Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Fûad Yildiz
 
bêhna şîrê fişkbûna zarokatiya min ji çûyina te tê..
2013-02-23 20:41
Fûad Yildiz
fuad@kurdigeh.com
Mîna keştiyeke bin av bibe , çûyina te jiyana min bin av kir...

Gava ku keşti bin av dibe li her aliyên dera ku keştî bin av bûye termên meyîtan bi ser av dibin..

Li aliyekê zarokek hêj bêhna şîr ji devan têê....

Li aliyekê keçikek porên wê du kezî ; keziyek li milê rastê, keziyek jî li milê çepê yê serê wê û li ser rûyê wê yê bêguneh kenek li nêva meşa xwe mayî...

Li aliyekê din dayikek hembêza wê vale mayî...

Li aliyekekê xortek simbêlên wî nû ber-reşe dayî...

Li aliyekekê mêrek li nêv-emrê xwe , pora wî piçekê werayî û piçekê spî bûyî...

Li aliyekê din jinek pir xweşik.....

Li aliyekê kalemêrek...

Li aliyekê xaletek kefîya wêya spî li ser pêlen avê diçe û tê...

Li aliyekê ........

Çûyina te jî bû sedema bin-av-bûna keştiya min....

Termên hestên min yek bi yek ser av dibin....

Li aliyekê bawerîya ixtîmala xweşikbûna jîyanê...

Li aliyekê tahm-standina hemî "fêkiyen "li ser
rûyê erdê..

Li aliyekê hezkirin ....

Li aliyekê baweri .....

Li aliyekê........

----
:.. Fûad Yildiz