Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Dilşad
 
[çirok-helbest] Qehweya Kewzanan*
2012-04-20 07:49
:: Dilşad
info@kurdigeh.com
Qehweya Kewzanan*

Nefesek ji kûrahîya dilê xwe kişand. Bêhna qehwa kewzanan di xim-ximkên difna wî de çûn hetta paş-mezela cerkên wî.

Nefesek kûrtir kêşa.

--Çi qas bêhna te xweş bû yarê!!

Du berdaq şîr berda di cezwî de û kefçikek qehwa kewzanan kir tê de. Cezwe danî ser pelan û dest bi têkdanê kir. Di wê zivrîneka şî rde winda dibûn parçeyên qehwê.

--Min di zivrineka xwe de winda bike û bigêjine dilê xwe yarê

Cezwe germ dibû û hêdi hêdî bilbeqên kelanê jê di hatin.Destê wî piçekê dişewitî lê dîsa jî dest ji têkdanê ne berda.

--Di germahîya laşê te de ez şewitîbûm yarê!!!

Cezwe ji ser pelan danî û fincana xwe dagirt. Toka şîr serê fincana wî girt. Bi tilîya xwe ew tok avêt devê xweda.

--Çi qas tu şirînî yarê

Firek li qehwa xwe da.Parçeyek ji kakilê kewzanan ket ber didanê wî di nav didanê xwe de ew kakil hûr kir.

--Tahma lêvên te ma tê ji bîrkirin yarê
Hêdî hêdî qehwe xilas dibû.Girava qehwê der diket meydanê. Biçek ji giravê hat ber devê wî. Tahma devê wî tehl bûbû. Da ku wê tahmê ji ber devê xwe bibe qehweyek din dagirt.

--Di behra çavên xwe de min nedane ser giravekê bi tenê

--Di behra çavên xwe de ,

--Kakilê dilê xwe bide min.

--Qehwa min xelas yarê

--Min bes serxweş bike bi Qehwa Kewzanan.

______

*Kewzan: kizwan, fêkîyê dara benê ye ji fisteqan hûrtir e, girover e, rengê
yên sewayîn kesk e û qehwe, sabûn, xin, xaloxin… jê tê çêkirin…

_______


::: Dilşad - kurdigeh.com