Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Omer Faruk BARAN
 
[nivîsar] dîyalogeka bi kitêba Hesenê Metêyî, Epîlogê re ...
2011-12-02 08:15
Omer Faruk BARAN
info@kurdigeh.com

Tu pirtûk î Epîlog. Ez mirov im. Na looo! Ez kurê bavê xwe me, tu pirtûka nivîskarê xwe yî. Telîfa te qelûneke darî ye ji Weşanên Avestayê; telîfa min telefiya xwendina te ye; ji şevekê heta berbangekê. Tu ji çîrokan pêk hatiyî, ez ji nexweşiyên dîrokekê çêbûme. Bi heft teleqên berdana xwendina pirtûkan sond dixwim, tu min tew nas nakî, lê ez te çê nas dikim:

Trawmayek î tu, trawmayên nivîskarên Kurd ên ku dibêjin qey barê êş û kêşa Kurdiyê bi tenê li ser milê wan e. Ewk î tu, çi yî, ewk, ew, pêkenok. Pêkonekek î, ku kes pê nizane pê bikene û qaşo li ber tê girîn.
Gerek tu jî bizanibî, hin nivîskar hene, heke nenivîsin, nikarin bijîn. Hin nivîskar hene, heke nebinin, nikarin binivîsin. Hin nivîskar hene, heke nejin jî, dikarin binivîsin. Nivîskarê te çand salên berê, li xerîbî û xerîbîstanê, li bajarê hatê û li navçeya nehatê, li ser maseya li ber xwe, bi ber xwe de ketiye, ketiye xewn û xeyalan û xwe wekî Darînê Daryo, lehengê te, his kiriye. Bê dîtîn, bê jiyîn, bê fikirîn û zikirîn, bi şewateke virt û vala dilê xwe hênik kiriye afrînerê te û tu li wêjeyeke bê rexne zêde bûyî, pirtûkê. Du çapên te hene, 1998an, li Stockholmê, 200an, li Stenbolê. Xwedê rehîm û kerîm e, qey wê çapa din jî li welêt be.

Ji bo ku te binivîse, Hesenê Metê, bi qewl û gotina xwe, bi bêjingan titûn nekişandiye, bi kupan şeravên kevnesal venexwariye, gund bi gund negeriyaye û mijar berhev nekirine, bi dehsalan li ser nesekiniye û lê hûr nebûye, wekî mirîdan çavê xwe negirtiye û guhdariya aliman nakiriye, li civatên eşîran rûneniştiye, tizbi di nava tiliyên xwe de li ba nekiriye û mîna dengbêjan nelorandiye. Lê ziqqûm?! Na, quzzilqurt!

Qelûnkêşê te bi prolog, monolog û epîlogên ku bi tenê pesn û pişen xwe dide xwe kiriye yek ji nivîskarên hardcore kezebreş û bextreş. Lehengê çîroka pêşîn, Darînê Daryo, di proloğa te de şevekê qelûnê ji titûnê dadigre û xwe li tariya mala xwe digire, meselaya av û gavê jî li wir dest pê dike jixwe. Di monologê de, Darînê Daryo li portreyên Mîr Celadet û Ehmedê Xanê dinihêre û diaxive. Lê çi axaftin! Tu yê bêjî qey deynê nivîskariya Kurdî giş hezar sal e li ser nivîskarê te ye. Gelê Kurd hêviya vî camêriyê kiriye ku pirtûkeke pîroz binivîse û ev gel rizgar bibe. Ya star, ya hewar!

Biii,jîî Hesen-êêê Meee-têêê!

Bi peyv û hevokên ku ji êşên nivîskariyê çêbûnê, Hesenê metika xwe, xwe hetikandiye bê me’ne. Li ber ferhengekê bûye pirtepirta afrînerê te, çûk firiyaye, li dû maye ûk, çawa li hev hatine nizanim, dawiya dawî tu bûyî pirtûk. Ev e, di monologê de, birayê Darîn, dê û bavê Darîn û heta bê cîran û ciwanik û camêrên ku wî nas dikin tev wekî li ber bigerin jê dixwazin ku nivîskarê te pirtûkekê binivîse. Lê nivîskarê te yê ji arezûyê û tewazûyê nikare xwe xelas bike, tim bi dubare dibêje: ‘’Min nenivîsandiye, ez nikarim û newêrim’’

Mexeyîde pirtûkê, ev ne rexneyek e li ser naverok û şêwazê, tu meaxive, ev ne diyalogek e jî. Lê ji wî nivîskarê xwe yê kurdîkêş re bibêje, keçen ku cara pêşîn evîndar dibin jî, hevokên xwe yên di lênûskên veşartî de helbestên her î baş dihesibînin û melankoliyekê, trawmayekê ji xwe re çêdikin!

Omer Faruk Baran

Têbînî : Ev nivîsar di kovara Qijika Reş-ê de jî belav bûye.

----






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...