Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Murat Bayram
 
[nivîsar] çand û edebiyata devkî ya kurdan û giringîya arşîvandina wan
2012-09-18 15:00
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Destpêk:

Gelekê kifş û zelal e ko mirov nikare bi gotarekê bi berê fireh, behsa berhemên devkî yên kurdan bike. Lê belê em ê hewl bidin wêneyek an jî nexşeyeka çand û edebiyata kurdan ya devkî li ber çavên we çêbikin. Dibe ko ev gotar bikare bibe pêşgotina xebatên berfireh yên li ser vê mijarê, an jî dibe ko pêşniyarên di vê gotarê de mihomîya(giringîya) vê meseleyê di serê lêkolîner û berpirsan de zelal bike.

Bi kurtî û kurmancî em ê di vê gotarê de, behsa van mijaran bikin:

1) Çand û edebiyata devkî û arşîvandina wan
2) Çand û edebiyata devkî ya kurdan û arşîvandina wan
3) Bi têbînîyan nêrîna li berhemên kurdan yên devkî.
4) Bi nimûneyan nasîna hinek pişkên çand û edebiyata kurdan ya devkî
5) Encam û pêşniyar

Têbînî: Nêrînên giştî di heqê kurdîyê de ne lê belê lêkolîn û nimûne ji kurmancîya kurdîyê ne.


1. Çand û edebiyata devkî û arşîvandina wan

a) Çand û edebiyata devkî:


Çand û edebiyata devkî ew çand û edebiyat e ko berhemên wê bêyî bêne nivîsîn, bi jiberkirinê û bi gotin û stirîna bêjeran belav dibe, dijî û serdeyî nifşên nû dibin. Mesela; sitran, mamik(tiştonek), qewlik, çîrok, metelok û hwd. nimûneyên berhemên devkî ne.

b) Arşîvandin(arşîv kirin):

Weke gotineka bi nav û deng ya kurdan heye ko tê gotin ‘’ji berê gotin hebû’’ vêca ji beriya nivîsîn dest pê bike gotin hebû û hemîya dewlemendiya her zimanî ‘’ji beriya nivîsînê an jî arşîvandinê’’ di gotinên wan de veşartî bûn.

Arşîvandin rêya parastina berhemên devkî ye.

Ji beriya ko çapker anko metbaa bêye çêkirin, nivîsîna berheman gelekê zehmet bûye. Nivîsîna li ser bertefşikan[1], daran an jî kevilan gelekê zehmet bûye. Piştî ko kaxez jî hat çêkirin nivîsîna li ser wan ya bi pirtikan û bi pênivîsan gelekê zehmet bûye. Heger ne zehmet bûya jî hejmara xwenda û nivîsîndayan gelekê kêm bûne. Ji ber van çend binasên me behs kirîn, gelemperî ‘’ji ber xwe’’ çêkirin û belavkirina berheman di destpêkê de bi rêya gotinî anko devkî bûye. Lê belê piştî ko çapker hat çêkirin ew berhemên devkî bi rêya nivîsînê hatin parastin. Arşîvandin(arşîv kirin) gotinek, ji gotinên tomarkirin û barkirinê berfirehtir e. Berhemên tomarkirî yên bi deng-girikan û kamêreyan an jî bi ji-guhdarîkirinê-nivîsînê ew berhem in ko restorast(rasterast) ji berhembêjî/ê tê gitin. Lê belê arşîvandina berhemên devkî dikare wek-xwe nivîsîna berheman be û her dîsa dikare guherîn û temamkirin tê de bêne çêkirin, dikare li gor xweserîyên berheman wan rêz bike , dabeş bike, li gor rêzimanê serast bike û hwd.

2. Çand û edebiyata kurdan û arşîvandina wan.


a) Çand û edebiyata kurdan


Bi lêkolînên zanistî hatiye zelalkirin ko ji xweseriyên zimanan zêdetir, serdestiya xwediyên zimanan dikare zimanan dewlemend bike û biparêze,digel ko kurdî zimanekê ji koma Hînd û Ewropîyan e û xweyîya gencîneyeka çandî û edebî ya dewlemend e jî ji ber ko xwediyên kurdîyê(kurdan) bi demên dirêj nekarîne li welatekê serdest bibin, heta nekarine serbest bibin zimanê wan jî nekarine ji hêza serdestiyê sûdê werbigire bi sere jî serdestên wan astengî li ber wan çêkirine..

Heta demên dirêj welatên ko kurdî lê têne axaftin gelek caran pêwerîng[2] li kurdîyê kirine, nehêlane bi wê bê axaftin, belavkirin û li wan welatan kurdî bi xwe, wek mitayeka sûcdariyê hatiye dîtin. Da ko mijar ji bingeha xwe dûr nekeve mijara astengkirinê em ê li vê derê kurt vebirin.
Li Kurdistana Federal heyîna desthilatdarîya hêza kurdîaxêv cihê bawerîyê ye ko kurdî xurttir bibe û winda nebe, her dîsa li desthilatdarîya Tirkiyeyê perwerde û lêkolînên li zanîngehan yên wek destûrî têne dayin û lêkolandin hêviyên başkirina kurdîyê dide mirovî.

Li Ensîklopêdîya Islamê, di nivîsara "Kurd, Kurdistan" de, wisa li ser zargotin û folklora Kurdan hatiye nivîsîn: "Edebiyata devkî ya Kurdan yekcar berfireh û dewlemend e." (Dr. Michiel L. Chyet)

Edebiyat û çanda kurmancîyê digel hemî neyînîyan, xwe bi berhemên devkî parastiye, zimanê jiyana rojane ya kurmancî-axêvan li hinek bajarên kurmancîaxêvan hatiye parastin lêbelê li hinek bajaran digel ko kurmancîyê xwe nekariye li kolaneyan biparêze jî xwe di berhemên devkî de parastiye.
Helbet li dijî vê yekê jî hinek xebat hatine kirin.

Mesela li bajarên wek Diyarbekirê hercende zimanê serdest yê kolaneyan tirkî jî be zimanê sitranên dengbêjan bi kurdîyê ne û li dijî vê yekê jî hinek stranên bi kurdîyê ji bo zimanê tirkî hatine wergerandin. Ji bo nimûne: ‘’çav ciwana Leyla’’ wek ‘’çavuş kızı Leyla’’ an jî ‘’Canê canê were meydanê’’ wek ‘’cane cane işte meydane’’ hatiye guhortin.

a) Arşîvandina berhemên devkî yên kurdî

Ya rastî, arşîvandina berhemên devkî karekê mezin e û divêt enstîtûyên zimanan bi piştgirîyên mezin bikin. Li Kurdistana Federal nimûneyên qenc yên wek ‘’Kelepora Kurdîyê’’ hene û li bakurê Kurdistanê jî ji mebestên serekê yên kovara Hawarê yek jî parastina berhemên devkî bûye û malperên wek Kurdîgeh.comê hewl didin van berheman hem biarşîvînin hem jî berdest bikin. Li Swêdê û gelek deran jî xebatên bi piştgirîya dewletê çêbûne, lêbelê xebatên herî dom-dirêj xebatên li Rûsyaya Sowyet hatî kirin in.

Helbet mebesta me ne ew e ko em lê bigerin ka heta niho çi hatine kirin lêbelê di nêv kurdan de xeletîyeka mezin heye ko lêkolîner ji ber ko tiştên ji beriya wan hatine lêkolandin nabînin an jî naxwînin xebatên êkudu(hevdu) du carî dikin. Çareya vê jî ew ko divêt kitêbxaneyên dîjîtal yên mezin bêne çêkirin û li wê ev xebat bêne komkirin. An jî divêt kitêbxaneyên dîjîtal yên wek Kitêbxaneya Dîjîtal ya Enstîtûya Parîsê û ya Kitêbxaneya Kurdî ya Swêdê bêne xurtkirin. An jî divêt desthilatdarîya kurd, Kurdistana Federal li heyîna vê meseleyê hişyar bibe.

Helbet gava arşîvkirinê ya pêşiyê lê gerîna bajar û bajar,gund û gund, tax û tax ya li berhemên devkî ye, lê belê tomarkirina hemî berheman ne bes e.

Divê ew bêne sîstemandin, bi pergalên zanistî bêne lêkolandin û encamên zanistî rêyê ji problemên wek çêkirina gotinan û hwd re bibîne.

3. Bi têbînîyan nêrîna li berhemên kurdan yên devkî.

3.1 Berhemên devkî, heger di demekê gelekê nêzîk de neyêne arşîvandin, dê bêne ji bîr kirin.


Dema ko ez ji bo tomarkirina çîrok û yarîkên(leyistokên) kurdan , di nêv gundan de digerîyam, gazinda pîrik û bapîrên ko ji min re çîrok digotin ew bû ko wan digotin ‘’ wan berhemên ji-ber-kirî ji bîr kirine’’
Dema ko min binasê vê yekê ji wan pirsî, hemîyan jî gotin ko ji ber guhdarên çîrokan nemane û ew ciwat û şevborikên berê nemane û ji ber vê yekê berhemên ji-ber-kirî nayên gotin û dema ko neyên carîkirin têne ji bîr kirin.

Ji ber heyîna televizyon û kompîteran, nifşên berê çîrokên berê ji bîr kirine û gelek nifşên nû ji xwe qet hay ji van gencîneyan nînin.
Ya rastî berhemên nivîskî yên kurdî yên wek, Memozîn, Eqîdeya îmanê û Nûbihara Ehmedê Xanî-yî an jî ‘’Dîwana Melayê Cizîrî û hwd. bi xêra jiberkirina melayan parastî mayîne.[Dr. Serdar Şengul, Sempozyûma Cizîra Botan]

Li ser vê mijarê di pêşgotina dîwana Melayê Cizîrîyî ya tîpguherandî de, amadekarê kitêbê Arif Zêrevan behsê dike ko li her çar parçeyên Kurdistanê melayan Dîwana Melayê Cizîrî-yî, ji ber kirine lê cidayî hem di nimûneyên nivîskî hem jî li gotina melayan hene.[Weşanxaneya Arasê, Dîwan, Melayê Cizîrî, çapa yekê]

3.2. Ji ber ko berhemên devkî bi rayên nivîskî ve ne girêdayî ne, wek-xwetîya(orjînalîya) berheman li ser bextê berhembêjan maye û her roj wek jiyanê ew jî dikeve di çerxa guherînê de.

Jiyan her roj digure, hinek tiştên nû dikevin jiyana me, mirovatî her roj li rastîyên dî yên jiyanê hişyar dibin.

Herçende kurdî jî wek zimanên xweyîdewlet neguherîbe jî, ew têye guhortin û ev guhorînên he xwe li berhemên devkî dîyar dikin.
Mesela, çîroka Mîrza Mihemedî yek ji efsane-çîrokên kevin ên kurdan e, çîrokbêjekê Dihokî dema ko wê çîrokê dibêje gotineka tirkî ya ‘’kesme’’ ya li gor min di demên Osmanîyan de li nêv Başûrîyan belavbûyî bikar dihîne û ho dibêje: ‘’… ji bo seferê hinek kesme û kade bi xwe re bir…’’ kesme kadikên bi qaliban hatîn birîn in û karê birînê bi tirkî ‘’kesme’’ ye heger kesme bi kurdîyê jî bûya bêguman e ko di demê Mîrza Mihemedî de qalibê kadebirîyan nebû.

3.3. Kurdîyê derfetê nivîsînê nedîtîye.


Me di destpêkê de behsa zehmetîyên nivîsînê yên ji beriya çapkerê kir û paşê me got ko berhemên nivîskî jî bi xêra belavbûna devkî û jiberkirinê karine xwe biparêzin. Niho derfetên nivîsînê gelekê baş bûne û divêt ev derfet bêne bikar anîn. Hêdî her kesek dikare li kompîteran binivîse û li ser tevna dîjîtal belav bike û biparêze.


3.4 Bêjerên berhemên devkî kesên civakî ne lê nivîskarên berhemên nivîskî zana û dîndarên civakê ne.


Bi taybetî berhemên piştî misilmanbûna kurdan hatî nivîsîn, melayan nivîsîne. Ji ber ko xwenda û nivîsîndayên civaka kurdan ew bûne, nivîsên wan jî li gor şexsîyeta wan ya bawermendîyê nexişîne. Helbet ne ji bo lê nêrîneka erênî an jî neyînî em behsa vê yekê dikin lê belê berhemên devkî yên ko şivan, gavan, bêrîvan, aşvan û hwd dikarîn bibêjin hem pirtir digihan guhdaran hem jî ji ber bêjerên wan berheman, ew civakîtir in.

3.5 Ji bo naskirina zimanan berhemên wan yên devkî divê bê parastin


Wekî ko me di destpêkê de gotibû ko ‘’berê gotin hebû’’ lê paşê her çende nivîs jî çêbû lê ji ber ko nivîs tişteka welê bû ko bihatiya weşartin jî carinan xrnexazên wê didîtin. Gelek nimûne hene ko ji ber nivîs an jî kitêbên bi kurdîyê bi salan ketine di girtîgehan de. Ji van binasan û gelek binasên dî kurdan gencîneyên edebiyat û çanda xwe di berhemên devkî de karine biparêzin û heger ko mirov li rastiya edebiyata xwe bigere divêt li wan binêrin.

Gelek nimûneyên berhemên devkî hene ko di wan de hem perspektîfa(awair dayina) kurdên berê û hem jî ya zimanê kurdî tê de hatiye parasti û niho gelek kurd li gor guherînên dinyayê cidatir li dinyayê dinêrin û xweserîyên kurdan û kurdîyê di wan berheman de veşartine.
Mesela:

Spehîtîya jinan:

Di çîroka Lib-hinara Mîrmelekan de, dema ko behsa spehîtîya wê tê kirin behsa lêvên wê ho tê kirin ‘’lêvên wê zirav bûn wek perikekê…’’ û ji bo lêvên Guloya kirêt ya ko keça jinbaba wê bûye û gelekê kirêt bûye, ho hatiye gotin ‘’ Jinbab Libhinarê, keça xwe Guloya lêv gilol û lêv şitol, li şûna libhinarê bûkalî lê kir û xemiland’’

Lê bi nêrîna kurda ya îro ‘’em di gelek helbestan de dibînin ko gotinên wek ‘’lêv gilyaz’’ tê nivîsîn û ev yek ji nêrîna kurdan ya qedîmî dûr e.’’ [Berken Bereh, hevpeyvînên li ser helbestên kurdî, arşîv: Mirad]

Wesfên heywanan:

Kurdên ko gelek mijaran bi metelokan didine nasîn, mesela ji bo wan kesên ko kêrî paşerojê neyên ‘’ golika wê dayê, jê re nemezîxin kadînên kayê kêrî ti paşî û paşerojan nayê.’’ Bi golikan wesfê mirovan didine dîyarkirin.
Gelek nimûneyên çîrokên kurdan hene ko wan ji tirkan zêdetir nêzîkî miletên wek ingilîzan didine xuhandin. Mesela tirk di mesele û çîrokên xwe de bûman(bîm, kund) wek heywana xêrnexwaz dide naîn. Lê di gelek çîrokên kurdî yên wek pîrê û dîkilî de kund zana û hakimê civakê ye, an jî di çîroka pepûk-kundokê de ya xeletîkirî û mezlûm e.
‘’Ji çîroka pîrê û dikilî’’

..
Pîrê: Ho mamê kund
Kund: ew navê min e
P: Tu çi dikî li ser wî berê bilind
K: ew warê min e
P: Tu şirîetan dikî?
K: Ew karê min e
P: min mal malişt
K: te paqijîyek kir
P: min libek mehûj dît
K: Ew nesîbê te bû …
Wek tê dîtinkarê kundî birêvebirina edaletê ye.

Encam:

Bi kurt û kurmancî, da ko em ziman çand û edebiyata xwe nas bikin û wê biparêzin divêt em pêşiyê berhemên xwe biarşîvînin û paşê lêkolînan li ser wan bikin. Kurdî zimanek welê ye ko xweşî nedîtîye û dem hatiye ko ew bigihe qedrê xwe.


Têbînî: Miradê Gundikî ev gotar di ‘’sempozyûma nêvneteweyî ya kurdên ji osmanîyan heta niho di guherînên nasname, ziman û çandê’’ de, Li Zanîngeha Bîngolê pêş kêş kiriye.



:.. Miradê Gundikî