Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Lezgîn Acar
 
Hevalînîya jijo û kêvroşkê
2013-07-29 17:02
:: Lezgîn Acar
info@kurdigeh.com
Li daristanek gelek tarî heywanên cûr bi cûr hebûn. Şkêvlatok jî, yek ji wan heywanan bû. Gava ew piçûk bû, dêya wê ji wê re xwarin dianî, ew di nava daristanê de digerand û di heqê jîyanê de agahî dida wê.

Êdî endama malbatê mezin bûbû, ya ko keti ser milê dêya wê, yek bi yek anîbû cih. Ew ji bo jîyaneke dijwar azad kiribû.


Şkêvlatok ketîbû di nava şerê Jîyanê de û nexweşiyek lingê wê girtîbû. Belengaz ket û nekarî rêve biçi, ji xwe endamên malbatê jî hemû dûr ketibûn. Haya kesê ji wê tunebû. Guneha şkêvlatokê welê bêtaqet ketibû û nedikarî biqeliqe. Ew çend roj bûn ko ew di nava wê nexweşiyê de bû.Hêdî hêviya wê ji jiyanê nemabû.

Gava ko ew bêtaqet di hêviya bêhna xwe ya dawî disekiniya, jijoyek li wê derê re dibore û şkêvlatokê di wê rewşê de dibîne, jê re dibe arîkar, wî dibe mala xwe, birinên wê derman dike û wê sax dike.

Çend meh ser re derbas dibe şkêvlatok sax dibe. Herdu dibin hevalên êk û bi hev re digerin û diçin nêçirê û Ji hev jî gelek hez dikin.

Rojekê gava ko ew bi hev re digeriyan jijo dikeve davekê ( daf, kozik). Ew nikare biqeliqe û dibe qîreqîra wê. Hingî hewl dide ko xwe xilas bike lê nikare xwe xilas bike. Gava jijo ketibû davê, şkêvlatok ji jijoyê dûr ketibû. Ji ber wê yekê hewara wê nedibihist. Piştî bêhnekê şkêvlatok dizivire û jijoyê, wê rewşa xirap de dibîne. Gelek dixwaze ko jijoyê ji davê xelas bike, lê taqeta wê ewqas tunebû ko davê veke.Gelek diqehire , kezeba wê ji rewşa jijoyê re dişewite. Gava dizane ko ew nikare davê veki, hêstirin ziwa ji çavên wê tê.

Şkêvlatok ji jijoyê re dibêje, ez ê herim bangî (gazî) hinek heywanan bikim û wan bînim hewara te. Diçe nik gur û ji wî re dibêje: jijo ketiye davê ez nikarim wê xelas bikim, were arîkariya min bike, em wê ji davê xelas bikîn.

Gur dibêje: Na ez newêrim bêm, dibe ko nêçîrvan li wan dera be.

Hingî şkêvlatok li ber gur dide, lê ew naçe arîkariya şkêvlatokê. Şkêvlatok hêviyên xwe ji gur dibire û diçe nik berazî. Rewşa jijoyê ji berazî re jî dibêje.

Beraz jî dibêje dibe ko nêçîrvan li wan deran be, tifingên wan hene, ez newêrim bêm wê derê.
Şkêvlatok bi dilek kul ji nik berazî diçe û qesta şêr dike. Tiştên hatî serê jijoyê , ji şêrî re jî dibêje, lê ew jî weke gur û berazî dibêje.Şkêvlatok hêvîyên xwe hemûyan wenda dike û destûpî girî dike.Ji şêrî re dibêje, jijo hevalê min ê nêzîk e. Gava ez birindar bûyîm û ez ketim tengasîyê de , wî ez birim mala xwe, xwarin da min , birînên min derman kir û ez sax kirim.Îro ew di tengasiyê de ye, lê tiştek ji destê min nayê. Ger ez wê ji davê xelas nekim û erka (wezîfe) hevaltiyê neînim cih, ez ê tucarî dilşad nebim. Hêstirên şkêvlatokê pêl bi pêl diherikin xwarê û berdawam dike, ez ê nobedariya te bikim. Ger tu bibêjî beraz û gurî yê bên arîkariya me bikin, gotina te nik wan dibore.

Gotinên şkêvlatokê bandorek kûr li ser şêr dike û wî xemgîn dike. Şêr ji şkêvlatokê re dibêje, de baş e, rabe ser xwe hêstirên çavên xwe bes bibarîne.

Şkêvlatok û şêr diçin nik beraz û gurî. Şêr ji wan re dibêje, em ê herin jijoyê ji davê xelas bikin.Divê hûn bên nobedariya me bikîn. Di serî de bû pinkpinka wan lê şêrî dengê xwe bilind kir û gotina xwe dubare kir. Ez dibêjim divê hûn bên nobedariyê bikîn. Wan zanîn ko şêr aciz bûye. Ji şêr re gotin ê de baş e, em herin jijoyê xelas bikin.

Şkêvlatok ket pêşiya wan û ber bi jijoyê ve çûn. Berazî û gurî nobedarî kirin, şêr û şkêvlatok jî çûn nik jijoyê. Gava ew serde jijoyê bûn, jijoya belengaz di nava davê de kotekî dikare bêhna xwe bidê û bitsine. Şêrî dav vekir û jijo ji wê rewşa xerap de xelas kir. Jijo birin mala wan û xatirê xwe ji wan xwestin û çûn.

Şkêvlatokê her roj birînê jijoyê derman dikir û diçû ji wî re xwarin dianî. Piştî çend mehan birînên wî sax bûn. Ji ber ko şkêvlatokê erka hevaletiyê anîbû cih û jijo ji davê xelas kirîbû. Hevalatiya wan xurtir bûbû û ew heya dawîya emrê xwe bi hev re dijîyan.