …!

Ey bê şanso ey belengazo roja dî kîjan keça gund ya
pês û kirêt hebû hate pêşîyê ev jî selikek rêxê di ser piştê …!

Gotê ez çi bikim min sond xwarîye ka selika xwe danê em herin …!

Hindek qîz
jî di mala xwe de dimînin û kes wan naxweze ber ko mamê van 24 sieta
derbas bin ..!

a niha jî rebena man bêmêr ji kerema xwe ger hûn
dixwezin bizewicin verin cem min kiçmamê min yê gelek xweşik hene ..!
elbet hemû cara opirasîyon nedigehşte encamê eger zavê belengaz
bigirtana hema kevilê wî ser cendekê vî de dişiqandin …!

Lê mixabin
gelek cara revandin dijvar bû vekî mînak : kiça malê ratib ji bo pala
dibir , di nîva rê de çend kes dihatin û qîzik pir bi dijvarî
direvandin û cihê revandinê de dima şorba rijîyayî û kezî û biskê
verîyayî …! Vele dilê mirov dişevite ji ber vê neyarîya pir nexweş ,
gelek kiç wiha bûne nêçîra hevesên mêrê sebab , û ser vê gelek şerên
eşîra çê bûne û gelek kes hatine kuştin …!

Dawîya beşa yekê