Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Lezgîn Acar
 
[çîrok] Gewrê
2012-09-24 09:19
:: Lezgîn Acar
info@kurdigeh.com

Li gundekê gelek xweş mirovek dijîya. Navê wî Rojhat bû. Mamê Rojhat 40 salî bû. Wî cotkarî dikir. Navê jina wî Xatûn bû. Xatûn bermalî bû. Wan sê kur û keçek hebû. Kurên wan, zanîngeh xwendibûn û li Stenbolê dijîyan. Keça wan jî dibistana destpêkê dixwend.


Erdên Mamê Rojhat û heywanên wî gelek bûn. Wî pez, mirîşk , kew û mêşên hingivî xweyî dikir. Wî havînan titin, bacan, bîber, kelemî û hwd. diçand. Ji titinê gelek hez dikir. Têra xwe titin radikir ya dî jî difirot. Titina wî gelek navdar bû. Ji ber wê yekê titina wî di cih de dihat firotin.


Rojekê Mamê Rojhat li nav dehla xwe karên xwe yên rojane dikir. Baranek xurt dibarîya û ava baranê di newalan de diherikî. dema ku, Mamê Rojhat di bin darekê de rawestîya, dengek zirav hate guhê wî. Li derdora xwe nêrî, lê tiştek nedît. Ber bi dengî ve çû. Kevirek mezin li wê derê bû, deng li pişta kevirî dihat. Çû piş kevirî , dît ku kêvroşkek piçûk a belengaz, li nav avê de necar maye û nikare bilebite(biqeliqe). Kêvroşk anî û ber bi mala xwe ve çû.Mala wî ji dehlê dûr bû, ji ber wê yekê, heta diçe malê bêtaqet dimîne. Xatûn jê re xwarinê û cilên ziwa ditîne.Mamê Rojhat ji jina xwe re dibêje “divê tu vê kêvroşkê xweyî bikî. Dema ew mezin bibe em ê wê danin daristanê”.

Mamê Rojhat, navê Kêvroşkê dike Gewrê. Gewrê roj bi roj mezin dibe û diçe di nêv gund de ji xwe re dileyîze, êvaran jî tê mal. Gundî ji gewrê gelek hez dikirin. Dema gewrê diçû ber derîyê gundîyan, wan xwarin didan gewrê.

Malbat biryar dide ko, gewrê bibin, danin nêv daristanê. Sê an çar caran Mamê Rojhat gewrê dibe nêv daristanê, lê gewrê dizivire tê malê. Malbat dizane ku gewrê hînî jiyana gund bûye û ew nikare di daristanê de bijî.

Rojekê gewrê zû radibe û li nav gund de, ji xwe re digere, kûçikên gund dikevin pey wê û gundî wê bi zor ji nav lepên kûçikan de dertêxin. Gewrê birindar dibe û gundî wê dibin mala Mamê Rojhat. Birînên gewrê derman dikin û bi destên xwe xwarinê didin gewrê û sax dikin.

Dibe zivistan befir dibare, Gewrê 6 mehan dimîne di malê de. Bêhna wê teng dibe. Dema bihar tê keyfa wê ji biharê re gelek tê. Piştî bêhntengiya şeş mehan hatina biharê Gewrê bextewar dike. Gul geş dibin, av diherikin, erd şîn dibe. Gewrê jî gelek bêriya xwezayê kiriye.Ew diçe ber derî û ji xwe re dileyîze heta êvaran.
Rojekê zû tirêjên tavê newalan bi rengên xwe yên cûr bi cûr dixemiline. Ev roja welê xweş nêçirvanan jî bextewar dike. Nêçîrvanên gund biryar didin ko biçin nêçirê. Neçîrvan tifengên xwe û rextên xwe amade dikin û diçin nêçirê.Hê ji gund gelek dûr neketîn, yekê ji wan xişîniyekê di nêv devîyan de seh dike, ber bi xişîniyê ve diçe û tifingê berdide li nav devîyan. Nêçirvan diçe nav devîyan û dinêre kêvroşkek li erdê hêdî hêdî diperpite. Ji xwe re dibêje, ev kêvroşk dişibe gewrê. Kêvroşkê dirake, dinêre ew kêvroşk bi rastî jî gewrê ye. Ew hê sax bû lê mixabin birîna wê kûr bû. Di bêhnekê de gewrê di nêv destê nêçîrvanî de jiyana xwe ji dest dide.

Nêçîrvan berhev dibin û gewrê dibin gund. Yên ku mirina gewrê seh dikin gelek diqehirin.Taybetî jî mala mamê Rojhat. Gundî gewrê di nav xemginîyeka giran de diveşêrin.

Mamê Rojhat li ser kevirê gora gewrê ho dinivîse: pelên darên evîna min yek bi yek diweşin li ser jiyana min. Te bi çûna xwe ez belengaz hêliştim. Niho ez bûme wek kalek heftî salî û di destê mirinê de rojan diêjmirim.

::.. Lezgîn Acar