Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Dilşad
 
[nivîsar] Eros!! êdî bes e
2012-10-07 20:56
:: Dilşad
info@kurdigeh.com
Tişta ko ew qas şirîn û xweş e, çawe dikare gotinên ew qas tehl û tirş bibêje?

Ma ev ne nakokîyek mezine?

Digotin de hezkirin hestek xweş e , hesta herî xweş…

haa!!

digotin evin jî heye û ew: halê hezkirnêyê tîr e.

Nizanim ne pileya wê zêde ye ne jî zêde şirîn e ko gewîya mirovî bişewitîne. lê hê jî min fêm nekirîye tiştek ew qas şirîn çawe dikare gotinên ew qas tehl bibêje.

Çima ez her car tiştên tehl û tirş dinivîsînim?

Ma wextekê min ê şad nîne?

Ma ez nikarim keyfîntir binivîsînim?

Erê ez nikarim keyfîn binivîsînim lê çi li van helbestvanan ketîye her tim reş û tarî dinivîsin.

Her weki peyamek di nav xwe da çêkirîne û gotîn em ê li ser evîne tehl binivîsîn.

Min her tim mereq kirîye gelo fezayî ji gerestêrka xwe bihatan û çend pirtûkên helbestan bibiriyan û bi xwendiyan dê çi bihizirîyan di heqê mirovan de. Ez bawer dikim fezayîyan dê bigotan hesta mirovan ya herî nexweş hezkirin e ,evîn e. Ew qas êş ,ew qas gili û gazind, ew qas girêdayîbûn, ew qas têkçûyîn, ew qas girî…

De fekê dîsa tiştên êş û jan li min dide gotin.

Delala min bawer bike gazindên min ne ji te ne ji yezdanan e, ji Erosî re ne.

Eros tu dê kengê ji evînê têr bibî? An jî tu dê kengê bibî evindar û tu dê vê êşê bikêşî?

Pêşiyê bibe evîndar û hevirê evîne bistirhe paşê bibêje ka evîn xweş e an nexweş e

Ez li hêvîya wê rojême Eros!!!!

Eros!!

ez ji te re dibêjim bes e ,sed hêvîyan ji te dikim bes e ,ew qas êş bes e ,bes e, bes e …

Ez dizanim ez dîsa di halek xerîb de me. Li aliyekê ez, li alîyekê fezayî, li alîyekê yezdan û li alîyekê yê emir di dayî Eros, TU.

Ji berîya niho min got Eros tu jî bibe evindar û tu jî vê êşê bijî û bibine, lê min bibexşîne Eros. Tu jî berdest î, min niho fêm kir…

Heke te ez bexşandîbim Eros , ez dikarim tiştekê ji te bixwazim?

Ka ji wê re bibêje :

Ez dixwazim bi dilek şad dilşadîyê binivîsînim.




:.. Dilşad Bayram