Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Omer Faruk BARAN
 
[hevpeyvîn] Abdullah Keskîn û Weşanxaneya AVESTAyê
2012-04-29 13:47
Omer Faruk BARAN
info@kurdigeh.com
Ne hewceyî danasîn û reklamê ye, jixwe hemû xwendevanên kurdî dizanin ku weşanxaneya Avestayê yek ji kevntirîn û mezintirîn weşanxaneyên kurdî ye. Me bi edîtorê Avestayê, birêz Abdullah Keskin re hevpeyvînek çêkir. Pisîka Avestayê, Kuncî jî wekî ku bixwaze li ser pirsgirêkên pisîktiya weşangerên biaxive heta dawiya hevpeyvînê li dor me geriya. Lê me guh neda wê.

Gava Avestayê dest bi weşandina kitêbên kurdî kir, yanê 15 sal berê zextên li ser kurdî pirr bûn. Em bêjin ew konjoktura siyasî hinekî guherî, rewş hinekî baştir(?) bû, lê li ber weşangeriya kurdî hê jî eynî pirsgirêk hene gelo? Wê çaxê pirsgirêkên weşangeriyê çi bûn îro çi ne?


ABDULLAH KESKİN:
Me di sala ‘95an de dest bi amadekariya weşanxaneyê kir. Lê me di destpêka ‘96an de dest bi weşanê kir. Jixwe şeş mehên pêşî cîhekî me jî tunebû. Ez ne şaş bim, di ‘95an de sê kitêb li ser Kurdan derketibûn û yek jî ne bi kurdî bû. Me bi taybetî xwest ku wek prensîb kitêbên me bi kurdî bin û yekem kitêba me kitêba Şêrko Bêkes bû. Ji soranî me adapteyî kurmancî kiribû. Heta niha li dor bîst kitêbên me hatin qedexekirin. Dudu ji wan kurdî bûn. Helbet dewletê ne ku kurdî serbest dikir û ji kurdî hez dikir qedexe nedikir. Nedixwest ku kurdî binase yanê. Dema tu kitêbeke bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin qedexe bikî, tu statuyekê didiyê. Ên me ji wan bîst kitêban du kitêbên Mehmed Uzun li Diyarbekirê hatin qedexekirin. Li gor qanûnan kitêbekê li kîjan bajarî hatibe çapkirin divê serdozgeriya wî bajarî di nav şeş mehan de dozê lê veke. Heke şeş meh derbas bibe nikare dozê lê veke. Kitêba Mehmed Uzun, Bîra Qederê, herhal polîsekî kurd wergerandibû. Bîra Qederê di nav parantezê de nivîsandine, Bira Ku Derê? Yanê ‘’kardeşim nerede’’ (Ji bilî Kuncî em her sê jî dikenin, paşê Kuncî jî fehm dike û dikene). Ev komedî ye, bi vî awayî dozger wê çawa dozê li kitêbên kurdî vekin?!


Yek Bîra Qederê bû, ya din kîjan bû?


ABDULLAH KESKİN:
Ya din jî Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê bû. Yanê wê çaxê te Nutuk a Ataturk jî Qur’an jî bi kurdî çap bikira qedexe bû.


Di destpêkê de gelek helbest dihatin çapkirin. Lê van salên dawî ji bilî rêza Şahmaranê, Avestayê hema bêje qet helbest çap neirki. Çima gelo?


ABDULLAH KESKİN:
Na, em çap dikin. Helbest tu carî cîhê wê nayê guhertin. Heta hetayî jî wê helbest hebe. Rast e ku ji bo kurdî ronesansek çêbû. Lê wekî ku kesên gundî helbestan dixwîne û kesê bajarî jî romanê dixwîne. Yanê tiştek wisa şaş hat fehmkirin. Rola helbestê ji berê muhîmtir e. Çiqas biçe jî bawer dikim wê bêtir eleqeyê bibîne. Kitêbên helbestan ku me çap kirine ne kêmî 80yî ne. Lê hinek jê tirkî bûn. Vê dawiyê tên Hicri İzgören jê maye. Û Metin Kaygalak. Ji ber ku êdî navê wan bi awayekî rûniştiye, navdar bûne. Lê êdî pêdivî bi tiştên nû heye. Ez jî xwe wekî xwendevanekî dibînim, berî her tiştî ez xwendevan im. Em bêjin pênc salan, şeş salan tu wek xwendevan eynî tiştan bixwînî tuyê aciz bibî. Mesela yek dibêje; ‘’Tu helbestên Cegerxwîn çap dikî, helbestên min jî wek yên wî ne, tu çima yên min çap nakî?’’ (Nexêr, mixabin vê carê Kuncî jî wekî me nekeniya)



Yanê tiştekî nû tune ye, ji ber wê helbest nayê çapkirin?


ABDULLAH KESKİN:
Ez nabêjim tune ye lê kêm in. Mesela helbestvanên me yên herêmekê dixwazin eynî wekî Ehmed Huseynî binivîsin. Yan jî hin hene wekî Cegerxwîn dinivîsin. Jixwe ew hatine nivîsandin!


Ji aliyê çîrokan ve rewşa Kurdiyê çawa ye? Gelo wê çîroknûsên ciwan bikaribin desthilatdariyê romanê bişikînin?


ABDULLAH KESKİN:
Helbest ji berê de xurt e û stîleke pir pir kevin e. Di nav nu’wên edebî de ez bi xwe herî zêde çîrokê serkeftî dibînim. Mînakên serkeftî ji romanê gelekî zêdetir in. Çîrok kemilî ne. Hinek roman zêde sebr dixwazin, zêde wext dixwazin. Nivîskarên me bêsebr in. Bi berhemê bêhtir bi encamên wê re eleqedar dibin Piranî encamên wan romanan jî tune ne! Difikirin ku gava kitêba wan hat çapkirin wê wekî popstarekî eleqeyê bibînin. Mixabin ji ber ku em her dem di dema avakirinê de ne. Pir kêm kes dinasim ku du salan li ser romanekê xebitiye, ev xetereke pir mezin e. Gelek nivîskar hene ku berî romanê helbestan yan jî çîrokan dinivîsin. Destpêk çîrok e, ev û roman bi hev ve girêdayî ne. Ez bi xwe vê yekê fehm nakim. Lê tabî kolan wisa ye, trend wisa ye. Kesên ku tenê bi çîrokê dimînin kêm kes in. Mesela wextekî Helîm Yûsiv çîrokên pirr surreel dinivîsin. Piştî wan çîrokan, çi dosyeya çîrokan bihata, em bêjin lehengê çîrokê baz dida ser kerê. Yek, du sê… Mirov aciz dibe. Tiştekî din bibîne camêr!... Tiştekî din jî, ji bo wergerê gelek weşanxaneyên biyanî dema tu dibêjî çîrok lê nanêrin…


Gelo ji ber piyasê ye, yanê ji ber tirsa firotinê ye?


ABDULLAH KESKİN:
Ez bawer im tesîra wê jî heye. Lê li bal nivîskar, xwendevan û weşangerên kurdî fikrek wiha çêbûye ku çîrok tiştekî nizm e û roman bilind e! Tiştekî wiha jî heye, lêkolîn tê kirin dibêjin ‘’ka çend romanên kurdî hene’’, kes nabêje ‘’ka çend çîrokên kurdî hene’’. Dîsa jî em dikarin bêjin li ba xwendevanan ji bo çîrokê geşbûnek heye…


Pirsek ecêb: Heta niha Avestayê çend kitêbên kurdî çap kirine û bi giştî çend kitêbên kurdî firotine? (Em çima vê mereq dikin wellehî em jî nizanin)


ABDULLAH KESKİN:
Me tam çend kitêb çap kirine ez baş nizanim. Teqrîben 350 kitêb me çap kirine, nêzî 150yî bi kurdî ne. Yek caran ez jî pir mereq dikim, gelo heta niha me çend rûpel çap kirine. Li dor milyonekî kitêb me firotine. Bawer im Kurdî ji 250 000’î zêdetir hatiye firotin. Qeydiyên wan cem me hene lê ez teqrîben dibêjim


Ya herî zêde we çap kirî çend e, tu 5000 hene?


ABDULLAH KESKİN:
6000 heye: Kitêba Sechu Sende, ‘’Di Xewnan De Jî Ez ê Zimanê Xwe Winda Nekim’’. Herî zêde ew hatiye çapkirin. Piştî wê Bîra Qederê heye. 5500 heb hatine çapkirin. Kitêba Helîm Yûsiv, Mirî Ranazin 3500 heb hatine çapkirin. Teqrîben 20 kitêban ji 2000 derbas kirine. Yên din li dor 1000-2000’î ne.


Ji bo weşangeriya kurdî kêmasiya herî muhî fûarek e. Belê, heta niha bi saya TUYAPê an jî bi saya fûarên din weşanxaneyên Kurdan jî kitêbên xwe firotin lê çima fûara weşanxaneyên kurdî çênebû? Ji bo vê çi divê û têkiliya weşangerên kurdan çawa ye?


ABDULLAH KESKİN:
Ez bi xwe nafikirim ku kêmasiya me ya herî muhîm fûar e. Ji ber ku organîzasyona fûarê ne tiştekî hêsan e. Yanê ew potansiyela me tune ye. Weşanxaneyên kurdan nikarin cîhekî jî ji xwe re bigrin. Ew derfet tune ye. Ma em ê çawa fûarekê çêkin? Ya baş ew e ku em ji fûarên heyî îstîfade bikin. Şaredariyên Bakur di festîval û aktualiteyên kulturî de li hember kitêbên kurdî zêde ne hesas in. Wek ku tu tuneyî tevdigerin. Mesela li Hewlerê jî va ye çar sal e fûara kitêban a navnetewî çêdibe. Heta niha ji Kurdistana Başûr ji bo vê fûarê, hema nezaketen be jî dawetnameyek ji me û wek ku dizanim ji weşanxaneyên din re jî nehatiye.


Gelo ji aliyê edîtoryal ve rexne li Avestayê tên kirin, şiroveyên xwendevanan çawa ne?


ABDULLAH KESKİN:
Rexne bi giştî pozîtif in. Lêbelê rexneyên negatîf jî dikin ku tu bêtir realîst bibî. Ez dikarim bêjim, li gor rexne û şiroveyan gelek aliyên me yên serkeftî hene lê carna ev yek mixabin bi awayekî negatîf li me vedigere. Bi taybetî ji Ewropa bi sedan maîl tên. Di nav kurdan de jî herkes li gorî xwe pisporê ziman e. Ev yek normal e jî. Ji ber ku kesî dîplomeya kurdî nestandiye. Pîvana her kesî ji kurmanciya diya wî/wê ye û rast e jî. Herkes zimanzan e herkes mamoste ye. (Mamoste Kuncî jî xwe qurre dike û li me dinêre.) Hin kes rexneyan dikin tiştên pirr basît dibêjin. An jî em bêjin tiştekî dibêjin lê ew me bi zanebûn wisa kiriye. Mesela Kurdên Sûriyê ji peyvên erebî pir aciz in. Dibêjin zimanê we pirr xerab e filan, çima ji ber ku hin peyvên erebî tê de hatine bikaranîn. Li Bakur jî carna hin kes dibêjin ziman giran e lê dema tu ji wan re dixwînî şaş dimînin dibêjin ev zimanê me ye. Ji ber ku nizanin bixwînin peyvandiya wan bi ziman re sist e. Her kesê ziman bizanibe nikare bi wî zimanî bixwîne. Ji bo vê hinek kar pêwîst e. Mixabin li bal me hê jî zêde şertên wê baş çênebûne.


Heta niha Avestayê çima kovarek dernexist?


ABDULLAH KESKİN:
Esas rêza Şahmaranê wek kovar dest pê kir. Yanê di destpêkê de me dixwest em bikin kovar. Lê dereng ket, çênebû. Lewma jî me guherand, me go em pêşî wek kitêb çap bikin, belkî em piştre bikin kovar…


Pirsa dawî: Ji bo sala 2011’an em ji Avestayê çi hêvî bikin? Surprîzên we çi ne?


ABDULLAH KESKİN:
Surprîz? (Em bi hevre dikenin. Kuncî nakene, li ser çoka Bawer razaye) Êdî wek berê surprîz nabin. Gelek koleksîyon û seriyên me yên cihê hene. Em dixwazin ji romanên edebiyata dinyayê hem yên klasîk hem jî modern rêzekê/koleksîyonekê çap bikin. Hin kitêban jî em dixwazin wek xwe-orjînal çap bikin. (Bi tirkî: tıpkıbasım) Gramera Garzonî, Ferhenga Aûgûst Jaba jî heye ku bi tîpên erebî, kurdî û fransî ye wek orjînal wê bên çapkirin. Rêberên destan jî hene, bi kurdî em dixwazin ji bo çend zimanan îsal amade bikin. Îngilizî, frensî, spanî, elmanî û hwd. Ji bilî wan rêza me ya bi navê ‘’Kürt Araştırmaları’’ heye. Kitêbên gelek lêkolîner û akademisyenên kurd û biyanî derketin. Lê bi eynî nav û konseptê em kovarekê jî difikirin, gelek nivîs jî me wergerandine, di demên pêş de em difikirin ku çap bikin.


Zor spas birêz Abdullah Keskin, serkeftin ji we re


ABDULLAH KESKİN: Spas xweş, ez jî ji bo PÊNGAVê serkeftinê dixwazim.


Bi xatirê te Kuncî!

KUNCÎ: Meeeeewwww ( Bi zimanê pisîkan ‘’oxir be’’)

Bawer Ronahî – Omer Faruk Baran / Nîsan 2011 / Beyoglu-Stenbol

*Ev hevpeyvîna di Pêngava 4. derketiye.