Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Dilşad
 
[çîrok] xewn xeyal û jiyan
2011-12-13 17:36
:: Dilşad
info@kurdigeh.com
Xewn, Xiyal û Jîyan

Biv biva mêşan, çir çira sîsirgan, fiş fişa bayê, xiş xişa belçiman ,dengê trimbêlan, qîre vîra mirovan …wek orkestrayeka têrdeng hemîyan dengek ji xwe der dixist. Belkî şefê wan nebû lê dîsa jî ti kesê dora xwe xelet ne dikir û dengek xelet der nedixist. Di nava wê orkestrayêde..

ez , ez ê bêdeng.

Min guhdarî dikir ka kî yê xelet bibe ,ka kî yê dengekê xelet derêxe, ka kî yê vê ahenga bêkêmasî xira bike . Lê ti kes xelet nedibû û ez şaş dibûm.

Ez rê ve diçûm lê min nedizanî ka ez çi dikim.
Ez li ber wê ahengê şaş bûbûm.

Tooot toooot tooooooot

Wê gavê di wê orkestraya bêkêmasî de dengek xelet min seh kir. Deng dengê qurneya trimbêlê bû. Ez di nava rêyê de bûm û ew berûmin dihat. Nêzîk bû ,dengê frêna wê hate min , nêzîktir bû û hat ber min û min çavê xwe vekir saet 03:17 bû. Ez wê saetê şîyar bûm xewn a min qet qet bûbû, xewa min parçe parçe bûbû.

Min fekir dûr û berê xwe û mîn ronahîyek dît wek rojê bû ,lê ew ne roj bû çimko wê saetê roj hêj li ser textê xwe razayî bû û xewn didît. Ji xwe tirîjên wê ji yên rojê zêdetir, ji yên rojê quwettir bû.

Ez dîsa şaş bûbûm , dîsa dest û lepên min dilerizî, dîsa deng ji min dernediket.
Ez rabûm ser xwe û ez ber bi ronahîyê ve çûm. ez gav bi gav nêzîkê wê dibûm.her gav tezînekên laşê min zêdetir dibû û kelecana min geltir dibû.
Piştî deh deqîqe din saet 03:27 ê ez li ber ronahîyê bûm. Mîn destê xwe dirêj bikirîya min ê ew bikirîya di destê xwe de . Piştî bîstek din tezînekên laşê mîn sekinî û rûkenîyek ket ser rûyê min çimko min ew ronahî nas kir. Ew ronahî ronahîya xiyala min bû û êdî ew li ber destê min bû û êdî ew ji xiyalîyê derketî bû û ew bûbû rastîyek.

Mîn çavê xwe girt û mîn destê xwe avêt wê. Germahîya wê di laşê min de gerîya û kelecanek xweş êxist nava dilê min de. Mîn çavê xwe vekir û mîn fekir xiyala xwe ya li destê min de. Reprepa dîlê min bû…

Saet 03:54 bû wexta min serê xwe rakirî . biv biva mêşan nedihat ,qîre vîra mirovan nedihat, tekerê trimpêlan sekinî bû, êdî dinya nedizivirî, jîyan sekinî bû …

Piştî bîstek dîn saet hîn 03:54 bû û melekek hat ji min pirsî :

Çima te xiyalek tenê dikir? Ma te nedizanî jîyan ser xiyalan didome? Ma te nedizanî wexta xiyalên te xilas bibe jîyana te jî dê xrlas bibe?

Xewna min qet , xiyala min dest ê min de jîyan a min xilas bûbû.

dilşad

--------







Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...