Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
:: Lezgîn Acar
 
Zendikê Zînê yê Qetayî
2014-01-06 14:25
:: Lezgîn Acar
info@kurdigeh.com

Şeveka serê meha adarê bû, seet 3yê şevê bû. Hêj dinê germ nebûbû. Li ser serê çiyayên me, keviyên berfê hebû. Mezela ku em di tê de dirazayîn gelek sar bû. Min di nava cihê xwe de xwe kerr kirîbû. Bi saya nivîna xwe ya rûyê wê ji qedîfê sor, ez germ dibûm.Xaniyê me yê ji kelpîçê, emrê xwe dagirtibû. Gelek keliştek ketibûgê û ji derve sir diket di hûndirê malê de. Her çi qas me keliştekên xanî herî dayîbûn jî, dîsa kelîştek vedibûn û sir diket mal de. Xaniyê me yê ji bapîrê min mayî bi salan em ji sermayê, ji neyaran ji ajalan parastibû. Weke her tiştî wextê wî yê li ser cihanê xilas bûbû. Lê debara me ne ewqes baş bû ku, me bikariya xanîyeke nû ji xwe re çêkin.

Wexteke dirêj ez di bin nivîna qedîfe de bêdeng mam. Bi sedan tişt di serê min de dihatin û diçûn. Debara malbatê, xaniyê xerabe, bêkaritî… Ez hizirim û min got xweziya ez ji xewê ranebûma. Hema her tim di xewê de bûma. Ji her tiştî bêhna min teng bûbû. Paşê min tiştek fêm kir. Gelo wateya mirinê çi bû? Ketina xeweke bêdawî bû. Min ji xwe re xeweke bêdawî xwestibû. Min xwestibû ez bar bikim.

Piştî wexteke dirêj, min nivîna qedîfe danî aliyekê. Keça min a sê salî Zînê, nivîna xwe ji ser xwe avêtîbû. Destê xwê yê rastê dirêş kirîbû û ser pişta xwe ketibû xewê. Çavê min li zendikê wê ket. Kazaxê wê qetîyabû. Ez gelek xemgîn bûm.Hecwekê yekê xencereke bi deh caran li singa min dayî û ez bi giranî birindar kirîm. Ji ber ko min erkên xwe neanîbû cih. Min jîyaneke di nava şertên baş de, ji wan re pêk neanîbû. Di nava wê xemgîniyê de, hêstirên çavên min hêdî hêdi hatin xwar. Min hêstirên çavên xwe bi quncika nivêna qedife paqiş kir, paşê min rahêşt nivîna keça xwê û min ew baş nixumand.
Min dest û çavên xwe şûştin, cilên xwe li xwe kir û ez çûm govê ve. Hêstirên min, zanibû dema rabûnê hatiye. Min kurtanên wan li wan kir, hevsarê wan re girt û ez çûm nik gundiyên ku bi min re werin seferê. Em pênç rêheval bûn. Ji ber ku min herêm baş nas dikir, ez her wext li pêşiyê diçûm. Gava ku me dest bi çûyînê kirî , baranê lê kir. Tirsek ketibû dilê min de . Em ê çawe di nava sir û seqemê de, ji wî çiyayê asê û ji wî robarê har biboriya? Wexteke kurt de cilên me şil bûn. Baran her diçû xurttir dibû.Ji ber leşkeran me nedikarî di şikeftekê de agirekê bikin, bêhna xwe vekin û xwe ziwa bikin. Ji xwe hêj nebirî roj diviya me hidût derbas bikiriya.

Piştî çend seetan em serde robarî birîn. Ji ber ku baran dibariya, robar bûbû weke gureke har ê birçî. Me dizanî çûna aliyê din ê robarê ne hêsan e. Dibe ku av me bi xwe re bibe, lê tu rê tunebû. Diviya me robar derbas bikiriya. Gava em ji robarî diborin kazaxê keça min, dihat bîra min. Ez xemgîn bûm û paşê min ji xwe re got, ger tu vî karê nekî, keça te yê her wext di nava şertên xirap de bi. Divîya ez xwedî hêz bûma û min daxwaziyên malbatê anibaya cih.Bi wê hêrsê min da nava avê û ez çûm aliyê din. Hêstireke ya hevalekî me tehisî, lê dîsa rabû û hat aliyê dinê robarî. Hêdî em ji hidut borîbûn. Me rêya asê xelas kirîbû. Gava em serde cihê xwe birîn, bûbû serê sibê. Ez çûm mala naseke xwe. Min cilên xwe guhert û taştê xwar. Pişta sobeyê bêhneke razam. Her gav kazaxê keça min dihat bîra min. Hecwekê dinê ser serê min xirabûbû û ez di nava şînê de bûm. Devê min hatibû dirûtin. Min nedikarî ez peyvekê bibêjim.

Di nava wê xemgîniyê de ez çûm bazarê. Divîya min ji Zînê re çend cil bikiriya. Min çend cil ji bo wê kirî. Geromelek giran xwe dora bazarê pêçayîbû. Wesayet û mirov dihatin û diçûn. Dengên mirovan, tevil hev dibûn. Yên tişt difirotin, yên tişt dikirîn, zarok, jin, mêr di nava mijuliya rojane de bûn.Herkes li karê xwe mijul dibûn, lê ez belengazê xudê, çi karê min li wir bû? Min got: Xudayê min ez kî me, ji ku ve hatîme, kî xwediyê min e? Ma ez ji bo çi hatime ser dinê? Ez ne ji wî welatê ku, ez jê dihatim. Ji ber ku pariyek nanê min jê dernediket û ez xerib dihatim dîtin. Na ez ne ji vê derê me jî.Ger ez ji vê derê bûma, ez jî, yê weke van miravan, tevlê xebata rojana bibûma û min xwe xerip nedidît.Tenê min digot: Xudayê min, ez kî me, ji kû me? Xaniyeke yê xerabe li kêleka bazarê bû. Da ko kesek min nebîne ez çûm mal de. Ez rûniştim û ez girîyam. Min hewl dida ko ez rabim lê, fikrên cur bi cur di serê min de nedihişt ez taqetê bibînim û rabim. Lê min bersiva wan pirsan hemûyan, di nava wî xaniyê weke dilê min xerabe de dît. Ez kî bûm ji kû bûm? Ez xerîbê welatê xwe bûm. Ji xerîbiyê bûm.

Piştî bêhneke xweş, ez ji xanîyê xerabe çûm nik hevalên xwe. Ji bo çûna seferê, me tiştên xwe kirî. Em mayîn hêviya şevê. Hêdî wextê çûna me hatibû. Piştî hevalên me hemûyan amadekariya xwe kirin, em ber bi hidut ve cûyîn. Vê carê baran nedibarî û erd jî piçekê hişk bûbû. Gava em ji hidut borin, haya me ji leşkeran tunebû. Wan xwe veşartibûn. Gava em hatin rasta wan, gulle ser me barandin. Gulleyên sor, ser serê me re diborin. Lê ji ber ku gelek dar li wê derê bû, em di nava daran re dûr ketin û tiştek bi me nehat. Vê carê tiştek bi me nehat, lê her rojekê em ê bên kuştin.

Hêj roj derneketî, em serde mal birin. Min barên dewarên xwe danî û dewar êxistin govê ve. Bi dengê min kifleta min Fatim, hişyar bûbû. Wê derî li min vekir û ez çûm mal de. Min piçekê bêhna xwe vekir û ez razam.Gava ko ez rabûm Zînê di nava malê de diçû û dihat. Ew cilên ko min jê re kirî, diya wê kirîbû ber wê. Di serî de, gelek kêyfa min hatê, ewqes tirs û westana min ji bîra min çû. Lê dîsa tiştekê, mejiyê min bir warê xemgîniyê. Min ji xwe re got: Xudayê min em ê çibikin? Di vê riya xeter de helbet rojekê em ê bên kuştin. Rewşa Zînê yê bêbav hat bîra min û hêstir ji çavên min hatin xwarê dîsa.
----------------------------------------------------------------------------------
Lezgîn Acar – www.kurdigeh.com