Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
[helbest] Ey baregehên bi agir sincirî!!
2012-01-14 11:41
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Ey baregehên bi agir sincirî!!

ji lûleya tifingan mirin difire dîsa,

dîsa li sergoyên te,

behn û tama xwînê, qesasan serxweş dike,

ji mirinen kujerdîyar dipirsim navê te,kenê

te,giriyê te

lê …

qet napirsim kanî çavên te?

Ew baregeh, ji agir in, ji kevir in ji qet û

weselen dil in.

***

Vê zistanê kerr û lal bû dinya,

di derguşa xewnên min de berfê lê dikir,

yek ji ya dî girantir…

saetên hesretê dest pê dikir.

kirasê bejna te spîtir dibû û noqî ronahîya çavên

te dibû dinya,

di derguşa xewnên min de .

Berfê lê dikir dîsa

û tu

û zivistan
...

tu û kuliyên berfê çendî xweşik bûn.

-----------

» Alî Bayram

----------------------------






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...