Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Lezgîn Acar
 
[çîrok] Azad û tehisîna(şemitîna) stêrka paşiyê ya dêya wî
2012-10-28 18:04
:: Lezgîn Acar
info@kurdigeh.com

Jîyanê barek mezin danîbû li ser milên wî. Bextê wî bi hibra reş û tarî hatibû nivîsandin. Gelek nexweşî û tengasîyê, yê di jîyana wî de cih bigirtîya. Hêj ew di zikê dayîka xwe de şeş mehî bû, bavê wî ji ber nexweşîya dilî wefat kirîbû. Hatina wî ya li ser dinê jî, ne ew qasê hêsanî bû.

Di şeveke zivistanê de, du metre befir li erdê bû. Befir û bahozê li hev kirîbûn. Bahozê, ew berfa dibarîya ji alîyekê diavêt alîyeke din. Ew neh meh bûn ko ew, di zikê dayîka xwe de bû. Di zikê dayîka vî de germ bû. Ji ber wê yekê dibe ku, wî tucarî nedixwest ji zikê dayîka xwe derbikeve. Lê wî nedizanî ew şeva wî ya dawî bû di zekê dayîka wî de.

Êşên Keserê, piştî şîvê dest pê kir. Her ko diçû êşên wê dişwartir dibûn. Wê hewara xwe gihand cîranê xwe. Ji xwe, wan cîranek bi tenê hebû. Navê zilamê malê Seyîtxan, navê jina wî jî, Xanim bû. Têkilîyên wan bi ciranê wan re baş bûn. Ew weke malekê bûn. Bi hev re dixwarin, bi hev re karên xwe dikirin. Malên wan li binê gundî bûn. Ji gundî ne gelek dûr bûn, lê belê gund li serê kaşê bû, ew li binê kaşê bûn. Ji ber wê kaşê çûna gundî, di berfê de gelek zehmet bû. Seyîtxan û Xanimê; Keser danîn ser darbestîyê û ber bi gundî ve çûn. Çend caran ketin nêv berfê de, hindik mabû ko biqerisîyan. Xanimê taqet nemabû darbestî rakirîya.

Xanim kete di nêv berfê de, rabû li ser pêyên xwe bêhnekê sekinî, lê dîsa kete niv berfê de. Seyîtxan darbestî danî û Xanim ji nav berfê de derêxist. Xanim ji serma nedikarî tiştekê bibêje, hema tenê reqreqa diranên wê dihat. Seyîtxan şaş bûbû. Yek jina wî, ya din jî cîrana wana ducanî.

Qêreqêra Keserê û vîzevîza bayê tev li hev bûbûn. Jina wî jî bûbû wek tayek dar. Seyîtxan ew nivîna danîbû li ser darbestî rakir, li Xanimê aland û ew danî ber pala darekê . Keser xist pişta xwe û dîsa dest bi çûyînê kir.

Piştî deh deqîqeyan wî xwe gihand gundî. Keser danî mala pêşîyê û ji gundîyan re got: “jina min maye paşê”. Seyîtxan û du gundî nivînek birin û çûn hewara Xanimê. Serde wê bûn, ew danîn ser darbestîyê û birin gundî.

Ew mala ko ew lê disekinîn, maleke nifs bû, dîwarên wê ji beran hatibûn çêkirin. Çar mezelên xanî û hewşeke wê hebû. Du mezel li alîyekê , du mezel û serşû li alîyê din bû.

Hewş di nêva xanî de bû. Du derîyên malê hebûn, derîyê pêşîyê, ji ber çûna derve bû. Derîyê paşîyê jî, ji bo çûna govê bû. Ew hewşa welê mezin rût bû. Dema ko her du derî dihat vekirin, sireka dijwar diket di hundurê malê de. Mezelên ko sobe tê de neyî, weke sarincê bûn.

Di mezela rûniştinê de dolavek, di dolavê de pirtûkên di heqê bawerîyê û qûr’ana pîroz hebû. Li erdê kulav û li dora mezelê jî balif hebûn. Sobeyek mezin ya daran jî li nêva mezele de bû. Keserê xwe pişta sobê dirêş kirîbû û nalenala wê bû.

Di gundî de nexweşxane tunebû , nexweşxana herî nêzîk, bi pêyan rojekê dom dikir. Li gund de pîrikek hebû. Wê di xwedêdana zarokân de arîkarîya ducanîyan dikir. Keser birin mala wê pîrikê, janên wê hingî diçû dijwartir dibûn û qêrîna wê li gund de deng vedida. Wê şevê Xanimê jî arîkarîya pîrikê kir. Heya berbanga sibê janên Keserê nesekinîn. Xwîna wê jî gelek diçû. Pîrikê hewl dida ko xwîna wê bisekinîni, lê nekarî xwîna wê bisekinînin. Rê hatibûn girtin wê şevê, derfet tunebû ko Keserê serde nexweşxaneyê bikin. Di berbanga sibê de, xwedê kurek da Keserê; lê hingî we xwîna wê çûbû, taqeta jîyanê li ser wê nemabû . Stêra wê ya dawî jî, ji ezmanan tehisîbû (şemitîbû). Wê berbanga sar, li wê mala xewle de, ew jîyana ko welê keser tejî dawî bû. Wê serê xwe danî û çû buhuştê. Weke gelek dayîkên kurd, Keserê jî, ji ber bêderfetîyê, xizanîyê û bêkesîyê serê xwe danîbû.

Keserê du keçikên bi navê Zîn, Rojîn û kurek hêlişt bêxweyî bi çûyîna xwe. Zîn sê salî û Rojîn jî du salî bû. Ew zarokên mayîn bêxweyî, Seyîtxan xweyîtîya xwe li wan kir. Navê kurî kir Azad . Taybetîya navê Azad jî, ji bavê wî tê. Wan navê bavê wî lê kirîbûn. Seyîtxan jî, sê keç hebûn. Wan zarokên Keserê jî weke zarokên xwe dihesibandin û ji hemûyan jî hez dikirin. Di nav pênç keçan de Azad tenê kur bû; ji ber wê yekê barê wî, roj bi roj gîrantir dibû.

Azad zaroktîya xwe de gelek tengasî kişand. Şîrê dayîka wî tunebû, Xanimê şîrê pezî dida wî, lê ew aciz dibû. Şêvan nedinivist. Carna ji birça, carna jî, ji ber şîrê pezî zikê wî diwerimî (dinepixî). Heta Azad bû sê salî, Seyîtxan û Xanimê gelek tengasî kişandin.

Seyîtxan şivan bû, her roj pezên xwe dibir çêrandinê. Ew çend sal bû ko Seyîtxan şivantî dikir. Ji ber wê yekê, bêhna wî, ji şivantîyê teng bûbû, wî dixwest ko hin arîkarîya wî bikin.

Sal sere derbas bûn. Azad êdî mezin bûbû, ew bûbû deh salî. Wî nedizanî Seyîtxan ne bavê wî û Xanim jî dîya wî ye. Ji Seyîtxan re digot bavo û ji Xanimê re jî digot yadê.

Azad arîkarîya Seyîtxan dikir û bi hev re diçûn ber pêz. Çêrandina pezî ne ew qasê hêsanî bû. Heya êvaran pez, ji alîyekê dibirin alîyeke din. Carinan hin pez, ji kerîyî bir dibûn (dûr diketin). Hinek ji wan jî diman paşîya keriyî.

Dema dinê germ dibû ew nedihatin mal, wan ji pezî re hevşî çêdikirin û êvaran pez têxistin di nav hevşî de. Şêvekê revîya gurîya hatin, ketin nav pez û kûçikên wan ketin pey gurîyan. Wê şevê Azad gelek tirsa, ew cara yekê bû ko wî gurî ditibû.

Hefteyê carekê Azad diçû mal bêhna xwe vedikir. Ew ji nizaran dihat û diçû mal. Hat li gund sekinî , melê gund li ber derîyê xwe, li bina dara tûyê ça vedixwar. Azad têhn bûbû, ji melî av xwest. Jina wî av anî, da Azad. Melî çayek ji Azad re dagirt û danî ber wî. Dest û bi axaftinê kirin. Melayî gund ji Azadî pirsî: Ka tu ji ku ve tê û tu yê ku ve herî? Azad jî ji melê re dibêje: Ez ji ber pezan têm, ezê herim mal. Melayî Azad nasdikir. Wî digot qey Azad dizane bavê wî û dîya wî mirî ne. Wî ji Azad re got: Dema ko bavê te û dêya te mirin, ez ji wan re gelek qehirîm. Azad jî mat mayî dimîne û jê re dibêje: Dêya min û bavê min sax in. Mela jê re dibêje: Ma Seyîtxan ji te re negotîye, bavê te û dîya te mirîne. Azad jî dibêje: Seyda xwedê min ji te tiştek fêhm nekir. Seyda jî, tiştên hatin serê dê û bavê wî yek bi yek jê re dibêje.Azad digirî û diçe malê. Xanim li malê bû, dema ko ew dibîne Azad digirî, ew dibêje qey tiştek bi Seyîtxan hatîye. Ji Azad re dibêje: Tu çima digirî qey tiştek bi Seyîtxan hatîye? Azad jê re dibêje: Na, melê gund ji min re got, bavê te û dîya te mirî ne. Xanim ji melê aciz dibe. Ji xwe re dibêje ev çend salin ko, em mirina dê û bavê wî jê diveşêrin çawe melî jê re gotîye.
Gotinên melî bandorek gelek mezin li ser Azad dike. Çend mehan Azad xemgîn dikeve. Dema, ya hatî serê dê û bavê wî, dihat bîra wî, ew digirîya. Çend mehan jî bi kesê re neaxivî.

Ew çend hefte bûn ko tenduristîya Xanimê ne baş bû. Xanim ji gurçîlgên xwe aciz bû, Seyîtxan wê dibe nexweşxana bajêr. Bijîşk jê re dibêje: Gurçîlgên wê naşixulin. Divê tu wê bibî Enqerê, û hefteyê carekê bibî nik bijîşk, nexweşiya wê giran e.

Seyîtxan zivirî malê û ji Azad re dibêje: Ji ber nexweşîya Xanimê divê em herin Enqerê û li wir bijîn. Azad ji wan re dibêje: Ez nayêm Enqerê, we heya niha ji alîyê min ve gelek tengasî ditîye. Ez naxwazim ji we re bibim bar”. Wan gelek li ber Azad dan lê wî çûna Enqerê nepejirand. Rojin, Zin û keçên Seyîtxan jî zewicî bûn. Ew çûbûn ser nesîbên xwe. Tenê Azad mabû li malê de nezewicî. Gelek caran Seyîtxan keçên gund nîşa wî kirîbû lê wî nedixwest bizewice.

Seyîtxan pezê xwe hemûyan difiroşe û diçe Enqerê, di kargehekê de karekê dibîne. Lê tucarî, hînî jîyana bajêr nabin û her dem di hêviya çûna gund de jî dijîyan.

Azad tenê mabû li gund de.Ne dê, ne bav, ne pez. Yê tenê li wê malê de çibikirîya? Dema ko Seyîtxan çûbû Enqerê hinek pere dabû Azad, lê perên wî jî xilas bûbû. Azad fekirî welê nabore, çu nik gundîyan ji wan re got: Va ye hûn dibinîn, ez mame bêkar, divê hûn karekê bidîn min. Gundîyan dixwest ko karek baş bidin Azad, lê ma di gund de, yê çi bikirîya ji bilî şivantîyê. Gundîyan Azad kirin şivanê xwe.

Piştî çûyîna Seyîtxan û Xanimê, Azad gelek kêm diaxivî û tucarî bextewar nebû. Wî heta dawîya emrê xwe bi awayeki xemgîn şivantî kir…

::: nivîskar: Lezgîn Acar