Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Murat Bayram
 
[rexne] Di edebiyatê de cihê helbesta Alî bayramî, ‘’qetek nan dilopek baran’’ û çend têbînîyên li ser wê….
2012-05-22 22:15
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com

::. Miradê Gundikî .::


Dema ko ez li helbestên Emily Dickînsonê dinêrim wek çawa ko ew li nêv çar dîwarên dêrê rahîbeyek bû û bi bawerîya olî bi hestên rûhanî ve mijûl dibû, mirov di helbestên wê de jî ji gotinên wê yên wek kevirên dîwarên dêrê sar û giran hestên kûr dibîne.

An jî dema ko em li kitêba Şengul Ogurî ya bi navê Şikêrê dinêrin, em tê de Şengulê ko rih û por-dirêj kirî û gotinên felsefîk dihone dibînin. her dîsa ew jî ji bo pêşkêşkirina fikreka xwe kevirên giran û sar didane ser şikêra hestan, hizran û hwd.

Dema ko em li helbestên Ehmed Hûseynîyî binêrin, vê carê gotin serê mirovî xweş dike û helbest dibe baskên hestan. Dema ko em li helbestên Berken Berehî binêrin, di helbestên ciwaniya wî de jî em dibînin ko gotinên kevnare wek siha çinareka hezar salî xwe dikêşe ser serê mirovî û rêberiyê ji mirovî re dike. An jî Arjen Arî dema ko qelema xwe direqisîne nî’metên ji xwarin û warê ‘’kurmên axê’’ dibe,

li me re dibe serdinyayî. An jî Rênas Jiyan dema ko xwe dikuje û helbestê dijîyîne dilopên hêsrên mirovî dibe dîkikê xwendina helbestên wî, Fatma Savci dema ko dinivîse ew qasê ji dilê xwendevanî dixwîne ko ew qasê semimî ye ko mirov dibêje mirov û helbestên wê bi hev re jîyane …


Lê dema ko ez li helbestên Alî Bayramî dinêrim tahmeka xerîb distînim, mirov di helbestên Alîyî de nêv dîwarên sar yên Emilyê de kûraya rûhanî dibîne:

‘’ Li ser kavilên dîrokê
Beriya Îsa û piştî Îsa...
Bi destên xwe yê lewitî
Vebejê roja qiyametê...
Li ser pira Sîratê
Ji mû ziravtir,
Ji şûr tujtir,
Fermana kûştina min dixwîne...

Dibejê;

Te bi ayetên çar kitêbën pîroz
Bi ava zemzemê bişon
Biskên te şil nabin
Bi qetek nan,
bi dilopek baran,
û bi ayînên şevên giran’’

Kûraya Felsefîk ya pisporiya Şengulî tê de heye. Prometeûsê yek ji yezdanên mîtolojîkî yê Ûnanîyan çawa ko bi hêsrên çavên xwe hevîrê mirovan stirhaye û paşê qitîskek(çirûskek) ji agirî ji bo wan dizîye(her çende paşê bê cezakirin û li cihê ew girêdayî teyrekê baz her roj pişa(çergê wî) bixwe jî...)

mirov di helbestên Alîyî de stirhandina gotinan ya bi hêsran, dizîya qitîskan û ji axa gelek warên cida heriya helbestê dibîne, yanî dîrok, ol, edebiyat û hwd axa vê heriyê ye.

‘’ Tu diza agir û ronahîyê...
Prometeus,
Şikefta dilê min venemirîne...
Tu Kawayê Hesinkar
Newroz û azadiyê ji min nestîne
Çiya ez im, deşt ez im,
Li ser dila talan ez im...
Xwedîyê roj û ronahiyê
Alaya jiyanê ez im.’’

Her dîsa wek Ehmed Huseynîyî hestên helbestê û serxweşîya gotinan ser ji her tiştî distîne

‘’ Lêv nagerin ji ramûsanan
Dil dest bernadin ji sitranan
‘’
Weke Berken Berehî rêberiya edebî û insanî reng dide

‘’Qetek nan dilopek baran
bes e ji bo însanan... ‘’
...
Ez di wê baweriyê de me ko mûzîka gotinan heke baş li hev hatibe honandin, bêyî ko mirov ji helbestekê fêm bike –ji bo helbestên baş li hev hatî honandin- mirov dikare jê hez bike. Ji bo ko mirov ferq bike ka mûzîka gotinên helbestê baş li hev kiriye an no divê mirov helbestê bi dengê bilind bixwîne. Dema ko mirov bi dengekê bilind vê helbesta berbehs dixwîne mirov pê dihese ko dengê mirovî li xweşa mirovî diçe.

**
Kurt û kirmancî dema ko Alî Bayram gotinan, wek mêrxasan li hespekê kihêl siwar dike. Êdî mirov li pişt wî hespî dibeze şerekê, mirov û hestên xwe li ber hev diçin û tên…

***
Helbesta Alî Bayramî ya berbehs
Qetek Nan Dilopek Baran

Li ser kavilên dîrokê
Beriya Îsa û piştî Îsa...
Bi destên xwe yê lewitî
Vebejê roja qiyametê...
Li ser pira Sîratê
Ji mû ziravtir,
Ji şûr tujtir,
Fermana kûştina min dixwîne...

Dibejê;

Te bi ayetên çar kitêbën pîroz
Bi ava zemzemê bişon
Biskên te şil nabin
Bi qetek nan,
bi dilopek baran,
û bi ayînên şevên giran
Gunêhên te wenda nabin...
Tû û lêvên te yê şahidê
Roj û ramûsanan
Tû û çavên te yê şahidê
Eşq û serhildanan
Tû û dilê te yê şahidê
Helbest û sitranan
gûnehkar in.....

Tu diza agir û ronahîyê...
Prometeus,
Şikefta dilê min venemirîne...
Tu Kawayê Hesinkar
Newroz û azadiyê ji min nestîne
Çiya ez im, deşt ez im,
Li ser dila talan ez im...
Xwedîyê roj û ronahiyê
Alaya jiyanê ez im.

Bi giriyê xwe ve têm
Bi gunehkariya xwe ve
Şûn û şopên wenda çîrokek e
Beriya Îsa û piştî Îsa
Dîrokek e
Dubare û çarbare
Xwe nû vedike

Ey yezdanên roj û şeva me
Bes bilind bikin
Perestgehên wêrane
Li ser kavilê dîrokê
Xwelî û toz e fermanên we
Lêv nagerin ji ramûsanan
Dil dest bernadin ji sitranan
Qetek nan dilopek baran
bes e ji bo însanan...
-----