Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
Min şermezar neke
2012-12-10 11:51
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Ko tu bêyî
Bêdeng were
Bêveger
Şevê ji xew raneke
Di gel bayên berî sibehê
Bêyî ko teprep ji lingê te bê

Ko tu hatî bi dizî
Bi bayê bezê
Sivik û pêxwas were
Mûyên sersînga min neêşîne
Bê deng û pêjn
Têkeve dilê min
Dilê min bibe ji xwe re
Ko tu hatî
Destê min li ser dilê min e
Keziya ziyan neke
Bêhna kolana ji bîr neke
Bêhna kolanan ve were
Parsekên, xwe li seqemê pêçayî
Hêviyên wek tozê belavbûyî
Kom bike û were
Bila ji sermê kes nemire

Ko tu beyî carekê were
Bênaz û bêhenek
Li ti mehaneyan negere
"Şîrê te birije
Meşka te biqete" jî
Bêrivaniya xwe ve were
Min jî bibe bi xwe re
Ko tu hatî
Bêwext were nebêje ji kesê re
Weke kevokekê
Ji refa xwe veqete û were
Dilê min hêlîna te ye
Hêlinekê çêke ji xwe re
Çi bêjim dîsa şev e
Tîrek di derya dilê min de badikeve
Keser diseridin, dil tevlîhev e
Tu bêyî bihara bejna xwe ve were
Barana hesretê li min bike
Gul û kulîlkên xwe veke
Û min şermezar neke…..




:.. Ali Bayram