Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Alî BAYRAM
 
Min ji bîr bike!
2013-10-27 08:02
Alî BAYRAM
info@kurdigeh.com
Min ji bîr bike!

Xewnên zarokan, mîna guliyên te diseridin.

Şevên, bi ser xeyalên min de dişelipin,

Stranek ya koçberiyê dilorînin...
**

Bêdeng û pêjn hatibûm,

Wê êvarê...

Darên behîvan, bi bêhna kulîlkên xwe,

Pêşwazî li pespayetiya min kiribûn...
**

Min ji bîr bike!

Mîna roja çûyî ava,

Mîna bişirîna li ber bayên evîna te ketî,

Mîna penaberên li perava avê ketî, ketim!!!

Bextreşiya min serê xwe hildide,

Hesreta te çavên xwe kil dide...
**

Min ji bîr bike!!!

Çawa wext mirovekê hêdî-hêdî dikuje,

Tu jî wisa...

Xwe, ji şkefta dilê min berde!

Dîyar e, çîya diqelişin

û rêyên min ji reşmarên keziya te dirêjtir in...

Bi xatirê te...
-------


من ژ بیر بکە!

خەونێن زارۆکان، مینا گولیێن تە دسەردن.

شەڤێن، ب سەر خەیالێن من دە دشەلپن،

سترانەکیا کۆچبەریێ دلۆرینن...
**

بێدەنگ و پێژن ھاتبووم،

وێ ئێڤارێ...

دارێن بەھیڤان، ب بێھنا کولیلکێن خوە،

پێشوازی ل پەسپایەتیا من کربوون...
**

من ژ بیر بکە!

مینا رۆژا چوویی ئاڤا،

مینا بشرینا ل بەر بایێن ئەڤینا تە کەتی،

مینا پەنابەرێن ل پەراڤا ئاڤێ کەتی، کەتم!!!

بەخترەشیا من سەرێ خوە ھلددە،

ھەسرەتا تە چاڤێن خوە کل ددە...
**

من ژ بیر بکە!!!

چاوا وەخت مرۆڤەکێ ھێدی-ھێدی دکوژە،

تو ژی وسا...

خوە، ژ شکەفتا دلێ من بەردە!

دییارە، چییا دقەلشن

و رێیێن من ژ رەشمارێن کەزیا تە درێژترن...

ب خاترێ تە...

--
::.. Alî Bayram – www.kurdigeh.com