Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Ayhan URMÎYE
 
[îronî] Zexêya cîrana me bi hebikên didanêşê dîkên bêdidan sax dike ?!
2012-04-29 12:24
:: Ayhan URMÎYE
info@kurdigeh.com

Hebek heye ku jê re dibêjin îboporofîn îja gelê me ewê ji bo dermanê hemû derdan bi kar diînin ?!

ji kansera cerg girtî heya sir û tansîyonê...!

gunde me de jê re dibêjin hebê penbe ...! xweda jê razî be min jinmameka hunermed heye ko a niha jî bûye doxtora elok û mirîşan

ka , jinmama min temam hebê ku benî adem bi kar dibe dide elokê xwe ...!

rojekê dîkilê wî pir nesax bû, jinmamê şerbeta ta"ê di gel îboporofîn û istamînîfonê tevhev kir û kire gevîya dîkilî de , mixabin hindek caran dermanê jinmamê baş kar dikrin û wê roj dîkilê wê dengê zirnayê derdêxist ....!

jinên gundê me jî çav li jinmamê dikin û heta hebê didan êşê jî didin mirşkan ....!

baş e mirîşka didan çinînin ....!

jinek din ya gund ko cîranê jinmama min e ewî jî biryar daye ku baştirîn derman ji bo mirîşkan Tiryak e ( Tiryak madeyek efyûnî ye ) .

Zexê dêje eger mirîşk melûl bin sedema vê ewe ko hêstikê van dêşin ...!

eger libek tiryak mîna hebekê bidin mirîşka yê êşa van here û vekî gamêşan yê dahn bixon ....!

elbet min basa tiryakê kir mihtadê me hatin bîra min , xwedê piparêze roj bi roj jî zêde dibin , heya 3 paşnîvro di xevê de ne , saet 3 "ê jî heta 5 roja din ser menqelê pif dikene ...!

îja dema van ji bo terbîyata zaroka jî zaf dimîne ...!

lê keyfa van Zexê nayê ber ko biryara Zaxê ji bo dermanê mirîşka bû sedema biha bûna Tryakê ....!
van roja gel gelek nexwe

ji hiş dikevin ber ko ew zemanê berê bû ko gel rûnê heyvana ( rûnê kurdî ) dixwar ....!

xwedê dizane ko rûnê kurdî ewqa qelewk dike ....!

em çûne nexweşxanê ku xizmekî xwe zîyaret bikin , qata yekê de me kesek din jî nasîyar dît , 4 qedem vêdatir 14 kes li xizm û qewm û kesên me ref girêda bûn ...!

yanê hemû li vir bûn ji ber ku kesên ko tên bo zîyaretê rêya xwe winda nekin ...!

em man navbeyna nal û bizmal de ...! xwedêo em herin zîyareta kîjanî ? me jî tenê gulek kirîye ....!

ez ê belengaz mam mejbû 14 caran herin qata 4 û bê qata yekê gula ji bo nesaxa bikirin vele a niha jî hêstikê min dêşin qerar e ez herin cem Zexê yê bilek tiryak bide min dêjin bo hêstika gelekî baş e .

ema dermanên gîyayî ko kurmamê min ava

Şîlandikê baştirîn derman ji bo şekerê dizane ...!

kesek din digot nexweşîya min gelek zor bû çi doxtora ez derman nekirin lê ez teslîm nebûm û ez çome çîya min hemû gîya test kirin ber ko sax bim herî dawî min Mazîçink xwar ...! ( ker jî mazîçink naxo ) ew min re bû derman .

elbet me hindek rêyên kevneşop jî bo derman kirina derda heye ko vekî derzîyê çînîyan e , bo mînak îskan girtin ...!

elbet em zêde ji bara girtina dest û pêyên işkestî di dinyayê de nav û deng in ...! û navê gelek derdê ku niha di dinyayê de ser zimanaye me pêştir dizanî vekî : Kerheng , Satilcemî , Qolinc û hwd ....

-------

:: Ayhan URMÎYE