Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Murat Bayram
 
[helbest] Xwînjî
2011-12-13 17:02
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com

Xwînjî


Dîsa xewa şevê nayê

Har bûye …

Xwe berdaye ser laşê min, xwe ho digevîze û ho digevîze

***

Dîsa evîneka şîrjî ye ya li ber dilê min,

Şîr lê nîne, evîn bûye xwînmêj

‘’Xwînjî’’ ye li ser min…

***

Ez jê direvim,

Ez ê wê danim berderiyekê û bi paş xwe ve jî nenêrim û baz bidim …

Axx nikarim …

***

Ew xwînê ji min dimêje …

Her dilopa ji min diçe wê zexm dike,

Û her dilopa wê zexm dike min dikuje .

***

Dilê min şekalek e li pêyên wê,

Hingî ew giran dibe, ez pirtir diêşim,

Ez li bextê we me ka jê re bibêjin bila bes li ser rêyên bistirî re biçe…

Miradê Gundikî

Peyvistan:
----------
Şîrjî: Li herêma Botanê ji bo wan zarokên nû Xwedê dayî yên ko tenê şîrî dimêjin, yanî şîr-jî ne(bi şîrî dijîn) tê gotin.

Gevastin: Ew kiriyar e ko heywan xwe li ser pişta xwe bı herdu aliyan we dide û bi wî awayî pişta xwe rihet dikin.

--------







Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...