Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Omer Faruk BARAN
 
SEMÎRAMÎS Û DÎNEK/RÊNAS JIYANEK
2013-03-29 12:09
Omer Faruk BARAN
info@kurdigeh.com
Omer Faruk Baran

Semîramîs ji Janya ya Rênas Jiyan beşek jan e. Ev jana, bi karekterên xwe yên bi can ên li ber çavan şano ye û bi helwesta zimanzanên zalim derbeke bi kerb e, helbest e! Helbestkar, nivîskar û şanokar Rênas Jiyan di vê helbestnivîsşanoyê de serpêşiya govenda dînbûnê kişandiye: Xwedê kiriye zava, ev girî kiriye û li bin baranê Semîramîs ji êşên welatî afirandiye. Metaforên nivîsnedî, aforîzmayên ji êşê bêhtir tiştekî re kêrnehatî li gundê Janya di bin konê mala bavê Semîramîsê de ve/vêketine.



Kostum: Çermê Şeva Serjêbûyî

Şev nexweşiya herî giran e ji bo nivîsê. Dermanê wê di wê taritiyê de ronahiya peyvan e. Tê gotin ku Rênas Jiyan di wexta xwe de hikumdariya şevê kiriye û Ji Şevê Re gelek tişt gotine. Lê gotinên zîv û zêr tim hêç û pûç bûne, xelk û alem tev diketine xewên giran.. Wî jî rabûye bi hevokên tûj ên Semîramîsî serî şevê jê kiriye û çermê wê jî kiriye kostum. Ne derew! Ji wê rojê pê ve ye kesên Semîramîsê dibînin, dixwînin, dibihîsin nakevin xew.



Dekor: Qoqên Serê Edûl û Jûlyetê û Parsûyên Derwêş û Romeoyî

Li her der û deverê dinê evîn heye, her tişt ji hezkirinekê ji dilketinekê pêk tê. Bi gotina Sait Faik ‘’her tişt bi hezkirina însanekî dest pê dike’’. Lê li Îngilistanê jî li Kurdistanê jî bi gotina Jan Dost ‘’divê evîn têk biçe’’. Dekora vê lîstikê vê têkçûnê nîşan dide. Xewn û xeyalên serhildêr ên bi evîneke giran taya azadiya welatekî ketine jî divê têk biçin.



Muzîk: Nalîna Yezdanên Birîndar

Yezdan ne yek e, hele li ser vê axa pîroz pênç hezar sal in tu bêje bi hezaran yezdan çêbûne û çûne –hindik e û ne pir e. Kîjan yezdan bi rastî hebû kîjan tunebû kes bi vê yekê nizane lê hemû yezdanên li ser vê axê heman tişt bihîstine: Kurdistaneke serbixwe û azad. Rênas Jiyan, bi vê nîyazê re yezdan birîndar kirine, wekî ku bêje ‘’we qet dilê me hênik nekir’’ û bi hevokên xwe li dilê wan xe: ‘’A ji we re ha!’’



Ronahî: Hîvrona Nûzayî Ya Ku ‘’Gixik’’an Dike

Nûzayin paqijî ye û hêviyeke nû ye, ev hêvî bi xwe re kenê tîne. Hîv û hêvî û ronahî ku bi hev dikevin ev ken di rûyê kal û pîrê heftê salî de jî vediguhere gixikan. 28 serhildanên têkçûyî bi mirin û girînê bi dawî bûn, xuya ye di vir de, di taritiya şeva serjêbûyi de, hîv li hêviya hêvîyeke nûzayî ye ku ronahî bibarîne ser gelê vê axê û wan bigixikîne.



Perde: Betanê Bekaretê

Kurdistan bakîreyeke pîroz e. Ji ber ku hinek kurd ji têkiliya ensest û ji yezdanên birîndar ditirsin newêrin di navrana Kurdîstana xwe de serîhildin. Lê ji jontirkan bigre heta dêereban ji wan bigre heta baveceman gelek gelan li vê bekaretê çav zer kirine, dest avêtine, pê şabûne û ser de jî bi xwe xweş anîne. Xwîn wer diherike û perde qet naqete.



Sahne: Kurdistan
Bê şîrove.



Temaşevan: Herdu çavên helbestkaran

Rênas Jiyan bi çavên helbestkî nivîsiye, çêkiriye, afirandiye. Her xwendevanek kiriye temaşevanek, her temaşevan jî kiriye helbestkarek. Bi vî şeklî çavên ku Semîramîsê dixwînin, dibin Semîramîs û bi çavên nû û nêrînên nû xwe dinirxînin.Her hebestkarek gorî miqamê xemên xwe dixwîne Semîramîsê û her temaşavenek gorî xwendina xwe dibîne Semîramîsê.



Lîstik ji du sahneyan pêk tê. Semîramîs di herdu sahneyan de jî heye. Sahneya yekemîn de li Evîn, Cîhan, Welat, Sinc li dor Semîramîsê dicivin û rabirdûyê analîz dikin: Tunebûna Semîramîsê çawa hebûnek çêkiriye? Hebûna Semîramîsê wê çawa tune bibe? Semîramîs ji serhildanên Kurdistanê, ji erdnigariya wê û mirin û zayinên wê çêbûye, çê bû çêbû? Cîhan bi gotinên pênç milyar salî, Welat bi şoreş û şerrên ducanî, Evîn bi por û mijangan û Sinc bi zilm û zagonê re mijûl e di vê sahneyê de. Her karekter di navê xwe de veşartiye, Semîramîs jî çi tiştê Kurdistanî heye hew bi xwe ye! Di sahneya duyemîn de Bav heye ku tunebuna kurdan temsîl dike. Neyarê qewmê xwe hewl dide ku keça xwe Semîramîs bikuje. Rênas Jiyanê Kurdistanî li vir hêviyekê ji bo hêviyên nû şîn dibin dihêle: Gulle diçe ji bo binamûsiya Semîramîsê ji eniya wê ve, wê maçî dike. Ji mirinekê zayinek dizê, ji zayinekê xayinek!



Kurt û Kurmancî

Semîramîs xewneke Kurdistanî ye, Rênas Jiyan dînekî Xwedê ye û li vî welatî wê rojkê herkes dîn bibe û bibe xwedîxewnek.

.



pênGAV – 5