Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Fûad Yildiz
 
[nivîsar] Gav bi gav, xwîna germ li laşê min digere û ez di tunebuna te de dişewitim…
2012-09-21 22:34
Fûad Yildiz
fuad@kurdigeh.com

Tu mîna salekê yi li jîyana min ... Tenê ne salek . Salek tim û tim xwe dubare bike . Jîyana min mîna dinyayekê li der û dorê tavê vegere, li dorê te vedigere.

Hinek heyîvan ez fer dibim ku jîyana min gelek nêzikê te bûye . Mîna ku dinya çava heyiva di sibatê de nêzik tavê dibe jîyana min jî ev qasê nêzikê te dibe.

Le heyhat !

Çawa ku dinê di meha sibatê de sare û gelek caran ji berf dibare , jîyana min ji ev qasê sar dibe gava ku nezikê te dibe ...

Hebûn û nêzikatiya te min û jîyana min dicemidîne mina sarincekê .

Gav bi gav , roj bi roj jîyanamin ji te dûr dikeve û mîna ku bixwaze xwe biparizîne , serma tişteke giring e û hinek caran dûrati germtir e û kêmtir e laş û mejî û rihê mirovan dişewitîne .

Ez ji te dûr dikevim.

Na ! Ez ji te direvim .

Rêyamin gav bi gav mîna rêya dinyaye yê . Ew rêya li dorê tavê.
Ez li dora xwe dizivirim û ji te direvim , dûr dikevim.

Sermaya sibatê gav bi gav kêm dibe....

Gava ku li rêya min digihe di meha adarê de laşê min piçekê germ dibe , ew sermaya ku xwina min li quncikên laşê min qerisandiye dişikê . Xwîna min hinekê germ dibe û li her alîye laşê min de bi bayê bezê digere.

Baranên meha adarê , nisanê û gulanê çava jîyana li ser rûyê erdê ji nû ve ava dikin û der û dorê dinê de li her deweran de hişînahî serê xwe ji bin erdê de dirakin û pêşberî ezmanan de diçin.

Xwîna di laşê min de digere jî mîna baranên mehên biharê, laşê min ji nû ve ava dikin.

Jîyana min jî ( ez hercar vê hevîyê dikim ) ji nû ve dest pê dike . ( Na ! Ez ne hevî dikim , ez kar dikim ku xwe bixapînim . )

Gav bi gav duratî dikeve nêva jîyana min û te de.

Di meha heziranê de ez fêri hebûna hinek din tişt dibim.

Mina mirovên fêr dibin li ber pêlên behrê ereqê vedixwin . Hişê xwe winda dikim , serxweş dibim . Heger ku serxweşên evînê bikarin bi alîkarîya ereqê serxweş bibin?!

Meha tirmehê de dest bi karî dikim . Mina rêncberekê her roj hêj tavê nedayî dinyayê şîyar dibim û karên xweyê rojane dikim . ( Ma qey tu nizanî kare min ê rojane çî ye . Karê min ! Tenê ‘’TU’’ yî ; sehkirina te , dîtina te , bêhnkirina te , di nava xewn û xeyalan de afirandina te......)

Teb-AX.........Meha herî xedar...Axxxxxxxx.....

Ji te dûr im û di nava dile xwe de fêr dibim . Tu ji min dûr ketiyî . Tav çi qas ji dinyayê dûr e Tu deh caran ji min dûrtir î .

Gav bi gav , xwîna germ li laşê min digere û ez di tunebuna te de dişewitim bi lezgin dilxwaz im xwe nêzikê te bikim.

Na ! Weke her roj , her meh û her salan tu li navenda jîyana min î . Tenê ji te dûrbûn li min xedar tê .

Dizivirim li dora xwe û li dora te.

Nêzîkê te dibim.

Di meha çirîya pêşiyê de dinya sar dibe . Ez ji ve tiştê li her aliyên laşê xwe û rihê xwede seh dikim . Bi alîkarîya sermayê ez fêr dibim ku ez gav bi gav nêzikê te dibim.

Roj bi roj . Seat bi seat ….

Dinya hêdî hêdî ber bi razanê ve diçe . Hemî gîya zuwa dibin hişk dibin , rûyê erdê tazî dimîne . Hemî dar pelên xwe diweşînin mina ku bizanin êşa min , haya wan ji min hebû .

Jîyana min nêzikê te dibe …

û berf , badev , serma ......

Ez dîsa digihim meha sibatê . Ew sermaya sê mehan dibe sebeba reva min a nû.......



:: Fûad Yildiz