|
XEWA BI TENÊ
|
2013-06-13 20:58
|
Rêdur Dîjle info@kurdigeh.com
|
|
Muazzez jineke xewarî bû, Li ser milên min raza. Min bi lêvikî jê re got, ranezê Muazzez, Lêvên wê şiyar bûn.
Di hişê min de keçên kulîlkî, Keç sîsirk in. Li cem min Tenêtiya Muazzezê ya westiyayî.
Ku min bi nezanî Bêriya wan keçên ku di nava wan de Cejnin hene kiribû. Çiplaqiya Muazzezê ya riziyayî Ku min jê hez dikir.
Ev porên Muazzezê yên boyaxkirî ne Ev milên min î lawînî ne.
Cevat ÇAPAN
Wergera ji Tirkî bo Kurmancî: Rêdûr Dîjle
|
|
|