Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Lezgîn Acar
 
Fêrgeha Îremê
2013-10-06 10:19
:: Lezgîn Acar
info@kurdigeh.com
Îrem keça malbatê ya piçûktirîn bû. Ew keçikek bedew û hurmetkar bû. Ji ber ko ew di malbatê de ya piçûktir bû, gelekê biqedir bû. Mala wan li gundekê de bû. Bavê wê melayê gundî bû. Wî di ilmê baweriyê de xwe gelek pêşve birîbû. Gelek feqê wî hebûn. Ji gundên derdora wan jî feqe dihatin nik wî perwerda xwe distandin. Ji bilî ilmê baweriyê, wî helbest jî dinivîsî. Gelek caran kurdî jî dixwend.

Melayî gelek caran arikarî dida gundiyan û rê nişanî wan dikir. Gundî, ji ber karên xwe yên mihom her tim bi wî re dişêwirîn. Weke rêberê gundiyan bû.

Di gund de sê hevalên Îremê hebûn, her roj ew kom dibûn û ji xwe re dilîstin .Ji hevalê xwe gelek hez dikir, rojekê ew nedîtîyan bêhna wê teng dibû.

Hingî we Îrem keçikek hurmetkar bû, gava gundiyek ji zarokên xwe aciz bibûya, ji wan re digot hema bibin weke Îremê. Ew tucarî ji gotinên dê û bavê xwe dernakeve.

Demsal ber bi xilasbûna zivistanê bû . Zivistanê kirasê xwe yê sipî, ji ber xwe kir û dor da biharê. Biharê jî, fîstanek şînê ji hevrişîmê li xwe kir û ew bû weke bukek nû xemilandî. Daran kulîlkên xwe vekirin, berf heliya û ji her derê de diherikî. Bilbilan stranên xwe yên herî xweş distrand. Xwezayê bi zêdehî ve xwe nişanî mirovan kir. Bihar, bûbû derman, ji kul û êşên mirovan re.

Gava dibû bihar gundî diçûn zozanan, konê xwe vedidan, hevşî ji pezê xwe re diçêkirin û heya pehîzê diman zozanan. Wê salê , Ji bilî çend malan, gundî hemû çûn zozanan. Malbata Îremê man di gundî de. Ji ber ko hevalên wê hemû çûbûn zozanan, bêhna wê teng bûbû. Ew her dem xemgîn bû. Her roj ji bavê xwe re digot em herin zozanan bêhna min teng bûye. Hevalên min hemû çûne zozanan, ez ê tenê çibikim, bêhna min teng dibe. Bavê wê difeke roj bi roj xemginiya Îremê gelek dibe, ji ber wê yekê biryar didin ko herin zozanan.

Bavê Îremê konek peyda kir û çûn zozanan. Nik konên gundiyan konên xwe vedan.Gundiyan gelek qedrê wan digirt. Her roj ji wan re şîr, mast, hêk, nivişk, qelî û gelek tiştên din dianî. Kêfa Îremê ji çûna zozana re gelek hatibû. Ew her roj, bi hevalên xwe re bû, ew diçûn ser robarê heya êvaran bi heriyê dilîstin. Wê salê malbatê di nava xwezayê de, bêhna xwe baş vekir. Di bin ronahiya steyran de nivistin. Bi dengên şalûl û bilbilan, ji xewê rabûn. Bi hewayê zozanan geş bûn, keyfxweş bûn.

Gava pehîz hatî xemgînî weke ewreke reş û tarî ket ser laş û mejiyê wan. Demsal jî weke jiyana mirovan e. Çawe mirov xudê dide, ciwaniya xwe dijî, paşê pir dibe, demsal jî welê ne. Bihar, weke xudadana mirovan e. Pelên daran nû derdikeve . Havîn, weke ciwaniya mirovan e. Pelên daran êdî ji mêj ve geş bûne dar fêkiyên xwe pêşwazî mirovan dikin. Pehîz , weke emrê mirovê piştî çil saliyê ye. Dar pelên xwe diweşînin. Ziwistan, weke pirîtiyê ye. Ne pelên daran mane ne jî fêkî.Tenê, tenêtî û hêviyên bêdawî mane.

Wextê barkirina ji zozanan hatîbû, gundiyan konên xwe rakirin, têkberên xwe, firaxên xwe hemû, li dewaran kirin, pezê xwe birin û çûn gund. Piştî xweşiya zozanan zivistana dirêj û sar dest pê kirîbû.

Wê zivistanê Îremê nik bavê xwe dest bi perwerdê kir. Ji ber ko ew gelek jîr bû Qurana pîroz di wexteke kurt de xwend. Bavê wê, ew hînî xwendina kurdî û rêzimanî kir . Ji kurdî gelek hez dikir, wextên xwe yên vala de pirtûk dixwend. Çi pirtûkên dest wê ketî, hemû xwend.Tiştên ko nedizanî ji bavê xwe pirs dikir.

Piştî xebata çend salan, Îrem baş hînî kurdî bû. Xweyîtiya xwe li zimanê xwe dikir. Giringiya zimanî di hemû civatan de diani ziman. Wê çirok, mamik û stranên derdora gund hemû berhev dikir. Gelek diviya dersê bidi zarokan, lê cihê xwendinê tunebû. Dixwest ko avahiyekê ji bo hinkirinê bide ava kirin. Xwestina xwe ji bavê xwe re dibêje. Bavê wê jî, ji gundiyan re dibêje, me avahiyek ji bo xwendina kurdî ava bikira, Îremê yê zarok hemû hînî kurdî bikira. Gundî vê yekê dipejirîne, hemû dibin yek û dest bi avakirinê dikin. Hinek diçin bera ditînin, hinek diçin gişla ditînin, hînek jî dîwaran danin û çend rojan de fêrgehê ava dikin. Bi arîkariya bavê wê û gundiyan fêrgehê diraêxin. Îrem zarokên gundiyan kom dike û wan hînî kurdî dike. Di serî de, sih xwendevanên wê hene. Her roj sibehê heya nîvro dersê dide wan, piştî nîvro jî pirtûkan dixwinin. Gava xwendina wan xilas dibe, hinek xwendevanên din tên û wan hînî kurdî dike.

Xebatên Îremê li wan gundên derdora wan belav dibe, xwendevan ji derveyê gundê wan jî tên xwe hînî kurdî dikin. Roj bi roj xwendevanên wê geltir dibin.Hêdî cihê xwendevanan di fêrgehê de nake. Ew diçe nik dewlemendên gund û dewlimendên derdora gund û ji wan dixwaze ko ew fêrgeheke mezin ava bikin. Dewlemend arîkariyê didin wan û fêrgeheke mezin ava dikin. Navê fêrgehê dikin Fêrgeha Îremê. Bi sedan xwendevanên wê çêdibin, hinek xwendevanên wê yên hînî kurdî birîn, di hînkirina xwendevanan de arikarî didan Îremê. Gund dibe navenda hînkirina kurdî, navê fêrgehê li gelek deveran belav dibe. Ji deverên dûr jî xwendevan tên dersê distînin.

Li ser bedena Fêrgehê jî gotineka Celadet Alî Bedir-Xanî hatiye nivîsîye Kurdino!! eyb e, şerm e, fihêt e, ... an hînî zimanê xwe bibin an jî mebêjin em kurd in.

**

:: Lezgîn ACAR – www.kurdigeh.com