Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
ey gul
2013-02-20 22:37
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Ey gul !
Mijek ji keledûmana te,
Di şeveka risasî de,
Defa sîngê min qul dike…
Û bayên bêdengiya te
Mîna zindanên sar û cemidî, xwe li canê min dipêçe

**

Ey gul !
Mirov,
Mîna kolanên kor…
Bi kîlometreyan ji hev dûr…
Li hev baketîne.
Perde rakişayî…
Dergeh asê…
Dil girtî…
Çav, nixamtîne.

**
Ey gul !
Ey yara, miradan ji wîşîyê daran (ve)dike
Ey kulîlka xunava çavan ziwa dike…
Îşev,
Firokeyên cengê,
Li esmanê welatekê wêran,
Sirûdên mirinê dixwînin û xwe bi dengê zarokan hêdî dikin.
Her ko ayetek nazil dibe…
Zarokek dimire…
Te nedigot!
Agirê bi çirûskên kenê wan geş dibe,
Di zindanên dilê min de divemire..


**
Ey gul, bedewîya rojê!
Zemîna mermerekê cemidî, diqelişe û tê…
Êvarek e li girtîgehê…
Li ser xemgînîya gewregirên xemgîn,
Keskesora awirên te xêz dikim,
Dibe ko xeyal be?!
Dibe ko zend û bendên çemekê dirêj bî?!
Xwe li canê min pêçayî be bêrîkirina te…
Her çi be gul,
Êvar e…
Dil, hespekê rehwanê har e
Û barana hesretê dibare

**

Ey gul !
Ji kevir û bircên bedena te dirûtin kirasê bejna min.
Ko ez, kilên siphanî li ava heftrengan bihilînim…
Destanek dişewite di çavên te de…
Baranek şil dibe…

**

Ey Gul !
Welatek heye,
Ji dîwar û bircên helbestek xemgîn,
Tixûbên qedera min rast dike.
Ko ez bozê rehwan dibezînim,
Di xewnên xwe de çemê Dîjleyê diçikînim…

**

Ey dil !
Ev şêt û şeydayên evînê !
Ey perwaneya birînê !
Te bi baskên Sîmerxê dipêçim,
Bi xwelîya efsaneyan germ dikim….

**

Ey gul !
Ey wêraneya Dil !
Êşên xwe, ax û eywaxên xwe ji bîr bike!
Hemî dem û dîmenên kederê bike heyranok!
Û ji kezeba eşqê, nexşên xwe dîyarî min bike !

**
Ey gul!
Gul ji xwînê diniqutin dil,
Ji keledûmana hesretê…
Ji kevir û bircên helbestê…
Tu gul be, li dil be!
Bêkeser û kul be!

----

:.. Alî Bayram