Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Fûad Yildiz
 
[nivîsar] Ji bo rojbûna "Roj"a min.... ''roj'' destpêka temenê dinyayê ye, hingî roj tê ez çêdibim, dinya çêdibe...
2012-10-09 10:57
Fûad Yildiz
fuad@kurdigeh.com
Dema ku tav tirêjên xwe li hemberî cîhane direjdike û ronahîya xwe li ser rûyê erdê belav dike dinya li her deverên xwe mîna ku nokî ronahîye bibe diçirûse.

Roj destpêka temenê dinyayê ye.

Hemî gîya û hemî hişînayîyên li ser rûyê erdê bi alîkarîya rojê jîyana xwe berdewam dikin.

Fotosentez nehebûya li ser rûyê erdê jîyan ê belkî di rojekê de biqedîya û hemî mirov hemî hişînayî û hemî tiştên lî ser rûyê erdê xwedî temenekê ye ji dest jîyana xwe berdaya.

Mîna avê, tirejen rojê jî ji bo tewahiya jìyanê pêwîst e…

Çi qes tirejen rojê û dilopên avê ji bo jîyana hemî tiştên zindî pêwîst e hebûna te ji bo min pêwîsttir e

Tu ; dilopên ava min î

Tu ; tirêjen roja min î

Tu ; destpêka jîyana min î

Tu , laşê te , çavên te , kenê te , xweşikbûna te,bêdewîya te , ji binê lingê te heta sera pirça te...

Tu û hebûna te bextewariya min e.

Bi hebûna te ; ez mirovekê herî bextewar ê hemî cihanê me.

Ji bilî Te ti tişt , ti kes , ti xweşî û ti nexweşî nikare min ew qes bextewar bike, an ji min bike xemxwarê herî bextreş…

Rojbûna te piroz be dilê min...


::.. Fûad Yildiz