Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Dilşad
 
[rexne] fîlma Gadjo Diloyê: jiyana cengeneyan, spehîtî û lîstikvaniya Rona Hartnerê û derhêneriya Tony Gatlifî
2011-11-08 11:32
:: Dilşad
info@kurdigeh.com

Berya ko tu vê nivîsê bixwînî ez ê tiştekê ji te bixwazim. Heke hebe ji kerema xwe re tu yê bikarî stranek ya cengeneyan ya wekî (Nora Lucayê an jî Tutti Frutti ê).

Ma ez gelek tiştan dixwazim?

Duhî hevalek ya min fîlmek pêşniyarî min kir û ez jî çûm min ew fîlm dît û min seyrê kir. Xwezî herdem fîlmên wek wê fîlmê, yên di refên raborîyê de mayîn, bihatîya pêşnîyarkirin.Ez sipasîyên xwe pêşkêşî hevala xwe dikim ko ev fîlm pêşnîyarî min kir.

Fîlm di derheqê cengeneyan de bû. jîyana cengeneyan , çanda wan , cografyaya wan ,gundên wan dianî ser ekranê. Zîmanê wan ,dijûnên wan, Jîyana wan ya ser mûzîk û dansê didanî ber çavan. Nîjadperestîya li ser cengeneyan dianî ser zimanî.

Fîlm sala 1997 ê hatîye çêkirin û navê wê Gadjo Dilo ye.Fîlmek a Romanya û Fransa’yêye û bi formata komedî/ dram hatîye kişandin. Bi derhênerîya Tony Gatlîf û bi lîstikvanîya Romains Duris, Rona Hartner û Izidor Serban fîlmek gelek xweş derketîye meydanê.

Di fîlmêde Stephan piştî mirina babê xwe li Nora Lucayê(navek li ser bandeka babê wî ye) digere. Di vê gerê de , ji ber ko Nora Luca cengeneye, stephan diçe gundek yê cengeneyan û pirsa Nura Luca yê dike. Her çiqas Stephan zimanê cengeneyan nedizani jî Îsador wî di şûna kurê xwe yê çûyî hefsê diîne mala xwe. Hêdî hêdî ew jî wek cengeneyan hereket dike ,wek wan dijûnan dide û dibe yêkê ji wan. Piştre Stephan aşiqê jinûbîyek ya navê wê Sabîna dibe…

û didome …

***



Rona Hantnerê ez gelek bintesîr kirim. Hem bi spehîtîya xwe û hem jî bi lîstikvanîya xwe. ji dil û can dilehîze ,herwekî ji wê rolê re hatîye afirandin.( ferqa wê û cengeneyekê nake)
Romaîns Duris di fîlmêde dijî. Heke min Romaîns bi dîtîya minê jî bi pirsîya gelo tu Stephan î an jî Romaîns î ?


:: Rona Hartner

Karakterên dî jî bi rengên xwe , bi rihşirînîya xwe mirovî dilşad dike û ber bi xwe ve dikêşe

Derhênerê mezin û hêja Tony Gatlif dîsa dest ji orjînalîya xwe bernedaye. Dîsa tiştên mirov ji dîtina wan aciz dibe (wek mirinê, wek cesedan ) neanîye ser ekranê û ew tîşt li ser rûyê lîstikvanan daye xuyandin.

Mûzîkek xweş û li gorî mijar û hestên fîlmê çêkirîye.

Bi kurtasî fîlmek ya Tony Gatlîfî ye

Ev fîlm wek karakterên xwe jidil ,rengîn , dilşad , xemgîn û êş e.

Dilşad

------










www.kurdigeh.com ...