Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Rêdur Dîjle
 
LI PERAVÊN BEHRA ARAM
2013-04-07 20:59
Rêdur Dîjle
info@kurdigeh.com
A soxîn min ew kevir dît;

ferşikekî spî yê xîçî bû

ku min dixwest li ser behra aram hilpekînim

û bipekînim.

Wexta bi sivikayî min xwe kuzî kêlekê kir

û destê xwe paş ve kişand

di otobusa Ljubljan-Triesteyê de

kekê min î ajovanê TIR’ê yê dihênijî

hat ber çavê min.

Dû re dergistiya wî ya bi salan bendawar

û qewldirêj.

Kî dizane

wexta cara dawîn hatibû

bêzar û ziman, bê qala çikiribûn?



Gava li ser ava aram

kevir dipekiya

min jimartina wan jî jibîr kiribû.





Wê havînê êvaran tim dadiketim

peravê behrê.

Li ser ferşikên spî yên xîçî

bi komireke ripîreş

min wêneyên gulperiyan nîgart.



Cevat ÇAPAN

Wergera Ji Tirkî bo Kurmancî: Rêdûr DÎJLE