Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
[helbest] penaber
2012-09-14 21:20
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com

Min dixwest bêdengiya te,

Bi peyvên lihevkirî binexşînim

Dema ko …

Pêlên deryaya xemgîn radibin

Û pêşwaziyê li kenê te yê esmer dikin

Dibe ko vê êvarê,

Penaberek negihêje bejiyê

Û termê wî li perava biyaniyê bikeve.

Dibe ko …

Ji nişkê ve,

Agir û ronahîya çavan vemire

Û newaya xatirxwestinê, li keştîyekê siwar bibe

Dibe ko…

silavên min û giraniya şevê li hev nekin

Û dawî li kesêran neyê…

Lê dîsa,

li kenê te yê esmer digerim...

Dema dil dixeyide ji xeman

Û koçber dibe qedera min

Dema bêriya te,

Li min tê xezebê...

dilbera min...

.....

:.. Alî Bayram