Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Dilşad
 
[nivîsar] dilo
2012-03-11 22:34
:: Dilşad
info@kurdigeh.com


Xewn, şeva tarî ,ez û dilê min ê belengaz. Em li ser yek cihî razayî bûn. Di

şeva tarî de dilê min li xewnê hesîya xewnê tiştek nîşanî dilê min kirîbû lê

ji min re nedigot ka çi dîtîye. Bû rep repa dilê min ê belengaz. Dilê min

dîsa xwe negirtibû û her gav rep repa wî zêdetir dibû.

Rep rep zêde dibû û her repînîyek ya dilê min dibû hestek û ji nêva sîngê

min, mîna giyayek ji nû ve ji erdê zîqil bide, derdiket . zîqil dida û di wê

taristanîyê de li xweyê xwe , li roja xwe di gerîya.

Her gava paştir hestên min zêdetir dibûn û hêdî hêdî mezel tejî dikirin.

Min di nav wan hestên spî û spehî, şirîn û şekirde melevanî dikir.Ey xuda

çi qas xweş bû ew melevanî. Ji a te xweştir bû ey Ferat, ji ya te gelek

şirîntir bû ey Dîcle, Behra Wanê qusûrê nefeke lê ji ya te gelek mezintir

bû ew behra hestan.


Ew şeva tarî bi şeveqekê ronî bû.tirêjên wê ji yê rojê xurttir bû û çavên

min kor dikir .Ew şeveq dîsa ji nêva singê min der diket . Ne wek wan

hestên din zîqil dida . Min nas nekir ew kîjan hest e. ji dilê min derket û

hat ber çavên min sekinî û ji min re got:

- Ez, ez hesta te ya herî xurt im..Ez ji nêva dilê te , ji kakilê dilê te

hatim.ez im xweyê rep repa dilê te ,ez im bingeha van hestên tu dibînî.

Ez şaş, ez tirsayî , ez dilşad ,ez ….

Êdî min tenê ew hest didît, êdi hestên din ew qas xweş û şirîn ne dihat

ber çavên min. Min hêz da xwe û min jê pirsî

--Erê tu kîjan hest î? Çawe tirêjên te ew qas xurt in? Çawe tu bingeha

hestên din î?

Şeveqên xwe geştir kir û ji min ra got:

--Ma te ez nas nekirim? Ezim ez, hesta Evînê. Wateya jîyana te , wateya

hebûna te

Ez êdî ne şaş , ne tirsayî bûm tenê ez dilşad bûm


Û xwe geştir kir û got:

... ji bîr neke heke ez nebûma dilê te yê bisekinîya û tu dê bimirîya

Û hemû hest kom kir û disa di singê min de çûn di dilê min de.

Min jî bang kir dilê xwe:

--Hooo Diloo!!

Ma qurbanîyê evînê yê nû Dilşad e? Ma Mem û Zîn tê ra te nake , Xecê û

Sîyabend, Binefşa Narîn û Cembelîyê Mîrê Hekarîyan…

Dilo, Dilo ka bêje min

ma nîyeta te heye tu min bikujî ?

DILŞAD