Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Dilşad
 
Nivîsek beredayî
2013-04-01 12:22
:: Dilşad
info@kurdigeh.com
Ez dixwazim nivîsekê binivîsim lê ez nizanim çawe dest pê bikim. ( hevokek klasîk) welî dixwehi ko min a dest pê kirî jî…

Saet 7.48 e. Li ber min pirtûka farmakolojîye,li ser maseyî çaydank û li ser balqonê(şaneşînê) kevokek reş ji pîyanoka ( da ko çûk avê jê vexwin ) min danî ser balqonê avê vedixwe. Wexta firîya û çû spasî li min kir an ne kir ez nizanim...

Lê piştî ko min dît ew piyanok kêrî îşekê hat ez gelek keyfxweş bûm . ji xwe spasî jî ev e ez dibêjim. ..

Dîsa farmakolojî, dîsa çaydank û hatina tuwaleta min .

Dîtna dixwehî ev dinya li ser sê parametreyan hatîye ava kirin. Dema yêk diçe yêka din tê. Ez biçim tuwaletê û bêm dê parametreya din bibe çi ez gelek mereq dikim. Eve ez çûm bila parametre bê gûhertin.

Oxxx! eve ez hatim hûn bawer nakîn lê li tuwaletê jî sê parametre hebûn.Peçete, klozet û tiştek ji min diket klozetê. Oohhggxx ez ê niha bivereşim. Ez behsa van parametreyan nekim dê çêtir bibe çimko gelek pîs bûn.

Dîsa farmakolojî dîsa çaydank û Tu. Erê vê carê Tu bûyî parametreya sêyê. Erê çima Tu ji wan parametreyên din xurtir dixwehî ?

Yên din li ber min in, ez dikarim farmakolojîyê bixwînim ,çayê jî vexwim. Lê Tu ,ez dikarim çi ji te bikim ?

Tu ne li wê derê yî jî lê Tu xurtirî çawe çêdibe?

Serê min dîsa sekinî.

Min zanî ,erê min fêm kir çima Tu ji wan ên din xurtirî, çimko tu di dile min de yî.Erê erê ji sedê sed çimko tu di dile min de yî Tu ji wan xurtir î.

Picasso gotî bû ‘’ I don’t seek ,I find’’ ez dibêjim pêwîst e ev gotin min bi gotîya lê ma ez çi bikim Picasso ji berîya min gotîye.

I find ,ı find you.find you ,you ,you

Tiştek ecêb çêbû parametre bûn yêk Tu,Tu û Tu.

Deka vêca bêje ez kîjan Tuyê bi gûherînim?

----
:.. Dilşad Bayram