Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
[helbest] kolaneya bi kenê qehpikan qermiçî...
2012-06-22 12:02
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Li wê kolaneya

bi kenê qehpikan qermiçî

Streneka melûl dil dihêjand

Bi dengê kemanê û bêhna şerabê

Êvar diçû xwar min çavên te vedixwar



Îşev



Çîrokên bêedep mêvanê şevê ne

Dem diherike demjimêr disekinin

Bedena te ya satenî,

Firîşteya waftîz dike...

Xewê li îblîsan diherimîne

Te bi barana bajaran dişom

Bi esmeriya şevê dinixwîmim

Ta ko roj li ber şerma xwe bikeve

Min bihîst lê pê nehesîyam

Tu bi berfê re çûyî

Lê bi baranê re venegeriyayî

Di falên qereçîyan de,

salname ji bo te wergeriyan

Payîz zer bû

Dilê min bi keder bû

Li wê kolanê

Straneka melûl

Dengê kemanê û tamsariya şerabê

Diçû xwar û min çavê te vedixwar.


:: Alî Bayram