Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
[helbest] Dil û dîrok
2012-05-01 10:22
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Dil û dîrok

Diz in
dikevin bêhna şevê
Şev şewat e
Guriya agir ji pêsîran difure
...
Koremar jehra xwe dixwin
Dufpişk întîxar dikin
Bê pişt û pal terkeser dibin
Rêwing li rêyan
Xezal li çiyan

Bazar e
xwîna kêvroşkan difroşin
Ji goristanan bajaran ava dikin
Di qedehek zengar de
Vedixwin ken û keyfa me
Dîlan li ser textê dîrokê
Talan li ser milkê kêvroşkê
De veperîtînin biçirînin
Wê nexşeya şengebûkê


Ez ji Peyayan hez nakim !!
Ji hespên mirî
Ji Mirovên serjêkirî
Kû di mîtosên herêmî de
Min bi navê wan nas dikin
Navê min fêrî zarokan dikin

Ji merasîmên mêrxasiyê hez nakim
Teperepa dilê
Rêz û refên leşkeran
Bi yek deng in
Yek alayê hildigirin
Dil û dîrok
Bi kemînan
Bi evînan
Diajon hespê xwe
Yek ji ya dî bezatir
Kambaxîyê pê de tînin

-----

:: Alî Bayram