Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Al. Doç. Dr. Îbrahîm Seydo AYDOGAN
 
[nivîsar] guman - pîrozî û avakirina neteweyan û wêje
2011-02-05 01:07
:: Al. Doç. Dr. Îbrahîm Seydo AYDOGAN
info@kurdigeh.com
Pîrozî û avakirina neteweyan û wêje

GUMAN

Îbrahîm Seydo Aydogan

Herçend di netewebûyina civakekê de xwedan dewletbûyin ne şertê bingehîn be jî, dewlet di wê netewebûyinê de xwedan cihekî girîng û sereke ye.

Gava ku milletek him bê dewlet be û him jî di nava dewletên milletên din de bi sînoran hatibe dabeşkirin û bindestkirin, û ji parçeyên xwe yên din hatibe cudakirin û di ser de jî, nasnameya wî û zimanê wî hatibe redkirin û bi qasî sedsalekê di siyaseteke asîmîlasyonê ya tûnd re hatibe derbaskirin, divê pêvajoya netewebûyinê jî li ser bingehine din were avakirin.

Di rewşa milletekî weha yê parçekirî de netewebûyin li ser bawerî an jî bîrdoziyeke hevpar tê avakirin. Di rewşeke weha de, netewebûyina wê civakê bi xwe jî bi pirsgirêk e, lewre li parçeyên cuda û di nava bandora siyaset û ol û bîr û baweriyên cuda de avakirina bingehekî hevpar ne hêsan e.

Di nava civakên ku hê netewebûyina xwe temam nekiriye de, her tiştê nû cîhê gumanê ye. Ji xwe di zanînê de guman pêvajoyeke gihîştina rastiyê ye. Civakeke di rewşa ku me li jorê behs kir de, ji ber talankirina bîra giştî û tahrîbkirina nirxên hevpar an jî yên ku dikarin bibin hevpar, bi demê re, dikare bi kesên ku wê ava dikin ve jî ji eslê xwe, bingehên xwe û herweha, bi rêya van bingehan ve, ji parçeyên xwe yên din bi dûr bikeve. Ji ber ku ew bindest e, ne weke xwe dimîne û ne jî dişibe serdestê xwe; hingê dikare zû dejenere bibe. Ev dejenerebûyin him di warê çandî û him jî di warê takekesî de ye.

Gava ku li ser civakekê xetereya dejenerebûyinê hebe û ev dejenerebûyin dikare xwe bera nava kesên wê civakê bide, hingê berhemên wan kesan jî divê bi tevdîr werine nirxandin. Heger em bibêjin ku wêje jî berhemeke takekesî ye ku di nava civakekê de û bi çand û zimanê wê civakê ve tê avakirin, hingê di wêjeya zimanê civakeke bi vî rengî de, guman dê helwêsta me ya yekem be.

Pirsên ku di bingehê wêjeyê de hene, mîna “çi, çima, çawa û ji bo kê”, ji bo civakeke mîna ya Kurdan divê tim di bîra mirov de be, lewre civaka me ji civakên dora xwe û yên dûrî xwe bêtir dûrî çandeke homojen e.

Em vê homojeniyê di warê çandî de fahm dikin, lewre, em dizanin ku civakeke bi temamî homojen nikare peyda bibe, heger sîstemeke dîktatoryal ne li dar be; lê dîsa jî bi awayekî çandî, çi di warê wêjeyê, çi di warê zimanî, çi di warê hunerî an jî mîmariyê de, kêm zêde homojeniyeke nisbî dikare were avakirin ku mirov bikare behsa hin taybetmendiyên berhemên milletekî bike ku ew jî ji taybetmendiyên wî milletî bi xwe tên.

Herçî Kurd in, di nava axeke çar perçeyî û warekî şeş perçeyî (teva Kafkasya û Rojavayê) yê weha de ku bandora welat, çand, ol, ziman û siyasetên cuda li ser heye, civak nikare di tu waran de homojen be. Ji xwe di dema bêdewletiyê de mirov nikare ji binî ve behsa homojeniyê bike. Heger mirov pirsgirêkên civaka Kurdan yên dirokî û siyasî û takekesî jî li van ramanên jorê zêde bike, sînorên gumana ku em datînin ser karên wêjeyî û rewşenbîriya Kurdan dê berfirehtir bibin.

Di nava civakeke weha de ku ji aliyê çandî, siyasî, civakî û olî ve dûrî homojeniyê ye û herweha di zimanî wê de jî, ji aliyê zarava û alfabeyan ve, bi rêya qedexeyên dîroka wan be jî, dabeşkirin û cudahiyên xurt hene, behskirina wêjeyeke neteweyî jî cihê gumanê ye.

Li welatên ku Kurd lê dijîn, sîstemên siyasî yên cuda li dar in. Her sîstemekê, li gora xwe siyaseteke pirsgirêka kurdî jî bi rê ve biriye.

Di rewşeke weha de ku li Bakurê Kurdistanê perwerdehiya kurdî tunebe û nivîskar xwe bi xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe dibin û hejmara pirtûkên ku bikarin bi zimanê xwe bixwînin ewçend kêm e, mirov divê ji bo peydabûna wêjeyeke baş, gellekî bi sebr be. Lê belê, divê em çarçoweya vê sebrê jî diyar bikin. Lewre, ev sebr û bêhnfirehiya ku tê xwastin, divê nebe sedem ku mirov xwe ji hertiştî re kerr bike.

Lewre gava ku sînorê vê sebrê zêde fireh be, hingê wateya peyva wêjeyê û rewşenbîriyê jî dikare were guhertin û hertişt dikare li ser navê wêjeyê were çapkirin û herkes dikare bibe rewşenbîr ku aloziyeke weha ya cîhana zimanekî ya bîrdoziyê dikare bibe sedema karesatên çandî yên mezin ku rêlibergirina wan gellekî dijwar e û tahrîb û encamên wan jî gellekî giran in.

Kamilî

Ji bo peydabûna wêjeyeke baş, kamilî pêwîst e. Em vê kamiliyê di warê nivîskariyê, di warê zimên û di warê formê de bi kar tînin. Lewre heger ev kamilî nebe, mirov nikare hêviya berhemên xurt bike. Gava ku guman jî weke bingehê têgihiştina me ya wêjeyî were fahmkirin, û heger em rewşa Kurdan ya ku me li jorê behs kir jî bi bîr bixin, hingê kamiliya ku em behsa wê dikin jî ancax dikare di warê takekesî de û bi bandoreke xweser ve peyda bibe. Belawelabûyina civaka Kurdan jî, dê tim rêyê li ber bigire ku ew kamilî xwe li nava civakê belav bike û bigihîje asta civakî.

Hingê, civak dê kesan ava neke, lê belê, kes dê berê xwe û bi dû re jî civakan ava bikin, herçend bi niherîneke diyalektîk dijberê vê yekê jî rast be jî.

Civakên rojavayî ku berî sedsala 19’an gihiştin qadeke kamiliyê ya destpêkê, îroj ew kamilî kêm zêde bi awayekî homojen di nava xwe de li civakê belav kiriye. Milletên ku bi dû re be jî gihiştin qeraxên vê kamiliyê, bandora xwe li milletên din jî kir, lê belê, berî wê, xwe ava kir. Ji ber wê ye ku em dikarin behsa binavkirinên mîna “romana rûsî, sînemaya fransî, felsefeya almanî, mîtolojiya yûnanî û mîmariya japonî û hwd” bikin.
Yê Kurdan, netewebûyin hê di qada destpêkê de ye, lewre heta ku mirov nebe serdestê axa xwe, mirov nikare behsa netewebûyinekê bike. Guman di vira de li ser netewebûyinê jî heye. Ji ber wê ye ku her milletê ku di vê pêvejoyê re derbas bûye, hewil daye ku dîroka xwe bigihîne heylo dema ku hê fikra millet û neteweyan peyda nebûbûn. Heger di dîrokê de weha be, di warê çandî û wêjeyî de guman zêdetir dibe. Lewre, ji ber kompleksa nebûna netewetiyê, hewildana îspateke bêkêr dê bandora xwe li karên wêjeyî jî bike.

Ji ber wê ye ku nivîskarekî kurd ku hê derfetên zimanê xwe nû kişf kiribin, dikare bibêje ku wî bi xwe ev ziman ava kiriye û ji ber wê ye ku siyasetmedarekî kurd ku hê nû di civaka xwe de dibe serdest, dikare bibêje ku wî bi xwe ev millet ava kiriye û ji ber wê ye ku di civakeke weha de herkes dikare yê berî xwe û yê dora xwe tunne bihesibîne. Guman di civakeke weha de berî hertiştî li ser “avakirin”ê, yanî li ser destpêkê ye. Her millet dixwaze ji xwe re dîrokekê û mîtolojiyekê ava bike ku pirraniya van avakirinan li ser îddiayan in û behsa zayina milletan dikin. Ji ber wê ye ku Kurd carinan zayina xwe digihînin mîtolojiya Newrozê. Lê, heger em bala xwe baş bidinê, di eslê xwe de di vê çîrokê de behsa zayinê bi tenê nabe, lê belê behsa netewebûyinekê dibe. Sedem jî ew e ku “qedereke hevpar” ji wan re bi destê serdestan tê avakirin û ev qeder wan tîne cem hev, dike hêz û bi dû re jî bi awayekî xwezayî dike serdest.

Qewm û millet û netewe, ji xwe re tim mîtolojiyan ava dikin, lewra heger ew nebin, dê ji dîroka xwe hez nekin. Ev hezkirin û serbilindiya bi dîroka xwe ve, ji bo parastina siberoja neteweyên herî mezin jî girîng e. Di vê dîrokê de tim kesayetiyine weha hene ku ramana serdest dixwaze ku mirov ji wan hez bike û xwe bike weke wan. Taybetmendiyên wan kesan yên baş bi pêş ve derdixin û taybetmendiyên wan yên din (yên însanî û xwezayî) didin jibîrkirin. Bi vî awayî robotan ava dikin û li dibistanan jî dîroka van robotan tê xwendin. Ji bo xurtkirina îmaja van kesên robotî jî di gellek waran de çalakiyên yekem li wan bar dikin û behsa xizmeta wan a li doz û çand û rewşenbîrî û dewlemendiya wî milletî tê kirin. Gellek caran dikarin wan kesan weke rewşenbîr, weke fîlozof û vîzyoner nîşan bidin ku mirov tucarî nikaribe xwe bide ber wan û wan weke kesên pîroz bihesibîne. Yanî, milletên bindest ji bo parastina xwe tim pêxemberan ji xwe re ava dikin.
Ji bo parastina van iddiayan jî perdeya pîroziyê li ser destpêkê tê vegirtin. Ji bo parastina vê perdeyê jî, gellek berhemên sîmulasyoneke wêjeyî dikarin di xizmeta pîrozan de werin avakirin û li nava civakê werin belavkirin. Berhemên ku li pêş vê perdeya ava bûne, bi tenê demkî ne, bi demê re ew ê wenda bibin, lewre nikarin bersiva pirsên “çi, çima, çawa û ji bo kê” bidin. Bersiva wan dê li gora demê û li gora pêvajoyê be û, ev jî diyar dike ku, dê siyasî be. Siyaset bi xwe, li ser fikir û ramanên demkî tê avakirin. Wêje nikare li pêş perdeyê û di bin banê siyasetê de kêmaniyên xwe veşêre.

Destpêka kamiliyê di rakirina vê perdeyê de ye. Lewre di wêjeyê û felsefeyê de cih ji pîroziyan re tunneye.

Beradayî

Jean-Paul Sartre di berhema xwe ya bi navê Qu’est-ce que la littérature (Wêje çi ye ?) de, sê pirsan dike: « Nivîsandin çi ye ? Em ji bo çi dinivîsîn? Em ji bo kê dinivîsînin?». Ev pirs dê me bibin armanca nivîsandinê û herweha ew ê wateya karê nivîskariyê jî ji bo me zelaltir bikin. Di rewşa milletê kurd û zimanê wî de, ev pirs ji bo erka wêjeyê girîngtir dibin, lewre wêje divê bi kêrî tiştekî were. Di civaka ku pirsgirêkên wê yên siyasî û civakî û zimanî hebe de, bê guman, dê pirsgirêkên takekesî bi rengekî cuda peyda bibin, û hingê wêje di van waran de bi kêr were. Berhema ku ne di warê zimên de û ne jî di warê civakî de bi kêr neyê, ji bo me ”beradayî” ye, lewre di rewşa ku Kurd tê de ne de, wêjeya kêfê ancax dikare wêjeyeke laqayt û sivik be.

Weke ku herkes dizane, Ehmedê Xanî jî di destpêka Mem û Zînê de, di beşê « sebeba nivîsîna pirtûkê bi zarê kurdî » de, ev pirs bi awayekî gellekî aşkere ji xwe kiribû û bersiveke têra xwe nefspiçûk jî di pey wê re dabû û pejirandibû ku armanca wî ew bû ku li hember Tirk û Ereb û Eceman rûmeta Kurdan biparastaya û ji ber wê, di wê dema ku bi pirranî bi zimanê osmanî berhem dihatin nivîsandin de, wî ew mesnewiya bêhempa bi kurdî nivîsandibû.

Gelo nivîskarên me yên îroj çi qasî hay ji rastiyên xwe hene? Gelo çiqasî li xwe mikur tên? Di vê rewşa Kurdan de, lixwemikurhatin dîtina rastiyê ye. Ahmedê Xanî di Mem û Zînê de, gava ku behsa rewşa Kurdan dike dibêje ku ew “filcimle ne cahil û nezan in, emma di yetim û bê mecal in” û rewşa wan bi bêxwedîtiya wan ve girê dide. Weke ku em ê bi dû re bibînin, du sed sal bi şûn de, êdî Kurdine din gihiştin û van Kurdên ku bi çand û perwerdehiyeke din rabûne bi çavekî din li civaka xwe diniherî. Di serê sedsala 20’an de, êdî bi awayekî aşkere di kovara Rojî Kurdê (1913) de dihat gotin ku “Kurd nexwende û nezan in”. Di kovara Hawarê (1932) de gazin ji “nezaniyê” dihat kirin û apolojiya “xwendin, hînbûn û hînkirinekê” dihat kirin.

Ma di civakeke weha de ku hê bi hînbûn û hînkirinê ve mijûl e, mirov çawa dikare behsa kamiliyeke rewşenbîrî, wêjeyî û siyasî bike û rabe û hêviya wêjeyeke xurt bike?


Wêje û siyaset

Weke ku di dema Hawarê de weha bû, di destpêka wêjeya Kurdên sovyetê de û di wêjeya Kurdên bakurî ya salên 1980’î de jî her eynî reng û eynî deng hebû. Kurd bindest bûn, zimanê wan di derdoreke teng de hatibû asêkirin û ber bi wendabûnê ve diçû. Lê, di rewşeke weha de ziman cudahiya wan ya bingehîn bû û rengê wan yê xweser bû. Ji ber wê ye ku Celadet Bedirxan netewebûyin bi zimanî ve girê dida. Lê belê Celadet Bedirxan ji tevgera Xoybûnê hatibû, Erebê Şemo endamê Partiya Komunîst bû û Kurdên bakurî ku li Ewropayê dest bi wêjeyê kirin jî hemû ji tevgerên marksîst dihatin.
Madem zimanê kurdî di perwerdehiyê de nayê bikaranîn, madem her Kurdê xwende teqez bi zimanine din jî dizane, û madem nivîskarên kurd xwe bi xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûne, hingê tercîha nivîsandina bi zimanê kurdî, di rewşa milletê kurd de ancax dikare bi siyasetê ve were nirxandin. Lewre, gava ku daxwaza nivîskariyê di dilê mirov de hebe û mirov tercîha xwe ya zimanî li ser zimanê kurdî deyne, hingê ew tercîh siyasî ye. Ji ber wê ye ku di bingehên wêjeya kurdî de, weke ku li cem Ahmedê Xanî û sebeba nivîsandina wî ya bi kurmanciyê jî diyar dibû, heger xemeke mirov ya siyasî nebe, mirov nikare di sedsala 20 û 21’ê de bi kurdî binivîsîne, nemaze jî bi kurmancî.

Gava ku em sibêjin wêjeya kurdî siyasî bû, divê mirov destnîşan bike ku ev siyaset li gora dewran diguherî. Di dema Ahmedê Xanî de, nivîsandina bi kurmanciyê nîşana hebûna wan bû û li dijî Tirk û Ereb û Eceman bû, lewre wan henekê xwe bi Kurdan û zimanê wan dikir. Di dema Hawarê de, qedexeya tûnd ya li ser zimanê kurdî nû dest pê kiribû û nemaze Dewleta Tirk bi awayekî aşkere bernameya asîmîlekirinê dabû ber xwe ku vê bernameyê ji asîmileya zimanî dest pê dikir û xwe digihand koçberkirina Kurdan û bicihkirina wan ya di nava Tirkan de. Hingê, armanc jê “tirkkirina” wan bû û bi awayekî diyalektîk, ziman ji xwe ber di destê Celadet Bedirxan de dibû alaya kurdî.

Di dema Erebê Şemo de, kurdî ji bo propagandaya bolşevîzmê bi tenê alavek bû. Ji ber wê ye ku Erebê ku li gundê xwe şivantî dikir, piştî ku di artêşa rûs de dibe wergêr û li bajêr jî fêrî bolşevîzmê dibe, vedigere gundê Kurdan û li dijî axa û begên kurd propagandayê dike. Divê mirov bi bîr bîne ku heger weha nekiraya pirtûkên wî dê nehatana çapkirin, lewre di dema sovyetê de wêje di bin çavdêriya Partiya Komunîst de dihat çapkirin û mecbûr bû ku bi kêrî pêşketina civakê bihataya, yanî mecbûr bû ku propagandaya îdeolojîk ya lenînîzmê di wêjeyê de bihataya kirin. Yanî “bikêrhatin” di her demê de li gora fikra serdest tê nirxandin. Ji ber wê ye ku di destpêkê de ew roman (Şivanê Kurmanca) bi rûsî nivîsand, lewre ziman wê demê ne girîng bû, lê bi dû re bi kurdî jî nivîsand, lewre xwe dabû qebûlkirin û êdî karîbû bi zimanê xwe binivîsandaya.

Di dema Kurdên bakurî yên piştî 1980’ê de ne mecbûrî hebû û ne jî zordestî. Lewre wan li Ewropayê dest pê kir. Gava ku ew piştî cûntaya leşkerî ya 1980’ê gihiştin welatên Ewropî, hemû hê jî di nava komên xwe yên siyasî de bûn. Herçend li binxetê li şopên pêncî sal berê rast hatin jî, li Swêd û Almanyayê lê hay bûn ku zimanê wan ne qedexe ye û dikarin pê binivîsin. Alîkariyên diravî ku welatên ewropî bi nivîskaran dikir divê di vira de weke alaveke xurt were nirxandin. Lewre li Swêdê pirraniya weşanxane û kovar û pirtûkan bi alîkariya dezgehên hikumetî ve derketine. Cara yekem bû, wêjeya kurdî di serbestiyê de dihat kirin, lê belê dîsa jî, ji ber ku yên ku ew wêje dikir bi xwe siyasî bûn, rengê siyasetê her li ser wêjeyê bû. Ziman û wêje êdî dibûn çalakiyên îdeolojîk.

Di romana Mahmûd Baksî ya bi navê Gundikê Dono de behsa gundekî Xerzan dibe, lê belê diyaloga ku Zibeyrê Ehmêyê ku yek ji lehengên romanê ye di dawiya romanê de dike, bi me dide zanîn ku ji bo nivîskêr çîrok bi tena serê xwe ne bes e û mecbûr e ku aşkeretir bike, hingê hemû fikrên ku bi bicihkirina çîroka şerrê li dijî feodalan hatine sazkirin, bi diyalogeke rût û rasterast bi dawî dibe û rengê romanê yê siyasî aşkere dike.
Madem weha ye, gelo çi pêdivî bi romanê hebû?



Bîr

Li gelek deveran, yek ji pirsên ku wêjehez û nemaze romanhezên me ji xwe dikin jî ev e :
« Ji bo çi em jî nikarin romanên weke yên xelkê binivîsînin ? »
Ji bo ku mirov bikare bersiva vê pirsê bide, divê mirov berê behs bike bê romanê li cem xelkê çawa dest pê kiriye.
Julia Kristeva di berhema xwe ya bi navê « Le texte du roman » de dibêje ku romana Antoine de Sale ya bi navê « Le Petit Jehan de Santré » (1456), yekem romana fransî ye ku bi « pexşanê » hatiye nivîsandin. Berî vê romanê, romanên helbestkî hebûn ku mijarên xwe ji destan û efsaneyên devkî werdigirtin û ew vediguheztin ser nivîsê.
Em werin ser mijara xwe ya romana kurdî . Dîroka romana kurdî (kurmancî) ya ku em bi ”Şivanê Kurmanca”ya (1935) Erebê Şemo didin destpêkirin heta niha 196 roman dîtine. Weke tê zanîn, heta sala 1980’ê jî, hejmara romanên kurdî12 bû. Romanên kurdî yên yekem ku bêtir di bin bandora ”sosyalîzma rûsî” de diman û mijarên wan jî an li ser şoreşgeriyê an jî li ser dîroka kurdan û destanên wan bû û mixabin ji hêlên romanên rûsî yên estetîkî û stîlîstîkî jî têra xwe bêpar bûn. Li welatekî mîna Rûsyayê ku romannivîsên mîna Gogol, Dostoyewskî û Tolstoy nas kirine, romannivîsên kurd yên pêşîn (Erebê Şemo, Eliyê Ebdilrehman, Heciyê Cindî) gelekî dûrî qalibên romana gerdûnî man û romanên xwe bêtir, li gora pêvajoyê, ji bo perwerdekirina civakê ya polîtîk bi kar dianîn û dûrî xemên estetîkî bûn.

Vê yekê heta niha jî her bi vî awayî xwe di gellek romanên kurdî de diyar kir û romana kurdî jî herweha xwe di warê teknîkên vegotinê de, di nava tevgereke teqlîdkirina romanên ewropî û yên tirkî ya qels de vegevizand û rengekî xwerû ava nekir. Vê yekê kir ku vegotina kurdî ji ruhê xwe yê ku di destan, çîrokên gelêrî û kultura dengbejiyê de diyar dibe bi dûr bikeve û xwe li ser hîmine dejenerebûyî ava bike. Ji ber vê hindê, heta ku romana kurdî ji teqlîda xwezayî bi wê de neçe û xwerûbûneke mijar û vegotina edebî di kurdî de ava neke jî, em ê her pirsên weke ya jorê ji xwe bikin.

Vegotina hunerê romanê, weke ku di hemû vegotinên nivîskî de weha ye, bingeha xwe ji kultura devkî stendiye. Ev kultura devkî berhema ”bîra giştî” ye ku dibe ”bîra civakê”. Bi hemû zimanan çandeke devkî heye ku piştî peydakirina nivîsê, hêdî hêdî qels bûye û aktuelbûna xwe wenda kiriye. Nivîsê çalakiya vegotina devkî ji holê rakir, lê belê, tu carî jî dev ji peywendiyên xwe yên bi wê re berneda. Di vê têgehê de, ji bo romannivîsiya kurdî, mixabin pirsgirêkek heye. Lewre, di pêvajoya veguheztina ser forma romanê de, pêywendiya ku diviya di navbera vegotina devkî û ya nivîskî de bihataya avakirin, pêk nehat. Pêvajoya guherîna ber bi pexşanê û formên wê yên biyanî ve jî, beyî ku di kamiliyê re derbas bibe, xwe di ser gellek qadan re çeng kir û xwe da tengala zimanên ku ev nêzî çar sed sal in romana modern dinivîsin.
Ji ber ku hunera romanê li cem Kurdên bakurî rasterast bi teqlîdkirina romana biyaniyan ve pêk hat. Di vê teqlîdê de jî, ziman ji dewlemendiya xwe ya devkî bêpar hate hiştin û kêm nimûneyên dijberê wê dikarin werin peydakirin. Hewla nivîskarên ku ferhengan an jî ferhengên biwêjan di pêvajoya nivîsandina romanan de datînin ber xwe, aha ji ber vê sedemê ye, lewre nivîskar ji binî ve ji bingehê zimanê xwe bi dûr ketibûn. Lê, ne bi tenê bikaranîna zimên û şêwaz hate guhertin, hevoksaziya kurmanciyê jî herweha para xwe ji vê dejenerebûyinê wergirt. Wek mînak, rêngdêr û hokerên ku ji bo vegotina bûyeran alî zimên dikin û di wêjeyê de gellekî girîng in, bi awayekî giştî, naşibin rengdêr û hokerên ku em di berhemên dengbêjiyê de dibînin. Lê belê, ew bêtir dişibin rengdêr û hokerên ku em di zimanên ciranan de dibînin. Di vî warî de zimanê tirkî ji zimanê kurdî bêtir ji bo nivîskariya me ya bakuriyan bûye çavkanî. (Elbet mirov nikare ji bo hemû nivîskaran behsa heman helwêstê bike.)
Gava bi giştî mirov bala xwe dide zimanê romanên kurdî, mirov dibîne ku pirraniya nivîskarên me yên hemdem ji naskirina çanda me ya vegotina devkî bi dûr in lê gelekî nêzîkî edebiyata tirkî ne ku ew bi xwe jî bi teqlîda edebiyata fransî pêk hatiye. Hingê hin romanên kurdî, ji ber vê yekê, dibin teqlîda teqlîdê.

Du mînakên wêjeya kurdî ku taybetmendiyên wê nîşan didin

Pexşan, weke awayê nivîsê, teşeyekî zimên yê bipêşketî ye. Muzîk û rîtmên zimanekî bi lêgerînên pexşanê ve dikarin zimanekî nivîsê yê bipêşketî ava bikin ku, li gora zimanê devkî, bibe zimanekî bikêrhatî him ji bo ragihandinê û him jî ji bo vegotinên wêjeyî yên nivîskî.
Bikaranîna derengmayî û bi dû re jî kêmbikaranîna pexşanê di pêşketina kurmanciyê de şikestineke çilo pêk anîbe jî, niha girîngtirîn astenga li ber zimanê me ew e ku me hê jî ev pirsgirêka ku çareseriya wê dê ji bo zimanê me bibe şoreşek baş fahm nekiribe û rê li ber vê seqetiyê negirtibe. Berpirsiyariya vê kêmaniyê, elbet li ser milê nivîskar û weşangeran e.
Beyî ku em bixwazin behsa têkîliya hişî û zimên bikin, divê mirov bibêje ku hişê nivîskariyê çiqasî bipêşketî be, ew ê di bikaranîna derfetên zimên de jî ew qasî zîrek be. Lewra xurtbûna nivîskêr xwe di zimanî wî re dide der.
Ev hişmendiya pexşanê ku nemaze di berhema Marcel Proust de (Li Pey dema wendabûyî) xwe bi hevokên kompleks nîşan dide, dikare di berhemeke din de jî bi awayekî din derkeve holê. Lewre pexşan, hemû derfetên zimanekî yên kêmbikarhatî derdixe holê û wan çalak dike. Ji ber wê ye ku divê mirov tucarî nebêje « bipêşxistina zimên ». Mirov nikare zimanekî bi pêş ve bixe, lê belê mirov dikare derfetên wî yên ku di ragihandin û ravekirinê de pêwîst in kişf bike û bi xelkê jî bide naskirin. Lewre derfetên hemû zimanan yek in, lê belê hemû ziman mîna hev di hemû waran de nayên bikaranîn.
Li gora Proust, zîrekiya nivîskarekî di hevokên wî de ye û pisporên wî, li ser pirsgirêka hevokên wî yên dirêj, dibêjin ku ji ber wê ye ku Proust hewil daye ku gelek agahiyan di nava hevokekê de û bi carekê bide. Lewre, di jiyanê de tişt bi hev re di nava peywendiyeke kompleks de ne û hiş wan teva vê peywendiya wan nas dike û madem di navbera wî û zimên de peywendiyeke rasterast heye, hingê wan weke ku werdigire jî diteyisîne ser zimên û ji zimên jî ser nivîsê.

Ligel gellek nûbûnên din ku bi pexşanê re hatine zimên, di vegotina romanesk û wêjeyî de bikaranîna hevokên kompleks ku weke haveynê zimanê kemilî tê pejirandin, ji bo nuha radeya herî bilind e ku ziman dikare xwe bigihînê, lewre awayên hişî yên tevgerê û dîtina wî ya global û dawerivandina tiştan ya ji aliyê hişî ve, bi tenê bi bikaranîna zimanekî weha ve guncav e. Heger hiş mirovekî şoqereş teva hevalê wî yê bêvildirêj û hevala wî ya guhbel û pismamê wî yê kose û dotmama wî ya devçarox dibîne û wî weha li cem xwe nas dike, hingê ziman jî divê vê peywendiya wî ya bi tiştan û kesan re weke xwe bide. Di zimanê nivîsê de jî ev peywendiya jiyanê bi rêya hevokên kompleks û gîhanekan ve tê sazkirin ku di zimanê kurdî de awayên wan yên hêsan di jiyana rojane de gellekî tên bikaranîn. Karê nivîsê îroj ew e ku awayên veşartî derxe holê û sînorên zimanê me bicerribîne.
Di roja îroj de, ji nava derfetên pexşanê, ya ku ji zimanê me kêm maye jî ew e ku ev taybetmendiya pexşanê baş nehatiye fahmkirin. Elbet, ev yek ji bandora zimanê devkî tê. Lê belê, hevokên kompleks, beyî ku bibe armanc, dikarin rêyê li ber qutbûyina vegotinên wêjeyî bigirin ku em di gellek berhemên kurdî de dibînin. Erê, mebest zimanê nivîskî ye, lê ev awa dikare zimanê devkî jî biguherîne.
Ji bo têgihîştinê, çêtir e ku mirov mînakekê bide.

« Hecî Zorav dixwest, xwe ji Zibeyr xilas bikira. Wî ev kar û bar jî dabû Hesenê Meysê. Roj tune bû ku Hesen bela xwe li Zibeyr neda. Lê Zibeyr nediket dafikên Hacî Zorav. Haya Zibeyrê Ehmê ji bayê dinê hebû. »

Vegotineke wêjeyî ya pêşketî ku derfetên zimên baş bi kar tîne, dê tucarî van hevokên jorê venehewîne. Divê baş were fahmkirin ku di vê mînakê de behsa stîla vegotinê nabe. Lewre vegotineke wêjeyî dikare bi hevokên kurt jî were kirin. Lê belê, em di stîla vê nimûneyê de bi guman in, lewre ji stîleke vegotinê bêtir, bandoreke zimanê devkî aşkere dibe ku ev bandor ji bo vegotina wêjeyî ya hemdem û gihiştî dikare bibe sedema qelsiya vegotinê. Ji ber wê ye ku di van pênc hevokan de du caran navê Hacî Zorav, du caran navê Hesenê Meysê û çar caran jî navê Zibeyrê Ehmê tê gotin ku mirov ji bihistina heman navî aciz dibe. Lewre dubarekirina navan û bûyeran û peyvan, di nava wêjeya vegotinê de weke nîşanên qelsiyê tên hesibandin. Ev kar karîbû bi alîkariya cînavan jî bihataya kirin ku dê karê vegotinê hêsantir bikiraya.
Ka em agahiyên ku nivîskar bi van hevokan vedibêje, deynin ber xwe.

1- Hecî Zorav dixwaze xwe ji Zibêr xilas bike.
2- Ji bo vî karî, peywirê dide Hesenê Meysê.
3- Hesenê Meysê bela xwe tim di Zibêr de dide.
4- Lê Zibêr nakeve dafikên wan.
5- Hayê Zibêr ji bayê dinyayê heye.

Di vê mînakê de, pênc agahî hene ku nivîskêr, beyî ku ji derfetên ziman û nivîsandinê destkewtî bibe, heryek bi hevokekê rave kiriye. Hingê, mirov dikeve wê baweriyê ku ev hemû bûyer ji hevdu cuda tev gerriyane, lê belê bûyera yekem sedema ya duyem e û ya sêyem jî bi wê ve girêdayî ye. Bûyera çaran bi awayekî kronolojîk encama wan bûyeran e, herçend tu peywendiyeke organîk di nava wan de nebe jî. Lê belê, bûyera pêncan ku dibe sedema bûyera çaran, nîşan dide bê çima hersê bûyerên destpêkê bi ser neketine. Hingê, ev hemû bûyer di nava hev de ne û bi hevdu girêdayî ne. Madem hiş van bûyeran di nava hev de weke fikreke giştî qebûl dike, ji bo çi mirov mecbûr dimîne ku di vegotina zimanî de wan bûyeran ji hevdu cuda bike?
Ger em bixwazin ji bo heman agahiyan awayekî vegotinê yê din bi kar bînin, nivîskarî dê bi temamî biguhere :

« Hecî Zoravê ku dixwast xwe ji Zibêr xelas bikiraya, ji bo vî karî Hesenê Meysê peywirdar kiribû. Digel ku roj tune bû ku Hesenê Meysê bela xwe di Zibêr de nedida jî, Zibêrê ku hayê wî ji bayê dinyayê hebû, tucarî nediket dafikên wan. »

Mirov dikare bi gihaneka « û »yê, vê mînakê bi hevokekê jî vebêje.

« Hecî Zoravê ku dixwast xwe ji Zibêr xelas bikiraya, ji bo vî karî Hesenê Meysê peywirdar kiribû û digel ku roj tune bû ku Hesenê Meysê bela xwe di Zibêr de nedida jî, Zibêrê ku hayê wî ji bayê dinyayê hebû, tucarî nediket dafikên wan. »

Bi guhertina me re, hemû agahiyên ku têkildarî hev in, beyî ku ji hevdu qut bibin, ji bo ku herka zimên û ya vegotinê xera nebe, li dû hev in. Lewre, heger Zibeyrê Ehmê zilamekî zîrek e û hayê wî ji dunyayê heye û vebêjer jî Zibeyrê Ehmê teva van taybetmendiyên wî dadiwerivîne, hingê gava ku mirov navê wî bibêje û behsa bûyera wî bike, mirov nikare van agahiyan ji bîr bike. Heger nivîskar ji bîr bike jî, hiş ji bîr nake. Heger bi rastî jî peywendiyek di navbera zimên û hişî de hebe, hingî divê em tiştan û kesan û bûyeran weke ku di hişî de hene rave bikin. Ziman gava ku kete nava tevliheviyên tevgerên hişî, hingê dikare hemû derfetên xwe yên mirî çalaktir bike.
Erê, kurmancî xezîneyek e, kesê ku daketiye bînê bîrê, heta nuha destvala venegeriyaye. Lê dîsa jî derfetên zimanê me yê vegotinê hê baş nayên bikaranîn. Ma gelo divê mirov vê kêmaniyê bixe stuyê kurmanciyê an nivîskariyê ?


Îdeolojî an jî ajîtasyona wêjeyî

Gava ku mirov bandora siyasetê û tevlêbûyina nvîskaran ya şexsî jî li berhemên wan zêde bike, hingê mirov divê çend pirsên din jî aşkere bike. Nimûneya ku me bi Zibeyrê Ehmê û diyaloga wî ya dawîn da, li vira girîngtir dibe. Lewre, Zibeyr di dawiya romanê de tê û bi çend hevokan hemû romanê şirove dike û nîşan dide ku armanca Mahmûd Baksî ravekirina şerrê feodaliyê bû ku ev jî ji çepgiriya wî dihat.
Nivîskarek divê li hember bûyerên berhema xwe bi çi helwestê tev bigere? Gava ku mirov bala xwe dide hin berhemên kurdî, mirov zelalkirina hin têgeh û tevgeran, weke pêdiviyekê li ser milê xwe hîs dike.

Di gotarên vegotinî de, demên cuda rên hemberî hev: dema nivîskêr, dema xwendevên, dema vegotinê, dema bûyeran. Gava ku mirov behsa “wexta bûyerên romanan” dike, divê em ji bîr nekin ku cudabûnek di nava nivîskêr û vebêjêr û lehengan de heye. Heger ev hersê dem tev li hev bibin, pirsgirêkên avakirinê dikarin di berhemê de peyda bibin. Ji xwe, ger mirov bihêle, weke ku Benvenîst (Problèmes de Linguistique Générale) dibêje, « bûyer xwe bi xwe vedibêjin » û pêdivî bi vegotina nivîskêr jî tune ye. Bi vî awayî, em dikarin bibêjin ku qerektereke vebêjeriyê di tevahiya bûyerên berhemekê de heye. Rêlibergirtin an jî qutkirina vê pêvajoya vegotina bûyeran ku xwe bi xwe pêk tê, rêyê li ber avakirina berhemeke têkûz jî digire.
Em mînakekê bidin :
Di çîroka xwe ya bi navê « şeva spî » (Kakil, weşanxaneya Sî, 2002) de, çîroknivîsê kurd Dîlawer Zeraq, behsa Muxliso dike ku di bin berfa spî de bi paqijkirina camên erebeyan nanê xwe derdixe. Nivîskar, ji bo vegotina çîroka xwe, dema nuha bi kar tîne, lê balkêş e ku ji bo şayesên mîna « Berfê zêde kiriye û êdî canê wî li ber tevzînê ye », dema niha û ya bihurî bi hev re bi kar tîne. Ev jî diyar dike ku hilbijartina wextan bi awayekî rêk û pêk pêk nehatiye. Lê balkêşiya vê çîrokê ya ji bo mijara me, ne di vê taybetmendiya wê de ye. Di vê çîrokê de em Muxliso û serboriya wî ya ku di nava rastiya Kurdan re xwe dide der dibînin û bûyer heta deverekê, xwe bi xwe vedibêjin. Ji bo mijara me jî ya balkêş ew e ku nivîskar di devereke çîrokê de (r. 8) sînorên vegotina wêjeyî xirab dike û teva dem û kesayetiya xwe ve, dikeve nava dem û bûyerên çîrokê.

« Pişt re ka bêje ji ber çi ye, kurik gavek bi paş de davêje. Şewla projektorê ji şevê diteyise û li rûyê wî dixe ; şanika ku li ser govika wî ya rastê ye, siyeke zirav û dirêj li ser dêma wî çêdike. Ez wî ji vê şanikê nas dikim. »

Heta nuha me « ez » nedîtibû. Êdî em dibînin ku kesekî nû ji nişka ve dikeve nava çîrokê. Ji ber ku heta dawiya çîrokê kesekî din xuya nabe, em fahm dikin ku ew « ez » nivîskar e û rasterast bi xwendevanê xwe re dipeyive, lewre ew weha bawer dike ku çîroka wî têra vegotina rewşê nake û ji ber wê xwe mecbûr hîs dike ku zelaltir bike.
Nivîskar weha dewam dike :

« Hûn jî wî nas dikin. Ew Muxliso ye. Ew parçeyek ji me ye; hemû encamên şer û pevçûnên hatî jiyîn xwe di rûyê wî de dane der. Wî êşên ku li ser navê me kişandine, li aliyê çepê ya lêva xwe ya jêrîn li hev civandine.”

Piştî van hevokên ku herka vegotinê didin rawestandin, nivîskar dîsa ji çîrokê bi dûr dikeve, bi gotineke din, belaya xwe ji bûyeran ve dike û dihêle ku bûyer xwe bi xwe vebêjin.
Di berhemên edebî de, ji ber vê taybetmendiya bûyeran, mirov nikare li gora kêfa xwe herka vegotinê rawestîne û tê de nirxandinên xwe yên şexsî bike. Di sedsala 19’an de nivîskaran ev yek dikir, lewre tecrubeyeke xwendinê hê li civakê belav nebûbû. Ji ber wê ye ku, di Mirovên Hejar (Les misérables) de, gava ku Jean Valjen di girtîgehê de li ser rewşa xwe difikire, Victor Hugo bûyeran radiwestîne û bi xwendevanên xwe re dikeve nava munaqaşeyekê. Hugo di wî beşî de xwendevanan agahdar dike ku lehengekî romanê dikare xwe bi xwe jî bifikire û wan fêrî vê teknîka vegotinê dike. Hingê, em fahm dikin ku, di dema Victor Hugo de, vegotina wêjeyî hê xwe ava dike. Helwêsta ku Hugo di sedsala 19’an de wergirtibû û helwêsta hin nivîskarên kurd hê jî dişibe hev. Çanda xwendin û wejeyê çandeke giştî ye û Kurd jî bi zimanine din fêrî xwendinê bûne. Ji bilî rewşên awarte, Kurdê ku romanekê bixwîne, teqez bi zimanine din jî romanin xwendine. Ji ber wê, em dikarin bipejirînin ku çandeke wî ya xwendinê heye. Hingê, êdî pêdivî pê nîne ku em ji wî re bibêjin ku lehengek dikare xwe bi xwe jî bifikire, lewre wî ev yek di pirtûkine din de teqez dîtiye.
Di gellek berhemên me yên edebî de hin helwêstên nivîskaran yên şexsî di nava bûyerên berhemên wan de xwe didin der. Herçî helwêstên wan in, rast in û mafdar in, lê dive mirov ji bîr neke ku bûyerên berhemeke edebî di nava cîhana xwe de hene û rastî û nerastiya wan me têkildar nake. Ji xwe, ew bûyer çendî « derew » bin jî, baweriyekê bi mirov re çêdikin, lewre ji ber “xwesepandina” wan, ew bûyerên ku têne vegotin bi me weke ku rast bin xuya dibin. Têvlêbûyina nivîskêr, dê herweha herka vegotinê qut bike û rengê çîrokê jî biguherîne. Bi vî awayî, ew peywendiya dîrokî ya di navbera xwendevên û wêjeyê de jî derban dixwe.
Ev kamiliya nivîskariyê ku me behsa wê dikir jî di vira de baştir xuya dibe. Wêjeyê fahm kiriye ku divê bi kêr were, fahm kiriye ku divê ziman bikemile, lê ji bo kamiliyên din, ji wêjeya kurdî re hê piçekî din jî heye. Heger em bibêjin ku « bîra giştî » çavkaniya wêjeya devkî ye û bi vî awayî dibe çavkaniya wêjeya nivîskî jî, divê em ji bîr nekin ku gava ku bîra giştî veguhêze ser « bîra şexsî » hingê dibe huner û wêjeya ku bi wateya hemdem em jê fahm dikin. Bîra Kurdan ya giştî bi goristanan ve hatiye dagirtin, lê bîra şexsî ya ku yekem berhema wê û herweha yekem romana wê « Mem û Zîn » bû, di dema me de, sê sed sal piştî Ahmedê Xanî, tiştekî zêde li xwe zêde nekiriye. Bi tenê hewldan hene ku nîşan didin bê mirov dikare çi bike.
Weke ku Sartre digot : « nîşandayin guhertin e ».
_______

[1] Mijara ku di vê nivîsê de behsa wê dibe, sala 2010ê di konferans û semîneran de li Colemêrg û Dihok û Mêrdînê jî bi awayekî devkî hatiye vegotin û bi dû re hatiye berfirehkirin.
[2] Em mijara berhemên wêjeyî di vê nivîsê de bi zaravayê kurmanciya jorîn bi sînor dikin.
[3] Mahmut Baksî.- Gundikê Dono.- Stockholm : Orfeus, 1988.- 107 r..- (r. 27). (Yek ji wan romanên ku nivîskarê vê nivîsê jê hez dike ev romana Mahmûd Baksî ye, ji ber wê, gava ku ew ji bo ravekirina hin têgehan nimûneyên vê romanê bi kar tine, dive mirov nebêje qey ew romanê rexne dike. Di van mînakan de bi tenê behsa zimên dibe.)