Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
[helbest] ne mixabin
2012-04-10 07:34
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Gulê ji dilan diçinim
gula dil tu yî.
dil di qefesê de exsîr e
qefesa dil tu yî.
her naxeyedim ji dil,
vîyan û azara dil tu yî.


***

Yar li ser texte dil rûniştiye
li kêlekê ez,
gerden morî û mircan veristî ye,
ji guharkên yarê zinginiya biharek nû dibare,
ma ne ji perpitîna dile min e ew bêdengiya te?


***

Ez napirsim di dojeha kî dilî de vemiriye,
di goristana kî temenî de veşartîye,
ya min û ya te tenê " rojek ji rojên eşqê bû".
Çîrok bû çîvanok bû ya rasttir metelok bû.
Ne mixabin…


:: Alî Bayram