Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Al. Doç. Dr. Îbrahîm Seydo AYDOGAN
 
[şîrove - nêrîn] gelo çi qîmetê zimanê kurdî, ji bo zarokên kurd heye?
2012-04-10 22:49
:: Al. Doç. Dr. Îbrahîm Seydo AYDOGAN
info@kurdigeh.com
"Ziman bi zarokan şîn dibin, bi zarokan geş dibin û bi zarokan dijîn. Di cîhana zarokan ya kişfkirin, naskirin û binavkirinê de, ziman jî nuh dibin û ji nifşan derbasî nifşên nû dibin. Heger em bixwazin zimanê me her bimîne û bijî, divê em bikin ku zarokên me bi kurdî bilîzin, bi kurdî fêr bibin û bi kurdî bijîn. Zimanê ku zarok pê dipeyivin nikare ji holê were rakirin...

Gava ku zarokek li malê fêrî zimanekî bûbe, ew dikare bi zimanê xwe baştir fêr bibe û ji yên mîna xwe zîrektir be. Lêkolînên zimannasiyê nîşan daye ku tu perwerdehî nikare bikeve şûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, lewre di perwerdehiya bi zimanekî din de, pêvajoya kişfkirin, naskirin û binavkirina zarokan vedigere serî û ev jî dibe wendakirina ji dema perwerdehiyê û ya fêrbûyinê ku rêyê li ber pêşketina zarokan digire."

Doç. Al. Ibrahîm Seydo Aydogan
[ Zimannas, edebiyatnas – Serokê Pişka Kurmancî ya Enstîtûya INALCOyê, Zanîngeha SORBONê ]


Têbînî: Ev şîroveya Îbrahîm Seydo Aydoganî li paşbergê kitêba ""têgehên berovajîyên hev"" ya Weşanxaneya DELALê hatiye belavkirin.