Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
REŞ
2013-10-06 10:01
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com

Min ji miriyan bihesibînin

Sofiyên ji hemû pirtûkên pîroz re sûfloriyê dikin

Bila li ser hestiyê min bixwînin

Xweliya ji ber şewata min mayî

mîrat e

Ya ji goştê kizirî dawerivî

Ji zarokan re bikin nivişt

Zarokan binivînin binivînin

Di şevên awarte de veşêrin miriyê min
Miriyên hêj kefenê mirinê li xwe nekirî

Çavên wan ê bi tirsê kilkirî

Ko perrikê wan nakevin ser hev

Kujêrê xwe dipirsin

Mirî ne ji mirinê
hêj ditirsin


Stara xwe tenê li zarokê xwe bikin
Zarokan veşêrin
Zarokên we şêr in

Kengê xwe tawanbar bikim
Li pişt perdeyên reş û rakişayî rûyên esmer dibînim

Pencere reş in
Çav reş in
Şev reş in
Şahidê qesasan reştir in
Bi şevê re dimeşin.


------

Ali Bayram -- www.kurdigeh.com