Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Murat Bayram
 
[nivîsar] hingê
2011-12-30 10:56
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Pêşîyê xuşînîyeka asîmanan, dengekê bilin û pê re qêrînîya hevalên te tê te


( Ew ‘’ihtimal’’ her li bîra tebûye, lê her deqîqe te gotibûye ‘’… lê niho ne’’ )

Piştî wê gurmînî û qêrînîyê, tu pê dihesî ko divê tu birevî …

Tu dibêjî qey li vê dinyayê tenê tu sax mayî …

Hêdî ti deng nayên guhên te (ji dengê bilind)

Tu nabînî çawa fîşek tên …

Kunikên difina te fireh dibe, nefesa hiç diçe û tê …

Ji her derên dora te tu dibêjî qey ax ji erdê ber bi te ve difire …

Hingê tu ji hemî rêyên nas ditirsî …

Tu rêkurtên nû diceribînî …

Hingê ti ihtimalalên nekarînê an jî sekinandinê di serê te de nîne …

Tu xwe bi wan kendalan de diavêjî ko ti caran te nekaribûye tu wê yekê
bikî …

Tu diçî, diçî û diçî …

***

Hingê her tiştên dinyayê ji te re bêmeine ne …

Lê bes hezkiriyên te …

Bes hezkiriyên te têne ber çavên te, tu ji ihtimala jiyana xwe zêdetir wan
hizir dikî …

Ji emrekê te jiyayî tenê hezkirina hezkiriyên te li bîra te ye …

***

Axa ji erdê difelite li rûyê te dikeve tu li êşê nahesî …

Bes tu dizanî divêt tu birevî û tu direvî …

Tu li paş xwe nanêrî …

Tu dibêjî yên li paş te ji xwe mirin…

***

Hingê…

Mirin li te ne sar e, lê ji hezkiriyan cidabûn …

***

Hingê …

Tu ji her tiştî ditirsî …

Dar, ber, kîz, kuç, av …

Hingê tu nizanî …

Lê paşê tu dizanî ko ew ‘’ihtimal’’ bûbû rastî …

Hingê tu dizanî ko fîşkên devlixwîn didanê xwe li hestiyê hevalên te
cirisandiye …

Hingê ti keyfa te ji jiyanê re nayê …

***

Hingê …

Mirovê herî wêrekê dinyayê tu yî …

Lê heke hevalên te bimirin …

Her roja ko tu dijî, tê bibêjî qey tu neheqîyê li wan dikî…

Tê bibêjî qey her roja ko tu dijî te ji hevalên xwe dizîye …

***

Piştî hingê an tê bibî nivîskar an jî şoreşger …

Ji ber ko ew agir di dilê te de ti caran natemire …

( Ev yek ji serhatiyên min e ko serhatiyên gelek zarokên Şirnexî yên wek vê hene, wê rojê bi tenê min dê ji golika me re çilo bianiya… ez zarokekê 9-10 salî bûm … )

***

Li Şirnexê…

Kêlana zeviyan ‘’qedexe ye’’, ew meydanên ‘’parastinê ne’’ ko mirov nikare
çandiniyê bike.

Çûyina çiyayan ‘’qedexe ye’’, ew çiyayên şerî ne ko mirov nikare heywanan lê bide çêreyî …

Dar û deramet tê şewitandin ko esker dibêjin ‘’dibe ko terorîst xwe di nêv de veşêrin’’

Cerdevanî, çûna komirê, qaçaxçîtî, li serê çiyayan heywan xwedîkirin, li zeviyan çandinî … hemî jî rêyên mirinê ne …

----------------------------

‘’ ji bo 35 birayên me ko şeva dî (29.12.2011) bi top barandina teyareyên eskerên Tirkiyeyê hatin kuştin ‘’


» Miradê Gundikî