Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
[şe'ir] ez ê werim
2012-11-07 10:35
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Ez ê werim

Dem di çavê şevê de bêxewîye dimeyîne,
ji hemî wateyên nas û nenas rizgar dibe îşev …

ez ê werim,

talan û olana emr"ê xwe ve,
xwelîserî û bextreşîya xwe ve,
qedera xwe, li bedena te bipêçim.

Girîye zarokan ji min kêm e.

ez ê werim û erişî dile te bikim û hemî kuçe kolanên te,
xaçerê û meydanên te dagir bikim.

Ez ê werim çiraya serxweşan hêj venemiriye
Di bin bircên dîyar û nedîyar(bekir) de
hemî pespayetîya xwe ve,
dilê ku ta girtî,
dilê ku min dagirtî,
dîl bigrim.

Ez ê werim hêj birînen min xwê negirtîn.

Ez ê werim ji berbanga sibeha xwe mistek azâdî bide min,
ji têkçûnên xwe qedehek girî Dêrsima min,
li rexa kendala dilê te ketim,
min himbêz bike,
gorî yî goristanên bêkêl bike,
sersînga min nîşangeha awiren te ne,
şûnderbên birînên te, vedişêre...
nalînên te
li gelîye dilê min hêlîna bêkesan çêdike,

ez ê werim bêtirs alayên ji xwînê,
berbiskên evînê li porên te bialînim,
tu xembar nebe.

:.. Alî Bayram