Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Omer Faruk BARAN
 
[hevpeyvîn] Rênas Jiyan û Rênasansa Janyayê
2012-01-14 23:40
Omer Faruk BARAN
info@kurdigeh.com
Pêngav: Ez bi gazincekê dest pê kim. Te çima û çawa Janya kir belayê serê ciwanên kurd?

Rênas Jiyan: “Janya” nasnameyek e, nasnameya birîn û hêrsê ye; nasnameya helbest û êşê ye; “Janya” nasnameyeke bindestiyê, serhildanê û xwe xelaskirina ji zexta feodalîzmê û ji serdestiyê ye. Ev tevde di Janyayê de hene. Ez “Janya”yê wek ‘’xak’’ekê (ûzam) dibinim. Ew biqasî evîndarekî bedew û biqasî welatekî êşkêş e, ew lixwemikurhatina civaka me ye. Janya jahr e, jahra ji bo kuştina ruhê me yê asîmîle: ‘’eger ez bê jahr bimînim ez nikarim bijîm’’. A rast, “Janya” kolandina Bîra me ya takekesî û neteweyî ye.

Pêngav: Di ‘’Ji Şevê Re’’ de Rênas Jiyan dibêje ‘’ji ber ku em bindest in helbestên me ewqasî baş in’’. Eger Janya serdest bûye ev nasname çênedibû?

Rênas Jiyan: Na, çênedibû, her berhem li gorî dem û dînamîkên xwe yên civakî dikemilin. Bindestî êş e û êş helbest e, helbet bindestî têgeheke “civakî” ye, êşên takekesî jî hene, bi êşên takakesî jî helbestên gellekî baş dikarin bên nivîsîn, gava ku hem êşên takekesî û hem jî êşên civakî di helbestekê de bibin yek helbet ew helbest wê gellekî bedew be. Ez wisa difikirim lê ez tim dibêjim derdekî me yê serdestiyê tune ye! Derdekî me yê ku em ji bindestiyê rizgar bibin û “serbest” bibin heye. Ji bo xwe û ji bo tu kurdî ez “serdestiyê” naxwazim. Em ê çavên tu kesî nerijînin lê em dibêjin bila tu kes jî çavên me nerijîne. “Serbestî” besî me ye!

Pêngav: Gelek helbestkar û nivîskarên me li dûrî welêt in, Stokolhm, Stenbol, Koln û hwd. Tu li welêt î, jiyana xwe li vir didomînî. Bandora erdnigariyê çi ye li ser helbestên te, yanê em bibêjin ji ber ku tu li vir î ev helbestên te hene?
Rênas Jiyan: “Ax” girîng e, lê gava ku laşê mirovî dibe ax û dibe Kurdistana wî êdî mesele diqede, li kû be qet ferq nake. Mesele ew e ku tu dikarî goştê xwe bikî welatê xwe yan na. Eger ez bîra xwe ji bîr nekim û ez di çûyinê de bibim kulmek axa Kurdistanê -ez ax bim elbet ez axê jî bîr nakim!- ez li kû bim jî tu pirsgirêk çênabe. Erê ez li welêt dijîm lê ez ne li welêt im jî… Helbestkar di welatan de najîn welat di helbestkaran de dijîn. Ez di Kurdistanê de najîm Kurdistan di min de dijî…


Pêngav: Di ‘’Ji Şevê Re’’ de te ‘’Klîşeyên Romana Kurdî’’ nivîsandibûn. Gelo tu dikarî bêjî ka ‘’Klîşeyên Helbesta Kurdî’’ çi ne?

Rênas Jiyan: Ez bi helbesta kurdî sebildind im. Lê wek helbestkariya her welatî di helbesta kurdî de jî klîşe hene. Hêmayên razber klîşeyeke ecêb e di helbesta kurdî de. Razberiyeke bêserûber, bêcihûwar. Li ser navê hêmayê tiştin tên nivîsîn lê ev tişt ne hêma ne, ev tişt gelekî hêsan in, mîna ‘’çavên rojê’’, ‘’porên şevê’’ û hwd. Klîşeyeke din jî helbest ne yekgirtî ye. Ser û binê helbestê ne yek e. Eger mirov helbestê wek laşekî bifikire, dest heye çav tune, dil heye gurçik tune. Di hin helbestan de jî zanîn tune ye, ev jî klîşeyeke sereke ye. Mesela em bibêjin helbestkarekî “Cemşîd’’ bihistiye û bi kar tîne, lê koka wî ‘’cemşîd’’î nizane, ew “Cemşîd” weke motîfeke dîrokî kî ye, çi ye, çawa ye, kengî ye, helbestkar bêyî ku li van zanînan bikole û dîrokê nas bike wî Cemşîdî di helbesta xwe de bi kar tîne, wê çaxê jî helbest bêwate dibe.

Pêngav: ‘’Bêwatebûn’’ jî klîşeyek e?

Rênas Jiyan: ‘’Bêwatebûn’’ ku bi wate be yanê em bibêjin ku helbestkar ‘’bêwatebûn’’ê li gorî ramanekê, felsefeyekê çêbike biqasî ji destê helbestkêr tê bila bê wate be! Lê “bêwatebûna” ji nezaniyê ne watebûn e û ne jî bêwatebûn e.

Pêngav: Wateya “Mexzena Xwînê” lê?.. Gava meriv “Janya” û “Mexzena Xwînê” dide ber hevdu ew bi êş û bîrên xwe sadetir e, sivikitir e?

Rênas Jiyan: “Mexzena Xwînê” sade û zelal e weke “av”ê ye, lê Janya” tîr e weke “xwîn”ê ye. Di “Mexzena Xwînê” de êş dawerivîne, em bibêjîn helbestkar elimiye êşê êdî, wî ev êş pejirandiye êdî. Di felsefeye de jî weha ye, piştî qonaxekê mirov hin tiştan qebûl dike ango “amor fatî”. Janya dibêje ‘’ez dikarim bê av bijîm’’, lê Mexzana Xwînê dibêje ‘’tu nikarî bê av bijî, hinekî xatirê avê zanibe’’.

Pêngav: Helbestkarên me yên jin kêm in. Di cîhanê de jî wisa ye. Li gorî te jin û helbest çiyê hev in?
Rênas Jiyan: Jin û helbest xwişkên hev in, di seriyekî de du çav in lê hev nabînin, di hembêza hev de ne, weke du çavan pirr nêzîkî hev in, lê pirr ji hev dûr in jî. Jin di hundirê xwe de dikarin berhemekê (zarok) çêbikin, ew nêzîkî berhemdariyê ne ji ber ku xwedî “malzarok” in. Lê ez dinêrim jinên kurd xwe pirr dispêrin malzaroka xwe ya biyolojîk. Divê xwe bispêrin malzaroka xwe ya ramanî. Belkî ji zextên feodalitê ye, di helbestên jinên kurd de rûyên jinan tune. Ku mikurhatin hebe wê gavê wê helbest bikemile. Jin pirr dilê xwe dibijînin mêran, ev felaketeke mezin e; lê mêr ne biqasî jinan bedew in û ne jî xwedî malzarok in!


Pêngav: Ji helbestê em dakevin tuwaletê. Hezkirina te û tuwaletê çawa dest pê kir?

Rênas Jiyan: Destpêka wê ez nizanim. Mixabin em tuwaletan diricimînin, divê em xatirê tuwaletan zanbin. Ji ber ku bi awayê psîkolojîk û biyolojîk gava ku em ditengijin û em diêşin em xwe diavêjin hundirê tuwaletê. Yek warekî em dikarin ku lê rehet û serbest bin tuwalet e. Em li welatekî ku ne azad e dijîn. Wek bindestekî ez bipirsim: Ez li dikanê azad im? Na! Ez li parlamentoyê azad im? Na! Ez li dibîstanê? Ez li mizgeftê? Na, ez li tu deran ne azad im! Ji ber ku ez bindest im şûrê serdestan ji bilî tuwaletê li her mekanê, li her warî, li her xaqê li ser min e. Eger serdestan tuwalet layiqî fethe bidîtana wê fetih bikirina. Ji ber ku layiq nehatiye dîtin nehatiye dagirkirin û ji ber ku nehatiye dagirkirin em dikarin li tuwaletan “rehet” bin. Desthilatdarî di tuwaletan de şikest. Min weke mekan tuwalet bi kar anî, ji ber ku tu nivîskarî/ê weke mekan tuwalet layiqî mekaneke wêjeyî û hunerî nedîtibû.

Pêngav: Di ‘’Di Tuwaletê De’’ çar karekter hene: Xwekuj, Fikirdar, Bixwexweşanî, Girîvan. Dema tu diçî tuwaletê tu herî zêde kî yî?

Rênas Jiyan: Ez li vê nefikirîbûm, a rast. Jixwe nivîskarê pirtûkê divê bikare bibe hemû karekterên xwe, Yanê ev polîsê ku ez jê hez nakim jî ez im, Xwekuj jî ez im…

Pêngav: Lê Bixwexweşanî? Di tuwaletê de ev her sê karekterên din ne yên kêfê ne. Bi tenê di Bixwexweşanî de zewqek, kêfek heye…

Rênas Jiyan: Te baş zeft kiriye lê tu tiştekî ji bîr dikî: Xwekuştin jî, girî jî zewqek e! Mirov kengî digihîje lûtkeya zewqê? Gava ku digirî, gava ku diêşe, gava ku xwe an jî yekî dikuje, girî û kuştin jî zewqek e. Mirovek li kûçeye nikare zû bi zû xwe bikuje, ji ber ku nahêlin. Di warê xwekuştinê de jî mirov ne azad e. Yanê hatiye li wê astê sekiniye ku mirov nikare bi awayekî azad xwe bikuje jî. Tu dikarî di kîjan civatê de bigirî? Kêlika mirov dest bi girî bike wê hema bêjin ‘’tu çima digirî, tu çima weha bûyî?”. Yanê wê azadiya te ya girînê binpê bikin. Ha dîsa, em hatin bersivê, tuwalet qada azad e! Mirov qet nebe dikare bi rehetî lê bigirî. Pirtûka “Di Tuwaletê De” li ser “fallûs”ê ava bûye, divê her xwendevan bi vê têgehê dest bi xwendina wê bike.

Pêngav: Azadî, serbestî, serdestî û bindestî… Divê ez bipirsim, Rênas Jiyan dibêje ‘’mahdê min ji serdestê min dixele’’ lê endemakî malbata 657an e, yanê di sistema serdestê xwe de ye. Nizanim lê tê yan nayê, ku ev ne fen e mela ev çi ben e?
Rênas Jiyan: Mahdê min ne bi tenê ji serdestan herweha ji bindestan jî dixele, a ku jê tê hezkirin “serbestî” (azadî) ye. Weke bindestekî mahdê min ji min jî dixele. Her sibeh ji ber ku ez dîsa weke bindestekî şiyar dibim mahdê min ji min dixele. Lê xwezî weke min mahdê her bindestî ji ber ku bindest e jê bixeliyaya, an jî mahdê her serdestî ji ber ku serdest e jê bixeliyaya. Gava weha bûya ne serdestî dima li holê ne bindestî. Lê ne giş, gellek serdest û gellek bindest ji rewşa xwe gellekî memnûn in. A ku azadiyê dikuje û taloq dike ev memnûniyet e. Min hay ji xwe heye ku ez di nav “pirrik”ê de me, lê xuya ye çi serdest çi jî bindest gellek kes ji “pirrik”a xwe gellekî memnûn in. Ez ne avakarê vê “pirrik”ê me, têkoşîna min giş ew e ku ez vê “pirrik”ê destnîşan û eşkere bikim. Ji ber vê yekê ye ku ez pirr li ser têgeha “mahdxelandin”ê disekinim, ji ber vê yekê ye ku ez dinivîsim, diafirînim û difikirim. Çi karmend, çi dewlemend, çi karker, çi xwendekar, çi gundî an jî bazirgan, serdest an jî bindest hemû kategorî em hemû di nav “pirrik”ê de dijîn, ê min ez xwe naxapînim, kî xwe di xapîne “pirrik”a wî lê pîroz be. Ez pirr dilê xwe dibijînim “mar”an, ji ber ku mar axê dixwin, lê mixabin hê qabiliyeteke wisa bi min re peyda nebûye. Rast e, weke beden ez bindest im, lê bi awayê ramanî û ruhî min xwe ji bindestiyê xelas kiriye. Bi dehan helbestên weke kêrê min nivîsandine. Ne ji bo bedena min ji bo ruhê min ez dibêjim qey ez xatirekî heq dikim.


Pêngav: Çima ne ‘’Ji Rojê Re’’ lê ‘’Ji Şevê Re’’?

Rênas Jiyan: Ji ber xerabiyê, ji ber xewnan û hêmayan, ji ber bêdengiyê! Çirûsk kengî dibe çirûsk? Bi şev! Mirov kengî xewnan dibîne? Bi şev. Şev, rast e xerabiya xwe heye lê başiya xwe jî heye. Şev her tiştî dinixûmîne. Mirovek dikare tê de xewnan jî bibîne, dikare qaçax jî bibe, dikare bê kuştin jî. Şev têgehek gellekî fireh e. Ji ber vê yekê ez ji şevê re dibêjim, ew împeratorî ye, ligel hemû başî û xerabiyên xwe.

Pêngav: Berê helbest, paşê şano, paşê cerribîn-rexne. Rênas Jiyan xwe wek helbestkar dibîne yan nivîskarekî pir-alî?

Rênas Jiyan: Nivîskarekî pir-alî. Carinan hinek heval yan xwendevan tên dipirsin ‘’ka tu çi dinivîsi?’’. Birastî ez hinekî şaş dimînim. Ez çi dinivîsinim? Helbest û şano û cerribîn-rexne li hêlekê herî dawî min li ser ekonomî û antropolojiyê nivîsî. Yanê bi tenê lewnên wêjeyî na, herweha teorî û zanyarî jî min têkildar dikin. Felsefe, delala min e.

Pêngav: Em dikarin bêjin ku Rênas Jiyan wê bi pirtûkeke nû derkeve pêşberî xwendevanan?

Rênas Jiyan: Helbet…

Pêngav: Mizgîna te bi xêr be?..

Rênas Jiyan: Di hundirê salekê de min dil heye ku ez pirtûkeke nû biweşînim.
Pêngav: Ê em li bendê bin ka dê çi ji ‘’BÎR’’ê derkeve. Pirsa dawî: Te 37 sal li dû xwe hiştine û li gorî hesabê Cahîdê Amedî ji nîvê rê kêmtir maye. Ka tu ji ciwanan re çi dibêjî?

Rênas Jiyan: Bi tenê hevokek: Ku we ji tiştekî hez kir xwe ji bo wî tiştî “biêşînin”!

Pêngav: Gelek spas bavê “Semîramîs”ê!

Rênas Jiyan: Ez spas dikim ji bo Pêngavê.

----------

Omer Faruk Baran / Havîn 2011 / Diyarbekir

:: Kovara Pêngavê – hejmara 6ê
----------------------------








Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...