Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Husein MUHEMMED
 
[rexne] Gotinên gunehkar û çend fikrên yezdanî û şeytanî
2012-04-02 16:27
Husein MUHEMMED
info@kurdigeh.com
— Di novela dirêj ya Hesenê Metê ya bi navê ”Gotinên Gunehkar” de xwendakarekî dîn û diyanetê ji Wanê bar kiriye rojavaya Tirkiyê. Li wê derê li mizgeftê camêrekî dinase. Paşî dibe kirêgirê wî û taliyê jî carekê diçe gundê kirêderê xwe û lê dibe mêvan.

Hem leheng û hem jî malbata mazûvan dîndar û teqwa ne. Lê li gund zû hin bûyer diqewimin ko dîwarên dîndariya xwendekarî diherifînin.

Leheng dibîne ko marek hatiye mala mazûvanan. Ji ber ko malxwê û kevanî pîr in, xwendekar xwe neçar dibîne ko rabe marî bikuje yan biqewirîne. Xwendekar ji mazûvanên xwe re behsa xirabiya maran dike ko di berhemên pîroz yên hemû dînan de tê vegotin. Lê kevaniya pîr rê nadiyê û dibêjiyê ko ew marê malê ye û pîroz e.

Paşî leheng guhdariya serpêhatiya babê kevaniyê û maran dike: marekî ew ji mirineke bêbext rizgar kiriye. Herwiha malxwêyê malê hê zêdetir jî derbarê xwezûrê xwe yê bi navê Mekrûs û welîtiya wî ji xwendekarî re dike.

Mazûvan malbateke halxweş in, wan rez û mal û milkên berfireh hene. Mala wan hinekî ji malên din yên gund varê û veder e.

Di navberekê de zarokên malbatê yên yek kur (Aryan) û yek jî keç (Nagîna) lê cêwî jî ji karê nav rezan vedigerin malê. Dîsa kevirek ji dîwarê dîndariya lehengê me dikeve dema dibîne ko Nagîna bi awayekî nepayî servekirî ye, bê şerm û jixwebawer destê wî digire û dihejîne.

Lê hê jî kembaxtir: dilê wî zû li keçikê xirab dibe, nikare tehemil bike û dikeve bin bandor û tesîra wê. Ev ji xwendekar re hesteke nû ye û di çavên xwe de hem ji malbatê şermezar û hem jî li hemberî Xwedê rûreş dibe.

Devera bûyerê jîngeheke dîrokî ye: li şkeftên nêzîk – ko leheng diçe bibîne – pût û peykerên kevnar hene. Lê ne tenê ew: tê bawerkirin ko ew dereke efsûnî ye û heta perî (di kitêbê de ”perîzade”) jî lê hebûne û mirovan hewl daye wan bigirin û bikin jinên xwe.

Leheng qaşo guh dide wan çîrokên malxwê û kevaniyê û heta li wan deran digere jî. Lê di rastiyê de Nagînayê hemû mejiyê wî dagirtiye û çavên wî li tiştên din kor kirine. Ev dera kitêbê tijî heyecan e, tixûbên rastî û xeyalan şêlû û tevlihev dibin. Leheng ji şkeftan vedigere lê bi dizîkî çavdêriya Nagînayê dike ko di navberekê de li nav rezan hêdî-hêdî xwe rûs û tazî dike. Xwendekar wisa lê dinere heta ko taliyê êvar bi ser de tê, dinya tarî dibe û ihtimal e ko leheng ji ber tarîtiyê dihilingive, dikeve, serê xwe li derekê dide û pê re dikeve macerayeke giyanî.

Macera – bi qesta nivîskarî be yan na – hinekî dişibe mihracê anku gerra esmanî ya Mihemed-pêxember ko tê de ew gelek pêxember û melekan dibîne û heta nêzîkî Xwedê jî dibe. Lê gerra lehengê me ne geşteke yezdanî lê yeke şeytanî ye.

Ew dûr û dirêj li pey Nagînaya tazî li avekê digere. Paşî Nagîna – li wî alî bi navê Demora – wî dihêle û Mekrûsê bapîrê wê tê pêş wî. Mekrûs behsa jiyan û serpêhatiyên xwe û sebebên dilsarbûna xwe ya li dîn û diyanetê dike û rêya ”Mîrê Mezin” anku Şeytanî dide ber xwendekarê îlahiyetê.

Êdî xwendekar bi temamî beniyê Demorayê û gotinên Mekrûsî ye û dixwaze xwe bigihîne ”rastiyê”. ”Rastî” jî versiyona Şeytanî ji çîroka afirandina ademîzayan e.

Xwendekar digihe bal ”Mîrê Mezin”. “Mîrê Mezin” dibêjiyê ko berî afirandin û xuliqandina mirovan, Xwedê gazî wî kiriye û behsa planên xwe jê re kiriye: Ew dixwaze mirovan ji axê biafirîne.

Mesele nakeve serê Şeytanî û aqilê wî jê nabirre. Pêşbînî dike ko mirov ê bikêmasî û nazik bin û di ser re jî ew ê hev biêşînin. Xwedê dibêjiyê ko jixwe Ew hez dike mirovan bikêmasî biafirîne û wan hewceyî xwe bike daku ew hêz û hunera Wî bibînin û bibin heyran û evîndarên Wî û afirmendiya Wî.

Li gor “Mîrê Mezin”, Xwedê ev hemû ji ber ezperistiya xwe kiriye. Di ser re jî, niha ko ademîza bi hev ketine û malê li hev wêran dikin, Xwedê hilkişiye jor û dûr û êdî – piştî di şiklê Mesîhî de – piyekî Wî bi erdê neketiye. Wî mirov li ber bextê hev yê bêbext hiştine.

“Mîrê Mezin” dide zanîn ko ew bi xwe (Şeytan) ne tawanbarê vê malkembaxiyê ye, trajediya mirovan ne binasên (sûcên, xetayên) wî ne. Ew tenê dixwaze rastiya tal bi mirovan bide zanîn.

***

Navê pirtûkê “Gotinên Gunehkar” e. Xwendekarê dîn û diyanetê zû ji baweriyên xwe yên dogmatîk vediqete, di ser de dice û – bi termînolojiya dînî – dixurife.

Dîn û diyanet bi taybetî van dehsalên dawîn li Rojhilata Navîn ji rêç û rêbazên wan yên kûr û felsefî hatine rûtkirin. Em rojê pênc nimêjan dikin, bi lez û bez hevdeh caran sûreta el-Fatihe dixwînin bê ko em bizanin yan fehm bikin ka armanca bingehîn ya wê çi ye. Em remezanê, li germaya havînê ji spêdê ta êvarê xwe devziwa û zikqurmiçî dikin tenê daku ji rojavabûnê ta rojhilatinê her tiştî raheşînin xwe û xwe pê nesax bikin. Dîn û diyanet ji gelekan re êdî tenê amûr û aletên hezeyan û kerb û kînan in.

Belkî siûd û bextê baş yê Hesenê Metê be ko wî kitêba xwe bi kurmancî nivîsiye – bi zimanekî bêxwedî ko ne mereqa dewlet û desthiladaran dikêşe (ji bilî ji ber qedexekirina wî) û ne jî xwediyên wî zimanî pûte pê dikin. Yan ne, belkî nivîskar ê neçarî jiyana zindanan yan jî ya binerdî bibûya.

Lê Hesenê Metê bi xwe yek ji wan xwediyên baş lê kêm yên vê kurmanciyê ye. Kitêb bi kurdiyeke rewan, hema bêje bê kêmasiyên rêzimanî hatiye nivîsîn. Hêjayî pesindanê ye ko Hesen mijareke di edebiyata kurdî de ne mode hilbijartiye. Lê ew bi xwe jî carinan hin peyvên mode wek “ol” (ji tirkî “yol=rê” > terîqet > dîn) û “oldar/oldarî” bi kar tîne bi texmîna ko ew peyvên resen yên kurdî bin lê “dîn” ne kurdî be. Lê di rastiyê de “dîn” bi hezaran salan berî hatina îslamê jî li Rojhilata Navîn hem di zimanên îranî (kurdî, farisî û hwd) û hem jî yên samî (erebî, akadî, aşûrî…) de hebû. Li gelek cihan jî wî peyva “pîroz” bîlasebeb wek “pîrozwer” dirêj kiriye.

Herwiha Hesenê Metê di gelek peyvan de “u” li cihê “i” tercih dike: “nuha” (niha), “wusa” (wisa), “awur” (awir) û di bin bandora tirkî de “hewuz” (hewz – tirkî “havuz” – hemû ji erebî “hewz”) û heta “zewucîn” (zewicîn) jî ko ev ya dawiyê bê guman şaş e.

***

Lê em dîsa li mesela Yezdan û Şeytan vegerin. Di kitêbê de, bi ser ve, Şeytan kesekî sempatîk dixwiye. Wî berî belaya mezin anku afirandina mirovan rastî ji Xwedê re gotiye lê Xwedê ji qurretiya xwe guh nedayiyê. Di ser re jî nalet li Şeytanî hatiye barandin, ew ji meqamê xwe yê bilind hatiye qewirandin û Xwedê û berdestiyên xwe anku melek û pêxemberan bi xirabî navê wî li dinyayê belav kiriye.

Hesenê Metê dide diyarkirin ko heqbûna Şeytanî tenê bi zarê kurmancî tê vegotin (amajê bi qewlên êzidiyan dike tevî ko yekser nabêje jî). Lê di rastiyê de Şeytanî (Iblîs) cihekî taybet û gelek bilind di sofîtiyê de heye:

Bi giştî di îslamê de tê bawerkirin ko Xwedê piştî afirandina Ademî, li hemû melekan ferman kir ko xwe li ber bejna wî bitewînin û biçemînin. Tenê Iblîsî bi fermana Xwedê nekir. Di îslama sinî de tê bawerkirin ko Iblîs ji qurretî yan ji çavnebarî wisa nekir. Lê di nav gelek sofiyan de hatiye bawerkirin ko Iblîs nexwest bi ti awayî ji bilî Xwedê ti kesî yan ti tiştî biperêse loma wî xwetewandina li ber Ademî jî wek şirkê hesiband û red kir. Bi vî awayî, tê bawerkirin ko Iblîs xurttirîn bawermend û bihêztirîn Xwedê-tirsê hemû gerdûnê ye. Sofî yekser nebêjin jî, di nav rêzikan de encam diyar e: Şeytan biheq e û Xwedê neheqî li wî kiriye.

Anku eger mirov çîroka Hesenê Metê yan jî ji sofiyan bawer bike, Şeytan bi her awayî biheqtir û bêkêmasîtir e. Lê di rastiyê de ew tîpekî gelek sar e û ji mezintirîn hêjayiya gerdûnê bêpar e: evîn û hezkirin li nik wî peyda nabe. Ew ne hez dike û ne jî dixwaze were hezkirin:

Li gor kitêbê, wî di destpêka Afirandinê de ji Xwedê re gotiye ko bila mirovan neafirîne ji ber ko ew ê bikêmasî bin û hev biêşînin? Yanî hema hew?! Ma Şeytan ji mirovheziya xwe wisa gotiye? Ma eger mirov zarokhez be, mirov ê bixwaze ew tine bin daku neêşin?!

Her yek ji me kêm-zêde ji jiyana xwe nerazî ye. Heta carinan em nifirînan dikin û dibêjin ko xwezî min ev jiyan nedîtibûya yan ji vê rezaletê xilas bibim. Lê gelo çend kes ji me bi rastî dixwazin dawiyê li jiyana xwe bînin yan rê li ber devê demanceya li me hedefgirtî negirin? Ev tê wê maneyê ko em ji nebûna xwe zêdetir bi hebûna xwe razî ne.

Gelo Iblîs ji çavnebarî yan jî ji pozbilindiya xwe li ber Ademî xwe neçemand? Bersiv ne hewce ye: Iblîs jî melekek bû û melek agirî ne, bo peristina bêîrade ya Xwedê hatine programkirin, robot in. Ew kamil û bêkêmasî ne. Lê dîsa jî – yan jî tam ji ber hindê – ew bi kêr nayên ko bibin yar yan evîndar:

Evîndar hewceyî kêmasiyan e: divê ew xwe kêm bibîne û kesekî ji hin aliyan ve di ser xwe re bibîne daku bibe heyran û evîndara/ê wê/wî. Lê yar bi xwe jî divê bikêmasî be daku tiştekî ko ew pêwîst be pêşkêşî wê/wî were kirin. Eger ne, ma ew ê çima ti evîndaran li xwe bike bela?!

Loma Xwedê nexwest mirovan wek melekan bêkêmasî û programkirî biafirîne. Erê ew jî rast e ko di her evînê de pileke egoîzmê jî heye: berevajî melekan, Xwedê mirov kirin xwedî hêza evîn û hezkirinê û pê re jî îradeya azad da wan. Lê Wî xwest ko mirov jî ji Wî hez bikin. Anku Şeytan di texmîna xwe de ne bi temamî şaş e dema dibêje ko Xwedê ji xweperistiya xwe mirov afirandine.

Lê “Mîrê Mezin” bi lojîka xwe ya sar, bi “rastbûn” û “biheqbûna” xwe ne tenê li hemberî Xwedê pozbilind û heqaretker e, ew herwiha fehmkor e jî: dilê wî yê sar û req ji evînê bêpar e û – ji ber ko evîn bê kêmasî nabe – ew pesnê xwe bi “bêkêmasîtiya” xwe dide.

Pirsa giring ya felsefî ne ew e ka gelo Xwedê û Şeytan bi rastî hene û kî ji wan biheqtir e. Eger bi rastî ew tine bin, ya giring ew e ka mirovan ew wek çi “afirandine”. Yan eger hebin jî, dîsa ya giring ew e ka mirov çawa wan fehm dikin û dibînin.

Mirov Xwedê bi her awayî ji Şeytanî “mirovtir” dibînin. Xwedê ji evîn û hezkirina xwe mirov afirandin û – eger em termînolojiya sofiyan bi kar bînin – Ew dixwaze ko mirov Wî wek Yar bipejirîne. Xwedê hem ji me hez dike û hem jî dipê ko em ji Wî hez bikin – û hem jî, wek her yar û evîndarê/î, Ew jî carinan dixeyide û tê xezebê jî. Bi taybetî jî eger em bi temamî ne dilsozên Wî bin: anku em bibin “mişrik”, evîndarên hin xwedayên din.

Lê karaktereke giring ya Şeytanê li gor sofiyan yan li gor vê kitêba Hesenê Metê jî heye. Ez çawa bibêjim: ew ji gelek aliyên xwe ve “kurd” e: bi komplekseke kesên têkçûyî dijî: pesnê “rastbûn” û “biheqbûna” xwe dide, dide diyarkirin ko xedir û bêbextî lê hatiye kirin. Alîgirê rastiya mitleq e lê ji rastiya pratîk û pragmatîk bêpar e. Di nav mija nostaljiya dîroka xwe de dijî lê ti plan û projeyên diyar bo siberojê nînin û nizane ka çi û çawa bike daku ji rewşa heyî rizgar bibe.

Hesenê Metê: “Gotinên Gunehkar”, novel, 174 rûpel, Weşanên Apecê, Stockholm 2008