Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
Husein MUHEMMED
 
Jiyan bi çi dest pê dike? --- ژیان ب چ دەست پێ دکە
2014-07-25 09:06
Husein MUHEMMED
info@kurdigeh.com

Bi minasebeta 4-saliya kurê min Rojbînî û 2-saliya birayê wî Robarî

Ceribandinek li ser tixûbê navbera zimannasiyê û edebiyatê

JIYAN BI ÇI DEST PÊ DIKE?

(Heke te bivê vê nivîsê, bi vê dûvelanka li jêr li ser PDFyê bixwîne... )

PDF - Jiyan bi çi dest pê dike? Huesin Muhemmed

Dawî

Heke mirov bi reşbînî lê binêre, dawiya her jiyanê mirin e.

Mirin piçekê tabû be jî, di zimanê kurdî de – û di piraniya zimanan de – gelek nav jê re hene:

”mirin, merg, wefat (kirin), çûn ber rehma Xwedê, emrê Xwedê kirin, koça dawiyê kirin, wexer

(kirin), sekitîn, geber bûn, gebirîn…”

Hin jê peyvên xwerû ne: ”mirin, merg, wefat”. Gelek jî biwêj û îdyom in: ”çûn ber rehma
Xwedê, emrê Xwedê kirin, koça dawiyê kirin, wexer kirin…”

Hin jê peyvên xwemalî ne (wek ”mirin” û belkî ”merg” – ev ya duyem dibe ku ji farisî be) lê
gelek jî peyvên ji zimanên din wergirtî ne: rehê peyvên wek ”wefat, sekitîn” ji erebî ye. Hin
beşên ji biwêjan ji peyvên biyanî ne: ”rehm” û ”emir” ji erebî; ”koç” (tirkiya kevn: köç, ya nû:

göç), wexer (uğur), ”geber, gebirîn” ji tirkî ne.

Ev ne tiştekî ecêb e: kurdî jî wek her zimanî xwe bi peyvên xwe û bi peyvên biyanî rengîn û
zengîn dike.

Hin ji van bêje û biwêjan ”notir” û ”normal” in, bo nimûne ”mirin, merg”. Hin bo qedirgirtinê
ne, wek ”wefat, çûn ber rehma Xwedê”. Hin jî bi mecazî tên bikaranîn, mîna ”koça dawî kirin,
wexer kirin” anku di wan herduyan de mirin li gel seferkirinê yan barkirinê tê şibandin.

Lê hin peyv û biwêjên bi maneya mirinê jî tehl û bêrêzî ne, wek ”sekitîn, gebirîn, geber bûn”.

Ew eslen tenê bo hin heywanan tên bikaranîn, wek ”hespê me sekitî”. Lê carinan ew bo kesên
nefretkirî jî tên xebitandin: ”Sedam sekitî û gelekên din jî yên wek wî dê wek wî bisekitin”.

Lê destpêk?

Me got ku jiyan bi mirinê bi dawî tê û mirin xwedî çend bêje û biwêjan e.
Lê gelo jiyan bi çi dest pê dike? Li destpêka jiyana xwe em çi dikin yan çi li me dibe yan tê
kirin?
Bersiva destpêkirina jiyanê ne bi qasî ya mirinê hêsan e. Lê dîsa jî em tê bikoşim pirsa xwe
bibersivînin:

Em ”tên dinyayê”, ”ji dayika xwe dibin”, ”çavên xwe li jiyanê vedikin”...
Lê çima ev giringtirîn bûyer û qewimîna jiyanê wisa bi awayên zehmet û dirêj tê vegotin?
Ma
ne tiştên ku di civaka zimanekî de giring divê ku bi peyveke kurt û hêsan bên diyarkirin? Ma ji
destpêka jiyanê giringtir tiştek heye?!

Mebesta min ”doğmak” ya tirkî ye.

Hin kes dê bibêjin ”zan, zayîn”.

Lê nabe. Ew ne ”doğmak” e lê ”doğurmak” e. Bi wê ne heywanek tê dinyayê lê heywanek
têjika/zaroka xwe tîne dinyayê. Ew ne ”bûn” e lê ”kirin” e, ”çêkirin” e, ”afirandin” e, ne ”afirîn”
e. Mirov nabêje ”berxik / golik za” anku hat dinyayê lê dibêje ”mih/çêlek za” anku
”berxek/golikek anî dinyayê”.

Di ser re jî ”zan, zayîn” peyveke tabû ye: di nav piraniya kurdan de eyb û fihêt e ku mirov
bibêje ”filan jin za”. Mirov ”zan, zayîn”ê bo heywanan bi kar tîne: ”bizina me zaye; çêleka me
îsal stewr e, nazê.”

Vê dawiyê ”ji dayik bûn” têkilî nav ximavê her qelemşorê kurdî bûye. Ew qaşo wek biwêjeke
qedirgirtinê tê bikaranîn. Lê di rastiyê de – heke mirov baş lê hûr bibe û bifikire – ew dikare
wek bêhurmetî jî bê fehmkirin.

Peyva ”welidîn” heye lê di nav kurdan de ne berbelav e. Gelek kes jî di nivîsînê de jê direvin ji
ber ku eslê wê erebî ye. Lê bi maneya xwe deqîq e.

Lê di rastiyê de ev ne tenê problema zimanê kurdî ye. Di farisî de jî mirov bi piranî xwe
dispêre biwêja ”bê donya amaden” anku ”hatin dinyayê”. Di inglîzî de jî yekser lêkereke
negerguhêz (intransitîv) ya berbelav ya bi maneya ”welidîn” peyda nabe. Ew jî xwe dispêrin
biwêja ”give birth to” (herfiyen ”zayîn danê, tewelid danê”).
Helbet me çend peyvên din jî di kurdî de hene ku li gor konteksta xwe dikarin maneya
”welidîn”ê bidin: ”bûn, çêbûn, peyda bûn”, wek ”Zarokê wan berî du rojan bû/çêbû”.

Lê maneya wan gelek giştî û berfireh e û di hin rewşan de dikare peyamê tevlihev û şêlû bike.
Dîsa dawî
Mirin di nav civaka me de û di nav piraniya mirovahiyê de hem tiştekî pîroz e û hem jî – wek
piraniya tiştên pîroz – bisehm e. Ew hewceyî qedirgirtinê ye û qedirê wê bilind tê girtin. Ji ber
wê jî ew bi bêje û biwêjên rengîn û zengîn tê behskirin. Di heman demê de, bo nefretkirina
neheq û nehezan, di vê kêliya pîroz û bisehm de, bi peyvên tehl yên bi maneya mirinê, dijûn û
nifrîn li wan tên barandin.

Lê dawiya jiyanê çendî pîroz û bisehm be jî, destpêkirina jiyanê ji wê jî pîroztir û bisehmtir e.

Ew wisa pîroz û bisehm e ku behskirina wê di kurdî de radest û teslîmî ti peyvekê bi tenê nabe
û destpêka jiyanê ya nazik û hewceyî xwedîkirinê nayê spartin ti peyveke bi tenê û li ber bextê
ti kelîmeyeke bi tenê nayê hiştin.

Loma em bi gotin û rêyên neyekser û lêzivirr nêzîkî wê pîroziyê dibin.

----------
Husein Muhammed
-------------------


ب مناسەبەتا ٤-سالیا کورێ من رۆژبینی و ٢-سالیا برایێ وی رۆباری

جەرباندنەک ل سەر تخووبێ ناڤبەرا زمانناسیێ و ئەدەبیاتێ

ژیان ب چ دەست پێ دکە؟

داوی

ھەکە مرۆڤ ب رەشبینی لێ بنێرە، داویا ھەر ژیانێ مرنە.

مرن پچەکێ تابوو بە ژی، د زمانێ کوردی دە – و د پرانیا زمانان دە – گەلەک ناڤ ژێ رە ھەنە:

”مرن، مەرگ، وەفات (کرن)، چوون بەر رەھما خوەدێ، ئەمرێ خوەدێ کرن، کۆچا داویێ کرن، وەخەر

(کرن)، سەکتین، گەبەر بوون، گەبرین…”

ھن ژێ پەیڤێن خوەروو نە: ”مرن، مەرگ، وەفات”. گەلەک ژی بوێژ و ئیدیۆمن: ”چوون بەر رەھما
خوەدێ، ئەمرێ خوەدێ کرن، کۆچا داویێ کرن، وەخەر کرن…”

ھن ژێ پەیڤێن خوەمالی نە (وەک ”مرن” و بەلکی ”مەرگ” – ئەڤیا دویەم دبە کو ژ فارسی بە) لێ
گەلەک ژی پەیڤێن ژ زمانێن دن وەرگرتی نە: رەھێ پەیڤێن وەک ”وەفات، سەکتین” ژ ئەرەبییە. ھن
بەشێن ژ بوێژان ژ پەیڤێن بیانی نە: ”رەھم” و ”ئەمر” ژ ئەرەبی؛ ”کۆچ” (ترکیا کەڤن: کöچ،یا نوو:

گöچ)، وەخەر (وğئور)، ”گەبەر، گەبرین” ژ ترکی نە.

ئەڤ نە تشتەکی ئەجێبە: کوردی ژی وەک ھەر زمانی خوە ب پەیڤێن خوە و ب پەیڤێن بیانی رەنگین و
زەنگین دکە.

ھن ژ ڤان بێژە و بوێژان ”نۆتر” و ”نۆرمال”ن، بۆ نموونە ”مرن، مەرگ”. ھن بۆ قەدرگرتنێ
نە، وەک ”وەفات، چوون بەر رەھما خوەدێ”. ھن ژی ب مەجازی تێن بکارانین، مینا ”کۆچا داوی کرن،
وەخەر کرن” ئانکو د وان ھەردویان دە مرن ل گەل سەفەرکرنێ یان بارکرنێ تێ شباندن.





لێ ھن پەیڤ و بوێژێن ب مانەیا مرنێ ژی تەھل و بێرێزی نە، وەک ”سەکتین، گەبرین، گەبەر بوون”.

ئەو ئەسلەن تەنێ بۆ ھن ھەیوانان تێن بکارانین، وەک ”ھەسپێ مە سەکتی”. لێ جارنان ئەو بۆ کەسێن
نەفرەتکری ژی تێن خەبتاندن: ”سەدام سەکتی و گەلەکێن دن ژییێن وەک وی دێ وەک وی بسەکتن”.

لێ دەستپێک؟

مە گۆت کو ژیان ب مرنێ ب داوی تێ و مرن خوەدی چەند بێژە و بوێژانە.
لێ گەلۆ ژیان ب چ دەست پێ دکە؟ ل دەستپێکا ژیانا خوە ئەم چ دکن یان چ ل مە دبە یان تێ
کرن؟
بەرسڤا دەستپێکرنا ژیانێ نە ب قاسییا مرنێ ھێسانە. لێ دیسا ژی ئەم تێ بکۆشم پرسا خوە
ببەرسڤینن:

ئەم ”تێن دنیایێ”، ”ژ دایکا خوە دبن”، ”چاڤێن خوە ل ژیانێ ڤەدکن”...
لێ چما ئەڤ گرنگترین بوویەر و قەومینا ژیانێ وسا ب ئاوایێن زەھمەت و درێژ تێ ڤەگۆتن؟
ما
نە تشتێن کو د جڤاکا زمانەکی دە گرنگ دڤێ کو ب پەیڤەکە کورت و ھێسان بێن دیارکرن؟ ما ژ
دەستپێکا ژیانێ گرنگتر تشتەک ھەیە؟!

مەبەستا من ”دۆğماک”یا ترکییە.

ھن کەس دێ ببێژن ”زان، زایین”.

لێ نابە. ئەو نە ”دۆğماک”ە لێ ”دۆğئورماک”ە. ب وێ نە ھەیوانەک تێ دنیایێ لێ ھەیوانەک
تێژکا/زارۆکا خوە تینە دنیایێ. ئەو نە ”بوون”ە لێ ”کرن”ە، ”چێکرن”ە، ”ئافراندن”ە، نە ”ئافرین”
ە. مرۆڤ نابێژە ”بەرخک / گۆلک زا” ئانکو ھات دنیایێ لێ دبێژە ”مھ/چێلەک زا” ئانکو
”بەرخەک/گۆلکەک ئانی دنیایێ”.

د سەر رە ژی ”زان، زایین” پەیڤەکە تابوویە: د ناڤ پرانیا کوردان دە ئەیب و فھێتە کو مرۆڤ
ببێژە ”فلان ژن زا”. مرۆڤ ”زان، زایین”ێ بۆ ھەیوانان ب کار تینە: ”بزنا مە زایە؛ چێلەکا مە
ئیسال ستەورە، نازێ.”

ڤێ داویێ ”ژ دایک بوون” تێکلی ناڤ خماڤێ ھەر قەلەمشۆرێ کوردی بوویە. ئەو قاشۆ وەک بوێژەکە
قەدرگرتنێ تێ بکارانین. لێ د راستیێ دە – ھەکە مرۆڤ باش لێ ھوور ببە و بفکرە – ئەو دکارە
وەک بێھورمەتی ژی بێ فەھمکرن.

پەیڤا ”وەلدین” ھەیە لێ د ناڤ کوردان دە نە بەربەلاڤە. گەلەک کەس ژی د نڤیسینێ دە ژێ درەڤن ژ
بەر کو ئەسلێ وێ ئەرەبییە. لێ ب مانەیا خوە دەقیقە.

لێ د راستیێ دە ئەڤ نە تەنێ پرۆبلەما زمانێ کوردییە. د فارسی دە ژی مرۆڤ ب پرانی خوە
دسپێرە بوێژا ”بێ دۆنیا ئامادەن” ئانکو ”ھاتن دنیایێ”. د ئنگلیزی دە ژی یەکسەر لێکەرەکە
نەگەرگوھێز (ئنترانستیڤ)یا بەربەلاڤیا ب مانەیا ”وەلدین” پەیدا نابە. ئەو ژی خوە دسپێرن
بوێژا ”گڤە برتھ تۆ” (ھەرفیەن ”زایین دانێ، تەوەلد دانێ”).
ھەلبەت مە چەند پەیڤێن دن ژی د کوردی دە ھەنە کو ل گۆر کۆنتەکستا خوە دکارن مانەیا
”وەلدین”ێ بدن: ”بوون، چێبوون، پەیدا بوون”، وەک ”زارۆکێ وان بەری دو رۆژان بوو/چێبوو”.

لێ مانەیا وان گەلەک گشتی و بەرفرەھە و د ھن رەوشان دە دکارە پەیامێ تەڤلھەڤ و شێلوو بکە.
دیسا داوی
مرن د ناڤ جڤاکا مە دە و د ناڤ پرانیا مرۆڤاھیێ دە ھەم تشتەکی پیرۆزە و ھەم ژی – وەک
پرانیا تشتێن پیرۆز – بسەھمە. ئەو ھەوجەیی قەدرگرتنێیە و قەدرێ وێ بلند تێ گرتن. ژ بەر
وێ ژی ئەو ب بێژە و بوێژێن رەنگین و زەنگین تێ بەھسکرن. د ھەمان دەمێ دە، بۆ نەفرەتکرنا
نەھەق و نەھەزان، د ڤێ کێلیا پیرۆز و بسەھم دە، ب پەیڤێن تەھلیێن ب مانەیا مرنێ، دژوون و
نفرین ل وان تێن باراندن.

لێ داویا ژیانێ چەندی پیرۆز و بسەھم بە ژی، دەستپێکرنا ژیانێ ژ وێ ژی پیرۆزتر و بسەھمترە.

ئەو وسا پیرۆز و بسەھمە کو بەھسکرنا وێ د کوردی دە رادەست و تەسلیمی ت پەیڤەکێ ب تەنێ نابە
و دەستپێکا ژیانێیا نازک و ھەوجەیی خوەدیکرنێ نایێ سپارتن ت پەیڤەکە ب تەنێ و ل بەر بەختێ
ت کەلیمەیەکە ب تەنێ نایێ ھشتن.

لۆما ئەم ب گۆتن و رێیێن نەیەکسەر و لێزڤڕ نێزیکی وێ پیرۆزیێ دبن.

----------
ھوسەن موھاممەد