Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Dilşad
 
Erê tu dizanî wexta cûce difekin te çima ewqas bextewar dibin?
2013-11-03 17:25
:: Dilşad
info@kurdigeh.com
-Tu her dem ji jor de difekî cûceyan?

-Erê tu dizanî wexta cûce difekin te çima ewqas bextewar dibin?

-Çimko tu tenê cûceyan dibînî lê ew yên li jora te jî dibînin

-Ka feke jor çi heye?

-Gelo Yezdan li wê derê ne?

****

-Bimîne hêvîyê heta Yezdanî di guhê te da tiştek gotî, dema wext hat yê ji te ra bike pistepist

-Heke wext bibore bangî Yezdanî bike dibe ko tu ji bîr kirîbî

-Heke tu ji bîr kirîbî xwe li bîra wî biêne

-Heke te nas neke xwe dîsa bide naskirin

-Te dîsa jî nas neke bêje wî bila ji te ra rûpelek nû veke

-Heke rûpelek nû veke zû rêbikeve çimko rêya te dûr û dirêj e

- Lê rêya xwe baş bibijêre ,bila dîsa rêya te ber bi wî Yezdanî ve neçe

-çimko tu dê dîsa hatîbî ji bîr kirin

-----------
:: Dilşad