Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
[helbest] Evînên qedexe kedî nabin.. Kew di rikê de, berx di kozê de azad nabin!!
2012-04-28 15:52
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Tu li min bar neke
Yê kû li zindana xwe xeriqî
Destên ji têlên kemanê xeyidî
Parsekê li taristana xwe vegeryayî
Deriyê dil ve-girtiye
...
Nefesek ji jiyanê
Tamsar e kalanmar e
û êrişkar e awirên te

Devê min tejî nifirin
Digevizin di şikeftê de
Bipekin ji ber didanê min tufan e
Bimînin berf û baran e
û tû li min bar neke
Evînên qedexe kedî nabin
Kew di rikê de
Berx di kozê de azad nabin
Ji çavê min bade
Awirên xwe
û devê min venneke.

-----

:: Alî Bayram - www.kurdigeh.com