Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Murat Bayram
 
Mirovekê û bajarekê ti caran qasî Arjen Arî û Diyarbekirê hev temam nekiribûn...
2013-10-07 10:47
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Ji beriya ko rehmetîyê Arjen Arî biçe bin ax û berên cemidî, heke mirovek du caran li "Kolaneya Hunerê" bigeriya û ew nedîtibûya esehî wî dê cara sêyê ew bidîtiya...

Heke we kesek bidîtiya ko komek ciwan wek sofîyên li dora şêxê xwe rûniştî, rûniştî ne, ihtimalek mezin ew "şêx" dê Arjen bûya...

An jî heke ji nifşkê ve dema hon li dengekê bilind yê kenê komekê babiketiyan, we dê bidîtiya ko simbêlên ""Mamê Arjenî"" bi herdu aliyan ve li ser lêva wî vekişiyane, rengê sor xwe avêtiye hinarokên wî û ew û hinek kes bi henekekê dikenin...

Heke kesek "ji derdora me nivîskaran" bihatiyan Diyarbekirê, mesela nivîskarekê ciwan, mesela Omer Farûkek bihatiya bêguman dê bigotiya ""ka em Arjen Baba"yî bibînin.

Peydakirina wî jî ji ber nefsbiçûkiya wî hêsanî bû, we dikarî hon bibêjin "hoo Arjen baba!!! em li kafeyekê rûniştine ka tu jî nayê?" ihtimalek pir mezin bersiva wî dê ""ez têm"" bûya...

Arjen Arî, sitara eyba Diyarbekirê ya tirkîaxiftinê bû ko me ew didît û em bi kurdî li kolaneyan dikenîn...

Arjen Arî simbêl û pora dirêj a kurdî bû ko kolaneyên Diyarbekirê dadigirt...

Ez ne dixwazim wî li 30ê vê mehê bi roja mirina wî bînim bîra we, ne jî dixwazim mirina wî bînim bîra xwe ji ber wê ez ê îro behsa wî bikim lê ne mirina wî, ez dixwazim behsa roja hevnasîna me ji we re bikim ko di wê rojê de hûn ê şexsiyeta wî bibînin...

**
Hêj min nû dest bi zanîngehê kiribû, min ji xwe re helbest dinivîsîn û min helbestên gelek helbestkarên kurd dixwendin, wek gelek kesên nû dest bi nivîsînê dikin, min jî digot ez ê bibim helbestkar.

Ez hingê 19 salî bûm, ez nû hatibûm zanîngehê û ji bo min nivîskar mirovên welê bûn ko mirovan tu caran nedikarîn serdeyî wan bibin, ez nizanim... ew li ber çavên min welê bûn ko min ew ji mirovan nedihesibandin, bawer bikin ji bo min wekî ko penc û baskên wan hebûn...

Rojek ji rojan min bihîst ko Arjen Arî dê wê rojê kitêbên xwe îmze bike, bi lez û bezê min xwe gihand "yûrdê(warê xwendekaran)" min komek kaxezên min helbest li ser wan nivîsîn, avêt di çenteyê xwe de û kitêbên Arjenî da destên xwe û ez ketim ser rêyê...

Ez çûm cihê kitêb-îmzekirinê bi tenê sê-çar kes hatibûn(hingê jî wek niho bi sedan kes diçûn rojên îmzekirinê ya tirkînivîsan lê kêm kes diçûn ya kurdînivîsan)

Ez jî li pişt wan sekinîm, ji kelecanê nefesa min dikarî biçike, hingê min biryar da ez helbestên xwe qet ji çenteyî derneêxim...

Wan kesên li pêşiya min ji xwe kitêbên xwe dabûn îmzekirin û bi wî re sohbet dikirin...

Arjenî qey ez ferq kiribûm xwe bi rexê ve tewand, li min nêrî, ""ez di cihê xwe de cemidîm"" got:

"ka were, tu jî ji bo îmzeyan hatiyî"

Hingê ez gelek û gelekê fihêto(şermîn) bûm, bi dengekê nîv-mirî min got "belê"...

Min kitêb danê.

Got min "te hemî xwendine" min gotê belê û belkî bi psîkolojiya xwendekariyê be, "da ko ez nîşanî wî bikim ko min ew xwendine" min şîrove û analîzên xwe(li gor xwe û hingê...) ji ser helbestan jiwî re gotin. Demekê min ferq kir ko dema ez rêzikeka helbesteka wî nîşanî wî dikim, min tiliya xwe danibû ser rêzikeka helbestê û destê min girrî direcifî...

Min hewl da ez destê xwe yê bi kelecanê direcife veşêrim...

Hima wî destê min girt û ez ber bi xwe ve kêşam, ez hembêz kirim....

û ez rûnandim li ser kursîyekê li rexa xwe...

Got min tu ji kû yî?

Bêyî ko ez bibêjim ez Botî me, an jî ez bibêjim ez Şirnexî me, min got: "ez Gundikî me"

(hingê min ji xwe re digot Murat Bayram ji ber wê rasterast wî nezanî ez ji kû me)

Bi dengekê bilind kenekê da ser wî, got ""erêê tu Gundikî yî""

û dest pê kir mirovên min hejmart, erê "ew bênamûsê Temoyan çi dike? Tu mamê Evdirehman nas dikî? Arif telefon dike?"

Piştî ko me hinekê li ser mirovên min û Gundê min axift ez rihet bûm û min koma kaxezên xwe yên helbestan derêxist.

Ez niho baş dizanim ko helbestên min ne xweş bûn, lê wî wekî ko mûcîzeyek dîtibe li wan dinêrî, got:

"Miraaad!! Ev ne xerab in.. Haaa aa pir baş in, erê erê cewhera nivîsînê li te heye, hahaa balavîyê!!, parzûna dilî!! "

(Ez gelek şevan bi van gotinên wî yên xweş ji xwe re têr nivistim...)

û ji min re got: "Mirad dîtina min gelek erzan e, (min cara pêşiyê ev biwêj-îdyom- bihîstibû û min fêm nekir) "

Wî ferq kir ko min fêm nekir, got: "yanî gelek hêsanî ye tu min bibînî, ez ê hejmara telefona xwe bidim te, tu kengê bixwazî bake min, tu bixwazî ez bêm kû ez ê bêm"

Piştî hingê bi rastî jî her dem bi telefonekê min kengê gotibe em hev bibînin an jî wî telefon bikiriya me hev didît...

**
Bi vî awayî sal borîn heta wan hefteyên dawiyê...

Carekê dîsa bakir min, min telefona xwe vekir û du-sê caran li ser hev min got "elooo, eloo, eloo" bersiv neda, piştî bêdengiyekê bi dengekê wek yê mirovên nû ji xew rabûyî got:

Miraad, tu dizanî ez hej te dikim, te gelek haj xwe hebe.

Girêyek hiç li gewiya min çêbû.

Min got:

Mamê Arjen ka were em ê hêj Diyarbekirê serûbin bikin!! Çima tu welê diaxivî!!

Kenî û xatir xwest...


**

Heta niho jî ez dibêjim wî û we hemî kesan li hev kiriye ko hûn min bi mirina wî dixapînin, ji xwe ew kesê me bin-ax kiribû ne ew bû...

Çavên min hê jî li wî digerin, ez her û her du caran li zelamên por-dirêj dinêrim, belkî ew be û ez heneka we xera bikim...

**

Ez bêriya te dikim Mamê Arjen, bes e!

Were!


------------------------------------------------
:: Mirad Gundikî – www.kurdigeh.com