Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
[helbest] Axê li hestiyan avê li hêvîyan dikim, dibe ko baranek bibare,dil bicebire
2012-10-14 13:27
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Li ser levê min î ziwa
Wek baraneke dilkul dibarî
Li min dialiqîn werîsê keseran,
Di binê bîrekê de ji konê tevnepîran pê ve êşên ji tirsê
Didawerivî qedehe min....
Vedixwum jehra koremaran di qurtekê de,
Di yek nefesê de,
te hildikşînim canê xwe
Reh û rêçên te derbasî mirinê...

Min fêrî tunebûna te dikin dînê!
...

Serî li min ba didin, hestê min.
dikeribim...
Her sibeh bi bangawaziya mirina
zarokên di nav porên te de veşartî, dike qareqar
Herr roj bi hewar û giriyê min
Diçe xwar ...

Dîsa birînên xwe dikewînim
Di destê min de tevr û bêr
Axê li hestiyan avê li hêvîyan dikim..

Dibe ko baranek bibare,
Dil bicebire
Dibe ko bibe bihar
Dîné were!
Dibe ko ez bimirim.

------------
nivîskar: Alî Bayram
ali.bayram.355@facebook.com