Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Ehmed BAYRAM
 
[serhatî] di dema erdhêja Wanê de çi hat serê me û me çi kir?
2011-10-26 22:57
Ehmed BAYRAM
info@kurdigeh.com

Pêşiyê derbasbûyî be ji bo xelkê Wanê û kesên ku Erdhêja Wan’ê derbas kirin û Xudê sebrê bide wan kesên li erdhêjê birîndar buyîn û mirovên wan kesên jîyana xwe ji dest dayîn.

Wê demê Ez, Selîm,Zekî û Idrîs em her çar heval li mal ve bûn . Min mezela xwe paqij dikir,Dema erd hêjayî min wê gavê fêm nekir ku ew erdhêj e , min di hizrê xwe de digot Şaredariya Wanê dîsa wan kolanan serast dikin, min di kuleka mezela xwe de fekir derve min dît ko her der wekî çincîlê dihêje çawe min bajar di wî halî de dît min nû fêm kir ko ev erdhêj e ,min di cih de bazda ez derketim ji mezela xwe min û dît ko her sê hevalên min yên xwe li derîyê hêsin yê salonê girtîn û yê xwe li yêk ve çirisandîn û idrîs yê dengekî bilind ji Xudê alîkariyê di xwaze û ji xwe re diayan dike herdu hevalên dî Selîm û Zekî bê deng in û hizra xelasbûnê dikin. çawe min ew dîtin, min kir qêr min got em derkevin ji vê derê lê belê di wê lez û bezê û wê tirsê de tu kesan dengê min nebihîst

Derîyê mal hersê hevalên min welî girtî bûn ko min nekarî ez jî der bikevim, çawa min zanî ez nikarim derkevim min jî wekî wan xwe li derî yê hêsin girt min ji wekî wan xwe li hêviya sekinîna erdhêjê girt .

Ew 25 deqîqe wekî seetan li min dirêj hat , di wê demê de hezar hizir di serê min de diborî. Gelo kengê em ê ji vê derê xelas bibin?

Dema ko erdhêj sekinî em hemî lez û bez derketin devre.
Dema em hemî derketin devre min dît ko hemî der piçên caman û qet û petên betonan e , ezman toz û duman e , ew kolane hemû mirov in , mirovên pêxwas ,mirovên tazî, mirovên zarokên xwe revandî ji ber erdhêjê. Wê bêhnê em hemî kes em bezîn çûyîn Parqa Ehmedê Xanî em li wê derê sekinîn heta bêhna me fire bûyî .

Telefona hemî kesan li dest wan kesên dayik û bavên wan dost û hevalên wan pirsa wan dikin an ji ew pirs dikin….

Min jî wekî hemî kesan pirsa nas û dostên xwe kir. Min kurmetek hebû navê wî Miheme ew ji li avahîyek pênç qet li qeta pêncê bû wê gavê min telefonî wî kir telefona wî ne vebû ez û hersê hevalên xwe çûyîn me fekir bînaya wî tiştek ji bîna ya wî nehatîbû ez bêhn fireh bûm ji bo ko min zanî ew jî baş e, dora seetekê borî wî jî bakir min û em gihayîn yêk em û hevalên Miheme me hinek doşek û betenî li nik xwe birin em çuyîn di baxçeyek yê mektetebekê de dora sê seetan em mayin wê derê û paşê em çuyîn sîvîl savunmayê di şêvê de em mayin konekê de heta sibê.
Gellek spas dikim kesên ko arîkarîyê ko biragihîne wan mirovên li ber wan sermayan û yên ragihandînin. Hûn her hebin.



Ehmed BAYRAM – Edîtorê vîdeoyên Kurdîgehê
__________________