Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
Nirxandineka li ser romana Fawaz Husênî ya "Evdo û çend bêhnikên şadiyê"
2013-06-11 11:33
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Evdo kurdek ji Helepçeya wêran e û li Parîsa xopan dijî. Di gel xeyalê xwe yê têkçûyî, ku Sedam Hisên jiyana wî bi gaza kîmyewî serobino kiriye.


Romana Fawaz Husên, ya bi navê "Evdo û çend bêhnikên şadiyê" beşek ji jiyana kurdek Helepçeyî ye ku hêj xwe ji şopên wê trawmayê rizgar nekiriye û nikare xwe rizgar jî bike. Di romanê de Evdo ji bo ko ji rastiya xwe bireve û "çend bêhnikên şadiyê"bijî berê xwe dide Yewnanîstanê û di girav û dîroka Yewnanîstanê de noqî deryaya xeyalan dibe.

Mixabin Evdo her çiqas bixwaze xwe bi fantezî û xeyalên şehewî ji rastiya xwe, ya rasttir xwe ji qedera xwe dûr bigire jî rewş û ronahiya Nazenînê ji ber çavên wî wenda nabe. Gava Evdo dicihişe xwe stêrkên qedera xwe ya li esmanê Helepçeyê hatî vemirandin dibîne û hezar naletan li Seddam Hisên û hemî temaşevanên wê rewşa kambax tîne. Tişta herî balkêş ew e ku Evdo bi salan e li Parîsa xopan dijî lê saeta xwe li gor wextê Helepçeyê eyar kiriye.Nivîskar bi vê nîşaneyê dixwaze bandora trawmayê berçavtir bike û bîra( hişê) Evdo her dem zindî bihêle. ji xwe kesê karesateka bi vî rengî jiyabe ne mimkune xwe ji wî wextî biqetîne.


Evdo kurdek xweyî hiş û hizr e û baş dizane çi bi serê wî hatiyê. Ew rexneyên giran li nêrîna Frensîyan a li dijberî penaber û biyaniyan dike . Ji ber ku Frensî biyaniyan naxin şûna seyê kolana û li Frensayê ne mimkune mirov mohra xeribiyê ji eniya xwe paqij bike.



Di gel vê rewşa berçav jî lehengê romanê Evdo ne kurdek xwe radestî pêlên mexdûriyet û bindestiyê kiriye.Evdo xwe naspêre parsegitiyê û xwe ji jiyanê venakişîne.ji Evdo re hêz û heyecana " çend bêhnikên şadiyê"bi tena serê xwe bes e bo tevger û livandinê. Ji ber ku Evdo baş dizane nikare rabirdûya xwe biguherîne û qedera xwe ji bêbextiya dîrokê biparêze.


Fawaz Husên bi zimanekî fewqalade lihevhatî ,bê perde û sansur( hetta mirov dikare bêje zimaneke şilf tazî) trajediya Evdo û Nazenînê ristiye.Bar û êşên Evdo raxistiye ber çavan. Romanek e gelek balkêş bi kurdiyek e nazik û kubar li benda xwendevanên kurdîhez e.


----
:: Alî Bayram