Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Lezgîn Acar
 
te bar kir
2013-05-29 11:30
:: Lezgîn Acar
info@kurdigeh.com
Ey mirovê biqedir û qimet.
Te bar kir, di wextekî zû de.
Te bar kir, di serê vê buharê de.
Rûyê te yê berken.
Dilê te yê germ.
Çavên te yên belek.
Ji me dûr ketin, yek bi yek.
Gava tu çûyî,
Bilbilan li ser te distiriya.
Tav xeyidî û derneket.
Steyran ronahiya xwe temirandin.
Robaran ava xwe neherikandin.
Hêstirên çavên me bûn derya li ser cîhanê.
Ey mirovê biqedir û qimet.
Te bar kir di wextekî zû de.
Te bar kir di serê vê buharê de.
Te nedizanî jana mirinê, yê ji bo me holî giran be.
Ger te zanibaya , dibe ko te bar nekiriya.
…..
:: Lezgîn ACAR